Mirin e
Dîrok: ÇáÃÍÏ 28 ÃÈÑíá 2024
Mijar: Nûçe




Ezîz Xemcivîn
 
Mirin e,
an jî xewn e,
ez nizanim!
Man e,
an jî neman e,
ez wê jî nizanim!
Çira ye,
bi hilmekê kêferatê dike,
bi hilmekê hiþ divemirîne!


Dengvedana sawekê ye,
keldûmana hizira tunebûnê diferikîne..
Li pêþberî te nawestim û narawestim,
ji min ve tevdaneka kelegirîn e!
Li pey rewrewkê me,
ew ne av e,
na na ne mîrkutê hiþyariyê ye
û ne tovê biþkuvîn e!
Sêdar e dem,
bi min û te yekpar e,
di gerdena azad de nan û xwê dicivîne!
Li pey te diçim,
hespê rewanê xwe ji þopê danagerînim..
De li hêviyê bimîne,
tehlîþka þîn vedibe,
dilê min jî her ew dilbijîn e!
 
23.04.2024








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6170