Pnsa min akiro!
Drok: 23 2024
Mijar: Ne




Ezîz Xemcivîn

akiro,
qîrîna ko pelgan diçirîne,
derdê ko derdan bi xembariya xwe dihûne!
"Mîro, hey mîro" ji min re peyva dil e..
"Bira lo bira"
adara evînê kilîtê di destê pênûsê de dilivîne..
"Serbizêrê" guhdêrê,
xatûna welatê afrêneriya hi çi dike û bi kû ve diçe?
emhilatî, dilber li kû maye
dereng maye, dereng maye!
"Eman hoyoyo",


li qulingê girnijîna min guhdarî bike..
Navê ahê ahan ji nikilê çivîkan bibihîze..
Helbest li ber zengeloka zêrîn lal dimîne..
"Lê lê lê evê sibehê"
berê xwe didim zozanê nervînê,
gelo bedensî ye,
bêhiî ye an xewnxapandin e?
Dizanî "delîl delîl dilbikul im"
li dîkê pencereyê digerim,
vekerdestê hizirê ji pêjna iyarbûna min winda dibe!
"Gundo," bila tu ne xirab û ava bî..
Felek ez jî dibêjim te "bo çî te li me wa kir?"
"Lawikê min cindî" bû,
keça min bi eprî, al û lewendî bû..
Bûka naverasta dilê hêviyê bû..
Li çar hestan cansivikê bi guvik bû..
Ez bê çepik hitim,
destê min ji destê gera gerdûnê vebir kir..
"Melûl, melûl siwar im"
bi bahozên demê re gêjgêjok bûme..
Diçim, diçim ha ji pomaniyê hebin,
gazinde ye,
bi wate hêj dem heye..
Hezkirinê bikin tac,
li ser serê kela xembariyê bicih bikin..
22.02.2024
Ezîz Xemcivîn
(akiro: Dengbêjê Kurd ê navdar)






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6095