DIL XEYDOK
Drok: 26 2023
Mijar: Ne




Xizan Șîlan

ez
peleke ji dara xwe
weiyayî me
li ber mîratiya bayê xerîbiyê
berba dibim
daxwazên birçî
di malzaroka xeyalên xwe de
xwedî dikim


qêrîna dergûê giyana xwe
bi îrê pêsîra heyveroniyê
at dikim
nameyeke bêbersiv
û bênavnîan im
her ev ramanên westiyayî
bi lihêfa helbestan
dinixumînim
li hingura êvarên tenêtiyê
meya serxweiya eqê
dinoim
temenê mesûm
li nav salên bêwefa bihurî
nêrgîzên baxê hezkirinê
çilmisîn
ji gewriya kaniyê
xwîn dipale
sebir
li peravên çem dinale
bîranîn
di êa qefesa demsalan de
diperpitin
qeyîka qederê
rêya pisûla xwe a kir
birûskên reewran
hestên min yên ji dil û can
tarûmar kirin
hesret bû strî
û di kezeba min re çû xwarê
her roj
salek ji salnameya jiyana bêbext
dieqe
hechecikên asîmanê xewnan
ji hêlîna xwe fîrar kirin
kolanên bajarê kavilbûyî
di hawara xwe de
fetisîn
rekatên nimêja min sêwî man
kêlên goristanên bêxwedî
dengvedan
tava sibehên min
kirasê xeman li bejna xwe
pêça ye
ji awirên dilê guvatî
jana rondikên kelkelî
diniqutin
gotin
li nav hevokên keserkê
li hev geriyan
rik û nefret dibin agirpij
û di hinavên min de
diteqin
ey stêrka Gelawêj
bi tîna tîrêjên xwe
cemeda ser dilê min yê xeydok
bihelîne

2020-05-05
Stockholm








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5941