Konê Reş Berî çend salan mamoste Kovan Xankî ji zankoya Duhokê çend pirs li dor helbestvaniya Apo Osman Sebrî ji min re şandin; helbestvaniya wî, kesayetiya wî û qehremaniya wî.. Min jî, ev bersiv lê vegerandin. Fermo xwendevanên ziman û toreya Kurdî pirsên wî û bersivên min bixwînin.
1 - weke diyar ku Osman Sebrî berhemên kilasîk û nûjen jî hene; tu bi çi nerînê re ye, helbestvanek kilasîk e, yan nûjen e? Yan jî weke Cegerxwîn em bikin pir di navbera herdukan de?
Belê, wek ku ez û te serwextin, di jiyana Osman Sebrî de, bi tenê
çend berhemên wî yên wêjeyî hatibûn çap kirin: Bahoz û Derdên Me/ 1956,
vê paşiyê jî Bersiva Hoşeng/ 1977. Di sala 1981`ê de jî, rehmetî Hemreş
Reşo, helbestên wî di dîwanekê de li Almaniya dane çap kirin.. Li gor
xwendina min ji helbest û gotarên wî re û li gor ku helbesta kurdî a
nûjen bi weşana kovara Hawarê û helbestên mîr Celadet, Dr. Kamiran
Bedirxan û Qedrî Can destpêkiriye, ez Osman Sebrî di pey Qedrî Can re
dibînim, ango berî Cegerxwîn. Ji ber ku Bahoza Osman Sebrî berî Kîme Ez!
a Cegerxwîn çap û belav bûye.
Eger Cegerxwîn bi dîwana xwe Kîme
Ez/ 1973, wek helbestvanekî nûjen hatibe nas kirin, Osman Sebrî berî wî
bi gelekî, ji heyamê Hawarê ve wek helbestvanekî ku li ser şopa Qedrî
Can dikulkulî, hatiye naskirin. Lê di baweriya min de herdu jî
(Cegerxwîn û Osman Sebrî) ji kilasîkan e û pirek qewînin di navbera
kevin û nû de. Ji ber ku pirraniya helbestên wan kilasîkî ne, bi tenê
hin caran nûjen hunandine..
Eger Osman Sebrî di hunandina helbesta
nûjen de berdewam kiriba, bêguman wê, ew mîrê helbesta kurdî a nûjen ba
berî Qedrî Can.. Lê mixabin siyasetê ew di nav pêlên xwe de revand û
wiha dûrî wêje û toreyê ket.. Dawî ez dikarim bibêjm ku hersê jî (Qedrî
Can, Osman Sebrî û Cegerxwîn), di warê helbesta nûjen de şagirtên mîr
Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan in, ewên ku serwextî nûjeniya toreya
Europî bûn û wan şagirtên xwe bi wê nûjeniyê fêr kirin…
2 - Cudahiya (ferqa) apo Osman Sebrî bi helbestvanên din re diçi deye?
Di
baweriya min de, cudahiya Osman Sebrî wek helbestvan ji helbestvanên
din, di berdewamiya hunandina helbestê de ye. Osman Sebrî wek Cegerxwîn
bi berdewamî ne nivîsand, siyasetê agir bi semyanê wî yê wêjeyî xist…!
Belê Cegerxwîn jî siyasî bû û her wiha Qedrî Can jî û mamosteyên wan
yên bingehîn mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan jî siyasî bûn, lê
siyaseta ku Apo Osman dimeşand, ji ya gişan aktivtir bû û vê yekê ew di
warê wêjeyî de lipaş hişt û her wiha ev yek cudahiyek Apo ye ji
helbestvanên din.. Cudahiya din; mêraniya Osman Sebrî ye. Wê mêraniyê ew
di Felestîn, Urdun û Madegeşkar re derxist.. Hevalên wî yên din man li
Şamê û Cizîrê.. Cudahiyek din; Osman Sebrî divîbû berî helbestê xwe
bigihîne welat (Kurdistanê)! Ango welat ji Apo re her tişt bû.. Ta ku wî
navê Welat, li kurê xwe yê pêşîn kir û bang dikirê: Welato..
3 - Çima helbesta evîndarî (hezkirinê) li cem apo Osman pir kêm e?
Osman Sebrî mirovekî ciddî bû. Ew di xortaniya xwe de pêrgî gelek
bobelatên seyir û bi xwîn hatibû; şoreşa şêx Seid û bidarvekirina
mirovan li Amedê, şoreşa Agirî, kuştin, sirgûnî û talaniya şerqê ew his û
hestê evîndariyê li nik wî qels û lawaz kiribû.. Mirov dikare bibêje ku
kuştibû.. Vêca bi tenê welat ma bû evîna wî û wî welat di ser her tiştî
re digirt.. Di baweriya min de ji ber vê yekê evîndarî li cem kêm
bibû.. Welat tev evîndariya wî jê dizî bû.. Tevî vê yekê jî helbestên
evîndariyê hunandine, lê pirr kêmin.
4 - Eger apo ne di sêgoşeya (îraq, sûriya û turkiye) de ba, wê kasayetiya wî û helbestvaniya wî çawe ba?
Di baweriya min de wê kesayetiya wî a Axakî Kurdan ba, wê wek axakî
kurdan li xwe meze kirba, bi tev irf û adetên axatiyê ve.. Wê axakî
berberçîba.. Lê helbestvaniya wî, li gor cudahiyên ku di keseyetiya wî
de hene, wê piraniya helbestên wî evîndarî bana û hozpesinandinî bana..
