Mizgin HeskoXirêniya werzan
Û keservedanek...!
Rêyên tikûvala
Û pêlên mendehoþ
Þilo, pilo ne...
Pirtikên darbeniyên miþext...!
Spiyekî berfereh
Û þopên berbengê
Li siya xwe lukumî...!
Û Baran...
Firmêskên Xwedawendên tavê
Li mihraba spiyê berbelav
Li xameyê girtî xunavê
Û paþ perdeyên tariyê
Þemal hil tên
Ji nêv dûman û sîtavê.
Xirêniya werzan
Û þevzivistan e..!
Mihrab...
Bi þînê asîmanî
Ji pûnijîna peyamberan
Keskîniyê lêvedan e.
Ya hûn dibînin
Mij û moran e
Û ya ez dibêjim:
Sews û weþiyên mêwan e...!!
Û keservednek...
Ji rêþîkên rêbendanê
Û ta xurîna elindê
Têlên xameyê
Bi gulsirûdên heyînê
Dijenîn im.
Û rewanê ristê
Bi gulleyeke tewþ
Venamir e...!
Keservedanek
Û hîn....
Keservedanek...!
Û çend þemalên din.
Ji vir û ta mihraba stêran
Û ji wir ta bi stêrên mihrabê
Mirîd in....
Û rêka þevê bernadin.
Çend çirawîskên din
Ji jiyê êgir
Dema ....
Ku spiyê berfereh
Destên min
Li keservedanê
Vedhewînin...?!
13. Rêbendana 2024.