Darberyek hen tm...!
Drok: 22 2024
Mijar: Ne




Mizgîn Hesko

                / Yek Jîna. Du Jîna û hezarbare Jîna /

Jîna...
Û dubare û hezarbare Jîna...?!
Min vemirînin
Û vaye avdar di rê de
Ji nîv axê...
Tiliyên sava!
Gulnewroz û guljîn
Û kembereke ji keskesorê
Bjina darberûyê himêz dike...!


Min vemirînin
Û destên min...?!
Destek di bin serê çiyê de
Û yek di paila zeviyê de
Û destekî din
Bênderek gernijîn
Min...
Platînkên xilma
Li dilê bihitê
Vedigerandin...!

Û destekî ji we ve nexuya
Xurîna tîrêjê û li van joriyan
Bilndahiya darberûyekê
Û heîn têm!

Û destek...
Û hîn jî destek
Û çend werzên behitî...?
Mijde û mizgînî
Di dergehê sirûdê re
Keskînî û bikoj der têm!

Dubare û hezarbare
Min vemirînin...
Û biirînên di çavan de
Xalxalokên elindê
Bi roniyê re hildiperikin
Û bi alayê re disitirînin!

Jîna me...
Siberoja cejnê...
Refek Jîn û li her çar aliyan
Jîn dibim

Jîn dibim û bi xeml û nazeninî
Têm semaya Newrozê

Binef û nêrgiz
Li ser bejna xakê biikivîn
Erê...
Her herikîn...?
Û her ev û her bîstik û yekê rojê...!

Jîna me...
Bilndahiya darberûyekê û heîn têm
Û vaye avdar di rê de
Erê...
Ciwanîka baxên xwe me
Her bejna darekê
Dubare û hezarbare
Dibezim tîkên dozê.

18. Rêbendana 2024.








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6068