Li gor ez serwextî jiyana wî me.. Apo Osman, li Şamê di nav endamên
komela Xoybûnê de wek axayê eşîra Mirdêsan li xwe meze dikir û xwe kêmî
kesî nedidît..
5 - Helbestên Apo Osman Sebri pir pir bi zimanek
sadene (raste û rastin), bi nerrîna te eve ji nirxê helbestvaniya wî kêm
nake? Û bi taybet ji aliyê rewanbêjiyê (Rehwaniyê) ve?
Qet na. Ji
ber ku di wî heyamî de wiha dihat xwestin.. Ew heyamê ku nezanî û
cehaletê konê xwe bi firehî di ser Kurdistanê re vegirtibû, ji deh
gundan yekî xwenda peyda nedibû, ewên ku hebûn jî, mela û feqa bûn.
Jixwe kurdewariyê bi wan destpêkiriye, ango dibistana Hawarê, ku em bavê
netewa kurdî şêx Ehmedê Xanî bidin alîkî… Hem jî bi saya wan zimanê me
hat parestin.. Careke din dibêjim na, li gor wî heyamî qet nirxê
helbestê li cem Apo kêm nake..
6 - Weke diyar ku helbestvaniya Apo hinekî kilasîke, gelo ew û erûza erebî (عروض العربي) di çawe bûne? Peyrewa wê kiriye?
Apo Osman di medreseya Rişdiyê de ta pileya pêncan bi zimanê tirkî
xwendiye û di pey re serê wî ketiye şek û pekên kurdewariyê de û ji bo
vê yekê binxetî Sûriyê bûye. Ango wî bi zimanê erebî hiç nizanî bû. Li
Şamê, bi saya mîr Celadet Bedirxan û kovara wî Hawarê dest bi nivîsîna
kurdî kiriye.. Di ber re jî fêrî erebî û xwendina zimanê erebî bûye, lê
fêrî erûzên erebî ne bûye, li ber destê meleyan nexwendiye ta fêr bibe..
Belê her ew di ziman û folklorê kurdî de şareze û milevan bû.
Nivîsandinên wî yên pexşaneyî ji yên tev nivîskarên Hawarê rastir,
tekûztir û bedewtir bûn û wiha jî di helbestên xwe de bi serketî bû. Di
baweriya min de wî erûzên helbestên xwe ji stranên kurdî yên folklorî
girtiye.. Ev yek jî, ji zîrekiya Osman Sebrî bû.
7 - Pîreka Apo karî
çend piştevaniya wî bike, di tev aliyên jiyanê de û bi taybet jî dema di
zindanê (hebsê) de bû? Pir peyiv di navbera wan de hebûn ku pîreka wî
alîkariya wî weke zilaman dikir, tu hineka dizanî?
Bêguman rola
pîreka wî hebû, lê ne ew rola ku tu dibêjî.. Diya Hoşeng jina Apo Osman a
dudwan bû. Apo di jiyana xwe de du jin anîne, diya Welato û diya
Hoşeng. Diya Hoşeng Çerkezî bû, navê wê Şadya Receb Doxoz bû. Jinek bê
deng, bêhin fireh, ser nerim û bê gazin û lome bû. Kar û barê zarokan,
malê û mêvanan hildigirt.. Lê Osman Sebrî ji koka xwe ve fêrî têkoşînê
bibû, jina wî jî qîma xwe bi têkoşîna wî anîbû, qîma xwe bi feqîrtiya wî
anîbû, ev yekane xweş piştgirtin bûn ji Osman Sebrî re û xweş navtêdan
bûn ji berxwedan û têkoşîna wî re..
Di baweriya min de ku kî jina
Osman Sebrî ba, her wê Osman Sebrî ew Osman Sebrî ma ba, nedihat
guhertin.. Belê rola diya Hoşeng gelekî mezin bû, spas jêre..
8 - Weke em dizanin te gelek caran ew dîtiye û pêre rûniştiye, gelo kesatiyeke çawe bû? Tu dikarî çawe pesnê wî bidî?
Osman
Sebrî mirovekê xwedî gotin bû, ji gotina xwe danediket, gotina wî jî
cihê xwe digirt.. Evîndarê ziman û Kurdistanê bû… Di sincê xwe de
mirovekî bêhin teng û zirz bû, zû bêhna wî teng dibû, her divîbû gotin a
wî be û ew gotin cihê xwe bigire… Ku bi dest wî keta, wê dîktatorekî
kurd ba, wek ku hevalên wî, yên ku ji destpêkê, pêre di tevgerê de bûn
dibêjin..
Gelekî hez lehengên dîrokî wek Napalyon, Selaheddînê
Eyûbî dikir.. Di sala 1977`an de ez çûm bal Cegerxwîn, min pirsa Apo
Osman Sebrî jê kir, li min vegerand û got: Ka Osmanê berê..! Min
bihîstiye diçe mizgeftê û nimêj dike..!
Mixabin ku di dawiya
temenê xwe de, êdî nema huşê wî wek berê dikişand û hin caran êrîşî
heval û hogirên xwe dikir.. Belê her ez wî, wek lehengekî ji lehengên
gelê kurd dibînim, wek torevanekî, siyasetvanekî û têkoşerekî kurd yên
pêşeng dinasim. Dawî dibêjim ku Apo kurdekî orjînal bû.