Dr.Phil:Ebdilmecît ŞêxoGotar di (Ronahî),hejmarên( 18.19.) an de
1-Çawa çente dizîn,(Lawût ),2-Bi serhatiya noqeveke Birêtanî(Cemîlê Tacdo),3-Hevalekî çak(Osman Sebrî ),4-Reqê avê,(Dilawer Çarpîne),5-Nêçîr(Osman Sebrî),6-Dîroka jîna Napoliyon,(Osman Sebrî),7-Hindik rindik (xeberguhêz )8- Xarkov,(?) 9-Elmaniya û Rohelat(?).Hej.(18).
Gotanivîs Lawût ji xwendevanên (Ronahî )re çîroka (çente dizînê ) bi hûrgilî dibêje:Her wekî xwendevan dizanin Fendlanda hevalbenda Almanan e,lê di navbera wê û Emêrîka de şer nîne,ji lewra ev herdu milet bi nav hev de diçin û tên.Di wextekê de bijîşkek Emêrîkanî giha bû Hêlsînkî, paytexta Fenlanda, pir dem neçû,jin û keça bijîşk jî hatin cem wî,bijîşk Renter di çend mehan de navdar bû,jina bijîşk û keça xwe jî ji aliyê qenciyê û comerdiyê de jî hatibûn naskirin .
Gîstapo (navbenda polîsên Almanî ) hêdî nikanî bû guhên xwe ji
pesnên derheqên Emêrîkaniya vekirî bihêle,gotarnivîs hîn dibêje:Almanan
jî bijîşkek welê navdar anîn û ew jî bi nexweşên xwe re comerd bû.
Wezîrekî
Almanî hat xanîyek di rex bijîşk Rêntirê Emrîkî de girt,piştî çend
rojan sê nexwaşên Emêrîkanî hatin nik bijîşk Rêntir, bijîşk Rêntir ji
her sê nexwaşan re sê ode raxistin û ew derman dikirin,piştî heftakê
rojnamên Finlendî nivîsandin:Wezîrê Almanî dê bi balefirekê biçe
Berlînê,lê wezîrê Almanî ne çû,ji ber ku çentê ko rapor û ewraq tê da
bûn,hatibûn dizîn,xaniyê bijîşk Rêntir di dêwîr de hatibû vekirin û
derbazî xaniyê wezîr bûbûn û bi tenê ev çente biribûn.
Gava
Emêrîkaniyan ev nûçeya belav kir,hîngê xelkê zanî ko di çentê wezîrê
Alman de çi hebûn û li dawiyê gotarnivîs dibêje:Ev bû xebata ko
bijîşk Rêntir ji bo welat û welatiyên xwe kir.Di encamê de gotarnivîs
hîn dibêje:Şerê mezin di navbera mirovên jîr de dibe,lê ne di qada
şer de.
Gotarnivîs Lawût xwastiye tiştine giring ji
xwendevanên xwe re zelal bike, lê bi ya me be û mixabin ewî gotara xwe
bi ramanên giring têr ne kiriye,lewra jî ew bi zelalî ne hatiye têrkirin
.
Dîsan Osman Sebrî gotarekê di bin navnîşana(hevalê çak) de
diweşîne;e w hevalê çak;Ehmedê Beravî ye,ew piştî du salan ji nexweşiyê
diçe dilovaniya Xweda,O.Sebrî dinivîse:Ehmed ji Kurdên Şamê ye,min ew di
sala 1938 an de li Şamê naskir,Ehmed bi dilekî paqij û xurt berê
xwe dabû riya xebata welêt,di dinê de armancek wî tenê hebû ko ew
rojekê welat û gelê xwe serbest bibîne,lê Ehmed zû çû ber dilovaniya
Xweda .
Li gor baweriya Osman Sebrî bi vê kurtegotara xwe li ser
jînegeriya Ehmedê Beravî dixwaze keç û lawên Kurdan bi xwîna
niştimanperweriyê aşle bike û tovên mirovperweiyê di xwînên wan de
biçîne.
Osman Sebrî di xelaka duhem de li ser mijara xwe (nêçîr)
berdewam dike û ew nivîsara xwe diyarî pêşkeşî Şêxê nêçîrvan Lezgîn axa
dike.
