Di dîroka / 13 / 12 / 2023an de komîta navendî ya ku ji kongirê Þazdemîn a "Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê" hatiye hilbijartin civîna xwe ya Yekem li darxist.
Civîn di heyameke hevaltî û bi berpirsiyariyeke bilind karnameya karê xwe gotûbêj kir û ev xal li xwe girtin :
- Pêþindana biryarên kongir û gotobêjkirina wê di pêþketin û pêþxistina karê rêxistinî di hundir desteyên partîzanî de , û li gor resenên rêxistinî û pirensîbên dîmoqratî yên ku tizûka navxweyî û biryarên kongir pesend kirine.
Herwiha tekezî li ser regezên lêpirsînê hate kirin ji bo parastina partiyê ji diyardeyên neyênî yên ziyanê dighînin rêxistinê û rewabûna partîzanî.
- Gotûbêjkirina mîkanizmên sazkirina nivîsgeh û desteyên partîzanî di nav komîta navendî de li gor pêþhat û pêþketinên vê demê.
- Hilbijartina sekreterê partiyê û cîgirê wî li gor tizûka navxweyî ya ku kongirê Þazdemîn pesend kiriye.
Di
vê çarçewê de mezintirîn endamê komîta navendî ya partiya me heval Umer
Cefer serokatiya civînê kir û civîn bi rêve bir , di destpêka gotina
xwe de xêrhatina hevalan û pîrozbahiya wan kir ku baweriya kongir
standin ji serkirdayetya partiyê re.
Piþtre gotûbêjeke dirêj di
derbarê mîkanizmên karê rêxistinî de hate kirin ji bo pêþxistina xebata
partîzanî li gor pêþhat û pêþketinên di vê qûnaxê de da ku karibe li
hember astengiyên ku li hember gelê me û tevgera wî ya rêzanî raweste ,
herwiha civîn li ser belavkirina karûbarên di nav komîta navendî de
rawestiya , û tekez kir ku kar were kirin wek giropek yekbûyî bo
cîbicîkirina pirensîbên karê pirjimarî di nav desteyên partiyê de..
Di
vê civînê de endamên komîta navendî regeza hilbijartina sekreterê
partiyê û cîgirê wî pêþinyar kirin lê xebatkarê cefakêþ hevalê dilsoz
Mamoste Ehmed Silêman û bi hesteke bilind ji berpirsiyariyê û bi
giyanekî hevalane dest da heval Ehmed Berekat û got : Diktor Ehmed
Berekat sekreterê partiya me ye û ez jî cîgirê wî me , ev helwesta dilêr
û hiþmend ji mamoste Ehmed Silêman bû ciyê serbilindî , rêzgirtin û
kêfxweþiya hemû hevalên endamên komîta navendî.
Di dawiyê de civînê biryar da ku komîta navendî karên xwe berdewam bike di sazkirina nivîsgehên xwe de li gor tizûka navxweyî.
13 / 12 / 2023 Z - 2635 K
Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê