Konê Reş Bi min xweş e ku, di roja Cîhanî ya Jinê de, karibim ronahiyê berdim dor rola jinê di civaka Beriya Mêrdînê de. Rola jinê di mala kurdî de û vê gotina ku bav û kalên me gotiye: (Jin stûna malê ye), biçesipînim.. Erê rola mêr mezin e, lê barê giran li ser pişta jinê ye, jin stûna malê ye. Erê jin nîvê civakê ye.. Wek ku diyar e, di vê serdemê de guhdanek mezin bi jinê heye. Nexasim ji rex saziyên sivîl, dewletên demokrat û Netewên Yekgirtî ve..
Ev dewlet û saziyên têvel bi hewildan in ku ew zilm û zora ji
sedê salan ve li ser jinê dihat û tê meşandin, nemîne.. Bêguman jina
kurd jî, beşeke ji jinên netewên cîhanê, gelek zilm û zor lê hatiye
kirin û hêjî dibe. Û zilm û zora ku li jina Kurd hatiye kirin û dibe,
dubare ye; ji rexekî ve bindestiya ku gelê Kurd bi tevayî, ji rex
rêjîmên kedxwar ve, tê re derbas bûye û dibe, ji rexekî din ve civakî
ye, wek ya civaka cîhana gelên sisya ye ji paşketinê.-1-
Di vê rojê de, navê çend Jina Kurd yên navdar:
Di
dawiya çerxê 19an û destpêka çerxê 20an de, navê çend jinên kurd di
bakurî Beriya Mêrdînê de bi mêranî, merdî û cegerdarî di civaka kurdên
Beriya Mêrdînê de dihat gotin, bandora wan li jinên Beriya Mêrdînê hebû
wek: Xatê; diya Silêmanê Mistê, ku jinek mêr bû di herêma Xerzan de..
Şemê; diya Felîtê Quto, ew jî jinek mêr bû di herêma Pêncînaran de..
Perîxanê; diya Omer û Emînê Perîxanê di herêma Rema û Bişêriyê de..
Fesla Anter; Diya nivîskarê Kurd Musa Anter di navçeya Nisêbînê de.
Dibêjin jinek wek axa bû û mixtariya gundê xwe Zivingê dikir. Durra;
jina Hemê Mihê serokê eşîra Koçeka, dibêjin jinek nandan û sexî bû,
deriyê wê ji mehcir, feqîr û û fiqran re vekirî bû.. Sara Hesê; Jina
Hesê Şemokî, ji mala Hesê Berekêt bû, dibêjin ew jinek zana, merd û
şaraza bû, di herêma Hevêrkan de..
-2-
Xensa, kebaniya Îbrahîm Paşayê yek ji jinên Beriya Mêrdînê bû:
Tevî
vê rewşa xerab ya ku Kurdistan tê re derbas bûye û dibe, gelê Kurd bi
rûmet û rêzgirtinê li jinê mêze kiriye û derfetên berfireh di jiyana
rojane de li ber vekirî hiştiye.. Di encam de jina Kurd di gelek waran
de xwe parastiye, serê xwe hildaye û nav û deng daye.. Mirov dikare wan
waran bi van xisletan bi nav bike: Merdî, mêranî, zanîn û huşmendî,
wefadarî, deyax û cangorî..
Yek ji jinên Beriya Mêrdînê yên ku di
destpêka çerxê bîstan û vir de nav û deng daye Xensa Paşê ye. Xensa Paşê
an Xensa Xelecî: kebaniya Îbrahîm Paşayê Millî bû; Jinek jîr û jêhatî
bû, xwedî kesayetiyek xurt û bi biryar bû. Di heyamê mêrê xwe îbrahîm
Paşa de û di pey wî re jî, wê karîbû zarok û êla xwe a Millan di deverên
teng re, bi serketin derbas bike.. Ew bû ya ku di şerê erebên Iniz û
Şemeran de, nav di mêrên Millan, Xelecan û Kîkan de dida û ji wan re
digot; Yaxên we yaxên guran e. Anku yaxên guran jî pezkujin, yaxên we jî
mêrkujin.. Ew keça Daoud Axa, pismamê Îsmaîl Axa serokê êla Xeleca bû,
lê bi navê Xensa Îbrahîm Paş dihat naskirin an bi navê Xensa Paşa. Piştî
ku di payîza 1908an de zilamê wê Îbrahîm Paşayê Millî li Sifeya, nêzîkî
Kewkebê Millan canê xwe ji dest da û çû ber dilovaniya Xwedê û zarokên
wî li Nisêbînê hatin girtin.. Xensa xatûn bi kar û barê êla Millan rabû û
bi zîrekiya xwe zarokên xwe ji zindanê berdan.. Xensa xatûn xwedî rêz û
rûmet bû li cem axayên Kurdan û keyaxên ereban, nîşana rêzgirtina wê
ku, di hevdîtinan de serê wê maç dikirin..
-3-
Rola Jina Kurd di tevgera Siyasî de:
Bi helkefta 8ê Adara 2024an, bi min xweş e ku ez navê çend jinên kurd
yên ku navê wan bi welatperweriyê derketiye; tevlî tevgera Kurdî bûne,
li kêleka mêr kurd tekoşîn kirine û bûne piştgir ji siyasetmedarên kurd
re. Mirov dikare van çend navan bînim ziman: Fatma Şernexî; vê jina kurd
wek kurdperwereke dilsoz gelek caran endamên Partî yên ku ji asayîşê
direviyan xwe li mala wê digirtin û vedişartin. Wê, wek endamek partî
xebat di nav tevgera niştimanî kurdî de li bajarê Qamişlo dikir.. û
herwiha jinên wek Stîya Mele Ehmedê Şûzî; Wezîra Têllo, Meqbûla Têllo,
Sînem keça Cegerxwîn, Emîna Çelengî.. van jinan jî wek wê xebata
Kurdewariyê dikirin û dikarim bêjim ku ev jinên han û ji bil wan ve jî
hene ji pêşengên jinên kurd bûn di Beriya Mêrdînê de di warê hestê
netewî kurdî de.
-4-
Di Roja Cîhanî ya Jinê de, silavek wefadarî jinên Beriya Mêrdînê re:
Tevî
jiyana gundîtiyê, cehalet, nexwendin û perîşaniya ku civaka kurdên
Beriya Mêrdînê tê re derbas dibû, Jina kurd li kêleka mêrê xwe
berxwedaneke bê rawestan kiriye û dike.. Digel mêrê xwe qonaxên cetin û
dijwar, bi wefadarî derbas kiriye.. Tevî ku zimanê erebî li pêşberî
xwendina zarokên wê astengek mezin bû, wê ew asteng bi vîn û deyaxeke
mezin li pêş xwe hişt û nehişt ku zarokên wê dûrî zimanê bav û kalên xwe
bikevin.. Hezkirina zimanê xwe bi zarokên xwe re çand.. Roja îro, bi
saya wê, bi dehan ji mamoste, parêzer, bijîjk û endazyar di nav malbatên
Beriya Mêrdînê de têne dîtin, tev bi Kurdî xeber didin û şerim dikin ku
bi hev re bi zimanên biyanî xeber bidin.. Ji dil, roja 8ê Adarê li tev
jinên cîhanê û taybetî li jinên Kurdistanê û Beriya Mêrdînê pîroz dikim û
ji dayika xwe çêtir nabînim ku silaveke ji giyanê we re pêşkêş bikim.