Di vê gotarê de;li gor daxwaza sernivîserê kovarê ew dîsan li
ser nêçîra kêvroşkan radiweste û ew bi van wateyan dibêje:Nêçîra
kêveroşkan bi tajiyan gelek xweş e, ji ber ko çar,pênc salan min ev
nêçîr kiriye,ew van agahiyên jêrîn dide xwendevanên gotara xwe;yên ko ev
nêçîr ne kiribin, ew welê dizanin ko nêçîr ne hewceyê zanînê ye û
kêvroşkgirtin tenê karê tajiyan e,lê ya rast ev e:Zanîn û serwextiya
nêçîrvan pir pêwîst in,yanê ew tajiyê ko di destê nêçîrvanekî nezan
de rojê du kevroşkan bikare bigre û eger ew di destê nêçîrvanekî
serwext da be,ew kane pênc,şeş kêvroşkan bigre,lê awayê xwedîkirina
tajiyan jî,divê hin zanîn jî li nik nêçîrvan hebin.1-Xwarin di heftê de
bi kêmasî çar caran şîranî, çar caran avsîr( ji rûn yan ava goşt
,nan) bin .2-Divê li pişta tajî cilek berkulav û germ hebe.3-Heftê
du caran pişta tajî bi ava germ û sabûnê were şûştin.4-Divê birîna
tajî hergav girêdayî bimîne .
Lê di pênc mehên nêçîrê de;mehek
Payiz,sê meh Zivistan û mehek Buhar,divê nêçîrvan tajiyên xwe girêdayî
bihêle û bi tenê rojê sê caran wan bigerîne û herweha jî Osman Sebrî
di vir de li ser awayên nêçîrê jî radiweste .
Osman Sebrî xeleka
duhem li ser jiyana Napliyon jî di vê hejmarê de û di bin du
navnîşanên şaxîn de diweşîne.!- Jîna dibistanê .2- Dibistana Biryan a
herbiyê . Ew di jîna dibistanê de weha bû :Napliyon bi sergermî û
şerutiya xwe di nav hevalan de xûya bû,ew pir caran bi rê de diçû, gorê
wî dadiketin ser rûyê pêlavê û wî di xwe re nedidît ko wê hilkişîne
jor,Napliyon bi carekê nizanîbû xwe dûzan bike,tevî vê jî ew gelek ji
xwe razîbû û tukes di ser xwe re nedidît.
Di dibistanê de herdem
destê keçeke heftsalî digirt û bi wê re digerî, hevalên wî bi wî dikenîn
û ew dikirin armanca tewz û tinazên xwe,lê Napliyon guhên xwe nedidan
tewzên wan,lê gava hevalên wî tinazên xwe pir zêdde bikirina, ewî xwe
mîna birûskekê davête ser wan û yên pêş xwe mat û şaş dihêştin û
heval ji ber wî direvîn .
Ew zimanê Firansî fêrbû di pişt re di
dibistana herbî de xwend û paşê ewî li Parîsê jî di dibistana herbî de
xwend,lê ewî tehlî ji hevalên xwe yên dewlemend didîtin,paşê ew dibe
zabit.Jîngeriya Napliyon di vir de kuta nebûye, dûmahîka vê xelekê di
hejmara duhatî de jî heye.
Lê di mijara bi sernava (Elemanye û
Rohelat) de û bi texmîna me gotarnivîs dîsan sernivîserê kovarê ye
;ew di vir de dibêje:Çêkoslovakiya ji dewletên Ewropa Navîn e,erdê vê
dewletê beriya şerê di (1914-1918) an de wîlayetine Nemsa û Almaniya
bûn, piştî vî şerî Çêkoslovakiya wek Poloniya dewleteke serbixwe
bû,piştî konferansa Mûnixê Hitlir destê xwe dirêjî Çêkoslovakiya kir,
Alemanan ew welat bê teq û req vegirt(zepkir) û ew kirin du wîlayetên
xwe.Sernvîser hîn berdewam dike û ew hûrgiliyên din jî di derbara wê
rewşa siyasî tîne zimên û ew dinivîse:Îro
Çêkoslovakiya,Poloniya,Yogoslaviya û Yewnanistan hevalbendên
sonxwariyan in.Meciristan,Romaniya,Bixaristan Mihwerîn e,Nemsa di bin
nîrê Alemanan de ye, welatê Ernewîtan di bin hikimê Talyanan de ye û
Turkiyê hîn bê teref e,lê gotarnivîs li ser rewşa siyasî di wê demê de
hîn berdewam dike û dibêje:Li dawiyê em kanin bêjin ko ev gotara kane
bibe cihdereke dîrokî, siyasî ji pisporên dîrokzanan re . (Hej.18).
