Mizgîn HeskoNîvê þevê
Tîrêjek ji ronahiyê
Bi destên min digire
Û ber bi stêreke nenas ve
Bê basik
Min dibe!
Matmayîneke herî sosret
Canê min...
Dilerizîne
Bi diranên gewherî
Rewanê min...
Dikeritîne!
Tarîbûn berbelav e
Û ez...
Di xelwetgeha ronahiyê de
Bê zar û ziman
Wiha mendehoþ
Ji þûþeya gerdûnê
Dêrîntirîn mey
Bîstikên revînok
Bi min re dinoþ..?!
Xelekek tije hezî
Û nîv þevek avrayî
Bi hilma gulavê
Destên ronahiyê ne
Min...
Tevlî bêdengiyê dikin
Û hîn...
Li ser tayekî zîz û nepenî
Dilê min
Radixînin?!
Heman dest in
Min...
Ji min bê basik
Û bê can dibin
Diçim tewafa
Heyveronê
Heft caran
Sermest
Dizîvirim
Li gerdûnê
Bê çare me
Tevlî...
Malstêra demê dibim
Xwe jibîr dikim
Ku vedigerim
Û tarîbûn berbelav e
Parçeyek ji min
Li wir...
Di nimêjê de
Hîn dimînim!
Xelekek dagirtî raz
Û nîv þevek herî naz
Bi hilma enberê
Min...
Tevlî hêminiyê dikin
Û hîn...
Li ser tayekî nehînî
Hiþê min dixwînin?!
Tîrêj in
Û nîvê þevan
Min...
Tevlî taveheyvê dikin
Ne Vînos
Ne jî stêreke bi coþ û xiroþ im?!
Xuneceke sor î bêguneh
Diçe serdana kadizê
Ku tarîbûn hîn berbelav e
Þeva nîvê þevê
Xwe ji biþkojên dargulê vedizê
Û tevlî...
Asîmanên nenas
Dibe!
Xelekek tije stêr
Û nîv þevek..
Ji yaqut û zêr
Bi hilma miskê
Û ez..
Mat û behitî
Hîn...
Dest ji xwe cûyî ....!!!!
Heman dest in
Hîn...
Li ser tayekî
Ji hevrîþimê tenik
Tiliyên min vedikolînin?!
Destên ronahiyê ne
Na...
Ew bitenê ne Destên ronahiyê ne
Lê...
Roniyeke hîn cudatir
Û bihtirîn çirisîn e
Hin caran
Min...
Tevlî xelek û þemalê dikin
Û hin caran
Li ser CamaCem
Têne pêþberî min
Rengvedan in
Sivik û ciwan in
Û hîn...
Li ser tayekî razber
Rewanê aþiq disohtînin?!
30. Berfanbar 2021.