Du Cot av
Drok: 30 2023
Mijar: Ne



Gurkan Elhac

Dilê êsîr di tewlê de
Binê bîrê di dewlê de
Du cotê çav birûsk lêda
Evîn û xwîn lehî pêda


...
Berûkê er vekir lêda
Dilê bêçek xwe dî tê de
Xwe ber gulle negirt zêde
Birîndar ket di cengê de
...
Çiqasî dil xwe da alî
Li tîrêjên du çav alî
Evîn înaye bîst salî
Gerandim ez di çerxê de
...
Ne xewnek bû dihat û çû
Ne rojek bû hilat û çû
Awirên pir  ewat û dû
Piavtin min tenitê de
...
Ji awirkê hezar name
Hinartin bê  pel û xame
Di koda dil de peyxame

Bi xitma çav muhur lêda
...
Li bin ebrû du mermûl im
Wekî jîjo du mijgûl in
Bi nêçîrê ve mijûl in
Dilê min ketye derbê de
...
Perê çava bi guvguvbûn
Du anê pir ji hinguv bûn
Du perwanê miçî liv bûn
Niza ketbûn çi kerbê de
...
Du çava tîr liserhev dan
Hi û sewda hemû tevdan
Kirim mat û mi dest levdan
Mi xatir xwest di rex wê de
...
Mi rêkir lav di çava de
Ziwa bû hêz di gava de
Li paê min serî bada
Bi çîmanê diçû wê de
...
Serî mest bê mey û  bade
Du kul man raz hinava de

Xwe kir nîan dilê sade
Vegestî can di pey wê de

...
Hejandim pê evînek zû
Vekir îro birînek nû
Li hêvya lê bikê pembû
Qemû bigrê di sîngê de
...
Ne poman im bi vî halî
Bimînim pitî sed salî
Werê derman bi dest malî
Nigê min best û qeydê de
...
Dîlok12.04.2023
Demjimêr 17.57 êvar






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5930