Lê di hejmara (19) an de Hesenê Mistê gotarekê bi navnîşana 1- ( yek ji hêmanên vê cengê guhêrîna ba hawayê) de diweşîne .
2- Qedrî Ferman mijarekê bi vê sernavê (Zêrên ko ji bin behrê derxistine)
dinivîsîne.3-Osman
Sebrî dîroka jîna Napoliyon(xelek3)diweşîne.4-Celadet Bedirxan di bin
navê bavê Cemşîd de mîna nameyekê ji(Eta Cemşîd )re dinivîse û ew di wir
de dibêje:Şevê dîn Sînemxan Ronahiya(17) an bi dest ve hate nik min û
gote min:Bavo ev (Ronahî) gelek spehî ye.
Celadet pirskir; çira ev
gelek spehî ye;ma yên din kirê tin?. Sînemê got: No bavo yên din ne
kirêt in;lê di vê (Ronahiyê) de reşbeleka min, reşbeleka Eta Cemçîd
heye,ji lewra ev gelek spehî ye,min ji te divêt di her hejmara
(Ronahîyê) de ji bona min reşbelekekê binivisînî.
Celadet got:Çênabe keça min, xwendevan jê aciz dibin .
Xwendevan kî ne ?
Xwendevan Kurmanc in .
Sînemê got:Hesen Axa ne Kurmanc e .
Celadet got:Belê ew Kurmanc e.
Naye
bîra te,vê paşiyê gava ku ew hatibû Şamê ji te re digot:Reşbeleka
zarokan ya ko çêl li zozanan dikir, gelek spehî ye,ji gotina Hesen axa
dixûye ko xwendevan jê aciz nabin .
Celadet: Ez çi reşbelekê ji te re belav bikim? Û min got baş e .
Sînem ji min geriya.
Sînem: Carekê te tiştek ji min re xwend,navê wê kitêba Siyamend e,wê reşbelekê ji min re bide çapkirin.
Li
dawiya vê kurtegotarê,Celadet Bedirxan yekser mijareke din bi sernavê
(Kitêba Sînemxanê) diweşîne, ew di vir de ji xwendevanên xwe re dibêje:
Gava hon çavên xwe li ser vê kitêbê bigerînin, heye ko hon bibêjin,ev
kitêb ji bo zarokan e,ji xwe welê ye;gelo kî ne zarok e?Heye ko em tev
de di babeta xwendinê de zarok in;di nav me de gelek mirovên serê(mezin)
hene ko di xwendinê û nivîsandinê de zarok têne hejmartin .
Li wextê berê; me mêr û zarokbûn bi hilgirtina tifingê ji hev vediqetand
Û
eger berê yekî nikanîbû karek bikra,ew mîna zarokekî dihate
hejmartin,bi wî re digotin:Ewî hîn tifing hilnegirtiye û bi vî awayî mêr
ji
zarokan vediqetandin,yanê heçî ko dest bi hilgirtina tifingê
dikir,ew ji zarotiyê xelas dibû, yanê ew dibû mêr û ew diket civata
mêran û ew di nav mêran de rûdnişt,lê îro di dinya medenî dibêjin, ne
welê ye; mêr û zarobûn bi xwendin û nivîsandinê ji hev têne
veqetandin;mêrê ko nexwende ye û omrê wî bigehe şêstiyê jî, ew zaro
ye; yanê îro li şûna hilgirtina tifingê em qala hilgirtina qelemê
dikin,lewra jî niha piranî ji me zarok in,yanê îro li şûna hilgirtina
tifingê,hilgirtina pênûsê ye,divê Kurd jî bîrbibin ko welat bi xwendin û
zanistiyê xelas dibe,wezîfa miletperwerên me a pêşîn hînbûn û hînkirin
e,Lê piştî van agahî û şîretan,Celadet sernûve vedigere ser kitêba
Sînemxanê û ew dibêje: Ev kitêb bi awakî sade û sivik qala gramêrê dike,
ji ber ku ta niha gramêra Kurdmancî nîn bû .
Nivîsevan hîn
dibêje:Eger min got li şûna hilgirtina tivingê, qelemê hilgirin, meqseda
min ne terkandina tifingê ye,qelem û tifing herdu ji me ra divêtin.
