Artêþa Turkiye ya dagîrker, ev sê rojin, û bê rawestan, gelek deveran li Rojavayî Kurdistanê bordûman dike, çendîn dam û dezgehên jêrxanî dike armanc, weke xelekin nû ji zincîra wan tawanên giran ên ji sala 2017-2018 ve heya niha pê radibe, ji wan deveran:
- bajarê Kobanê.
- westgeha elektirîk li Qamiþlo.
- sayloya genim li Qamiþlo.
- aþê rojhilatî li Qamiþlo.
- Çend bîrên petrolê.
Û herweha gelek deverên din li baþûrî Kurdistanê .Di encam de
çend kes birîndar bûn, çendê din jî hatin kuþtin, di dema ko cîhan
ahengê Rojbûna Îsa Pêxember û sersala nû digerandin, loma gelek tirs ji
xelkê re peyda kirin, di gel ko hêzên Emerîkiyan nêzîk bûn.
Ê me wek
Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd em êrîþan serkone dikin,
ko li ber çavên hemû cîhanê Erdoxan û artêþa xwe ya xwînrêj, li dijî
gelê Kurd, pê radibin, herweha hîna dagîrkirina Efrîn û Girê Sipî û Serê
Kaniyê dimîne.
Em bangewazî Civaka Navnetewî dikin, ko van êrîþ û tawanan rawestîne, destên dagîrkeran ji ser xak û welatê me rake .
Komîteya Birêvrbir ya Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye
25.12.2023