Xemgîn RemoEz bangî te dikim
Û banga min li ber ba berbaye ..!
Tu jî dibêje :
--banga ji dev tenê awaze
Û ya ji dil
Bi vedeng û daxwaze ...!!
--lê ku banga min
Bû fîxana bilbil
Û demên te ne bûn sorgul ?
--hingê evîndarek ji me sixte ye !
Yan tîra ji kevanê te hildipeke
Bê armance
Yan jî dilê min zuha ye
Xwîna te dixwaze ..!