Dîsan
di vê hejmarê de gotarek balkêş û watedar bi navnîşana (Êzdî û ola wan
)bê diyarkirina nivîskarê wê hatiye weşandin, lê dîsan bi texmîna me,
ew bi pênûsa C.Bedirxan e; ew di vir de dibêje:Tevî ko der heqê
Êzîdiyan da heya niha çend kitêbok)hatine nivîsandin jî,a rast kesî xwe
ne gihandiye rastiyê,ji ber ko rastî ji ber sebebekê wendabûye,ew sebeb
ji heya îro heznekirina Êzîdyan ji xwendin û nivîsandinê re ye,lê
Êzîdî Kurdne xwe- rû ne û ola wan îro ji averûya gelek olan bi
hevketiye,dema em bawerî û rêzanên ola Êzîdiyan didine ber çavên xwe,bi
rihetî tê da şopên olên Zerdeşt,Mûsa,Îsa û Mihemed tev dibînim,lê ew
yekser jî hîn dibêje:Hêjayî pirsîneke dûr û kûr e ko ev yeka han ji
yekî weke min re û xwediyên wan kitêbokan re pêkhatin gelek dijwar e û
heke dîroknivîsên Ereban di navbera babilîskên (1- 15) an de bi tiştên
holê mijûl bûbûna;mikûn bû ko îro tiştk ji ola Êzîdiyan zanîne ne
dijwarbûna û heya niha ez bi gelek Êzîdî û nemaze bi sê Şêxan re
1-Şêx Heyder.2-Şêx Xidir.3-Şêx Xelef mijûl bûme,lê gotinên sisiyan hev
dû ne digirtin, tew Îsmaîl Beg rehmetî bi awakî din gotibûn min.
Dema
mirov têveliyên gotinên her çar mezinên Êzîdiyan dide ber hev,jê ev
rastî xûya dibe;ol û baweriya Êzîdiyan ji dest nehatina nivîsanê ew
çend gewherê xwe ê bingehîn wendakiriye.
Di pişt van nêrînên ko
Celadet Bedirxan bi me dide nasîn,ew li ser navenda Laleşê ya bi
hûrgilî dinivisîne û gelek cihên pîroz mîna (Mergeh,Celsa Mîr) û pir
tiştên din pîroz,bi xwendevanên xwe dide nasîn.
Di nêrîna me de,em
nikanin pir gilûgazinan ji Mîrê Cezîrê Botan,şoreşger û zimanzanê mezin
Celadet Bedirxan bikin ku çima agahiyên xwe li ser kevintirîn ola gelê
Kurd pir ne dewlemend e,bêgûman sedema yekê bindestiya gelê Kurd û
Kurdistanê ye û sedema duhem kêmbûna cihderên zanistî derbarê ola
Ezdahiyê di wê demê de ye,lê di serdema me niha de bi sedan cihderên
zanistî li ser ola Ezdahiyan bi pênûsên pisporên jêhatî hatine çapkirin û
ewan gelek tîrêjên ronahîy avêtine ser ola Kurdan ya kevin.
Dîsan di
vê hejmarê de Nêrevan(Celadet Bedirxan)gotarekê di bin navnîşana (pirsa
Îtaliya) de bi ferehî diweşîne.Ew di vir de dibêje:Îtaliya bê qeyd û
şert teslîm bûye,wek xwendevanên me dizanin sondxwariyan(hevalbendan)
ji bo vegirtina keleha Ewropayê;berî her derê destê xwe dirêjî Îtaliya
kiriye,ji ber ko ev der birca kelehê a qelstir e û di fena cengê de
de; mirov li cihê neyarê xwe ê qels digere.Li 10 Tîrmehê
sondîxwarî(hevalbendan) daketin girava sicilyayê û bê zehmet pêş ve
çûn û ji ber ko eskerên Taliyanî an direvîn,an teslîm dibûn û di nav
çend rojan
de sondxwariyan(hevalbendan ) nîvê giravê vegirt û
Nêrevan hîn berdewam dike û dibêje : Vê navberê de Hitler hate Îtaliya
û herdu serekên (Mihwerê) bi dorî hev ketin û dibêjin ko Musolînî ji
Hitler esker xwestibûn,lê Hitler digot:Li gorî plana erkan herbiyê divêt
nîvroyê Îtaliyayê bête vala kirin û şerê rastîn di xeta Poyê de bête
kirin.Hitler û Musolînî li ser planê bûbûn yek,lê gava Musolînî ev
plan berpeyî meclîsa Faşîstan kir,lebatên meclîsê bi piranî ev plan
qebûl ne kirin.Lê bi rastî gotara sernivîser di vê derbarê de pir dirêj
e,ewa kane bibe cihdereke zanistî û pêbawer ji lêkolînerên dîroka nûjen
re.
9.11.2023
Dûmahîk heye