Niha li pertûkxaneya Xanî ye li bajarê Dihokê, nêzîk digihe ber destên xwêneran.
Pertûk du beþin, ji 289 rûpelan pêk hatiye, beþê yekem: Li ser amûrên mûzîkê yên ji demên berî dîrokê li Îrana kevnar, û karlêkirina bav û kalên kurdan yên afirîner di þaristaniyên kevin de, li çiyayên Zagros û welatên Miyaduav û bandorên wan li ser cîranan. Û her weha li dema Exmîniyan û hatina hêrîþên Girîkan bi serbaziya Alêksender ê Mekadonî heta bigihe zayînê. Beþê duyem: Ji zayînê heta piþtî sedsala bîstan, li ser hunerê û mûzîkê di dema Sasaniyan de û hatina hêrîþên Ereban, wergirtin û birina mîratên Sasaniyan. Piþtî wê, dema Ebasiyan û rola afirînên kurd ên mûzîkjen di geþepêdana wê de, û belavkirina behemên wan, li bakûrê Efrîka heta welatê Endelûsê, paþê serdema mîrniþînên kurdan , û dema herdu dewletên Osmanî û Sefewî, beþdarbûn û tevkariya afirînerên kurd di mûzîkê û avakirina þaristaniyê de.
Bi hîvî me ku min karî be berhemekî ji pertûkxaneya kurdî û kesên bi
van mijaran vê têkildar re pêþkêþ bikim, hem jî bi be jêderek ji
lêkolînên firehtir re.
Bergsazî: Mamoste Azad Mustefa Akreyî.
Derhênan: Lêkolîner Idris Omar.
Lêveger: Nivîskar mamoste Omer Resoul.