Seydo piraniya jiyana xwe li bajarê Şamê

Roja 24.02.2023
kesayetiyeka navdar ya Çiyayê Kurmenc – herêma Efrîn xatir ji me xwast û
çû ber dilovaniya Xweda. Rehma Xweda hezar carî lê be, cihê wî bihuşta
bala be.
diqedîne. Ew demekê li bajarê Laziqiyê karê xwe dike û
demeka kurt jî li herêma Horanê dibe gerînendeyê (midûrê) bajarokê Al
Sanameyn. Di pey ra dîsa vedigere bajarê Şamê û demeka dirêj dibe serokê
polîsên paytextê Sûriyayê.
Min ji devê gelek serbazên (eskerên) Kurd
bihîstiye ku gava alîkariyek gerekê wan bûya, yan jî arîşeyek
(pirsgirêkek) wan hebûya diçûn ba Seydoyê payebilind. Seydo didît ku
zimanê wan yê erebî hinekê şikestiye; hîngê ji wan ra digot: Bi min ra
bi kurdî deng bike, mêr be û metirse. Dema ku serbazên Kurd ev helwest
didîtin, gelek kêfxweş dibûn. Ev helwesta wî gelek naskiriye.
Ji bona vê helwesta wî dibêjim: SILAV LI GIYANÊ PARÊZKARÊ PEYVA KURDÎ!
Min
ev efser û serhengê payebilind ji nêz va jî naskir. Ez sala 1996-an li
bajarê Şamê li mala wî bûm mêvan. Erdekî xwe li dervayî Şamê hebû û ew
tevda kiribû rez. Di nav erdê xwe da malek jî avakiribû û hevzoyekî avê
jî li pêşiya malê hebû. Li mala vî egîdî tenê bi zimanê kurdî dihate
axaftin. Hem wî, hem kebaniya wî û hem jî kurên wî her bi kurdî
diaxivîn. Ew li Almaniyayê jî du caran bû mêvanê min. Carekê li gel
kebaniya xwe û kurê xwe Dr. Asaad û carekê jî li gel herdu kurên xwe Dr.
Asaad û Dr. Selah. Herdem jî axaftina me bi kurdî bû.

Seydoyê
leheng ji çand û folklora kurdî gelek hezdikir. Ji min ra digot:
Mustefa! Divêt tu ji min ra destana Memê Alan bêjî. Bi rastî jî min soz
dabû wî – heger me careka din hevdû dît – ezê jêra hin beşan ji destana
Memê Alan bêjim. Min xwe wisa amadekiribû ku ezê jêra strana Seyîdxan –
strana Berxê Mala Ûsibê Seydo – Seyîdxanê Keřê jî bêjim. Lê mixabin
felekê rê neda û ew derfet bi dest min neket.
Seydoyê leheng heyanî
bi oza hestiyan mirovekî kurdperwer bû. Serdariya sûrî pir caran jêra
gotin ku tu bibî endamê Partiya Baas, emê radeya (rutbeya) te bilindtir
bikin. Lê Seydo ev yek nepejirand û nebû endamê vê partiyê. Ji bona vê
helwesta wî, Kurd bi Seydoyê leheng gelek serfiraz û serbilindin.
Ji bona vê helwesta wî jî dîsa dibêjim:
SILAV LI GIYANÊ PAYEDARÊ KURD!
SILAV Û GIRAM LI VÎNA TE BÎ!
Ku tu li ser kurdîtiya xwe mayî û te navê Seydoyê Kal nelewitand.
Seydoyê
mêrxwaz carekê serpêhatiyeka xwe ji min ra got: „Dem dema serdariya
Emîn Hafêz bû. Ez di cîvîna Erkana Leşkeriya Sûrî da bûm. Hemû efser û
serhengên serdariya sûrî di hundirê salonê da civiyabûn. Telefonek hat û
ji min ra gotin: Ev telîfon ji te ra ye. Ez çûm ser telefonê, min dît
ku xwesîya mine (dayîka kebaniya mine). Xwesiya min tenê bi kurmancî
dizane, ji lew ra ez bi kurmancî pêra axivîm. Hemû beşdarên salonê jî
dengê min dibihîsin. Piraniya wan matmayî man. Helbete, Serok Emîn Hafêz
ku berê li Çiyayê Kurmênc, li gundê Behdînan mamostetî kiribû, zimanê
kurdî pir bihîstibû. Lê ji bo piraniya kesên din belkî cara yekem bû
bihîstin, ku beşek ji gelha Sûriyayê bi zimanekî din, ji bilê zimanê
erebî, diaxive.
Seydoyê leheng dîsa digot: Gava Ereb tên pêrgîna min,
ew teve solan derbasdibin hundir. Lê dema kurdên me tên pêrgîna min, ew
bi tore û perwa ne, ew solên xwe li derva dadînin û derbas koşka min
dibin. Êdî ezê çawa ji vî miletî heznekim!?
WEY TU HER HEBÎ!
TU YÊ HERDEM DI BÎREWERIYA ME DA BÎ!
REHMA XWEDÊ LI GIYANÊ TE BÎ!
Gelo ev helwesta kurdperwerî li ba Seydo ji kû hatiye? Ka em hinekê li rahên vê pirsê bikolin.
Seydo
kurê Sulêman kurê Seydê Dîkê ye. Wek ku me bihîstiye pênc kurên Seydü
Dîkê hebûn: Hesen, Erif, Reşîd, Hebeş û Sulêman. Ji ber ku Sulêman yê
herî biçûke – li gor adet û xweriskên me kurdan – ew di xaniyê Seydoyê
gal da dimîne. Yên Sulêmên jî heft kurên xwe hene: Seydo (Emîd Diko),
Doxan, Tayîr, Faroq, Ehmed, Betal û Cehfer. Tiştê balkêş ewe ku kesên ji
vê malbatê bi wêrekî û cegerdariya xwe nasdarin. Di nava gel da li
herêma Çiyayê Kurmênc gelek axaftinên erênî li ser vê malbatê hene.
Hinek ji van axaftinan evin:
1. Dibêjin, dema ku Fransî hatin û
Sûriya dagîrkirin, yên here pêşîn Kurd li dijî wan rawestiyan. Di dîroka
Komara Sûriyayê da hatiye nivîsîn ku Mihoyê Îbşaşê (kurdê Çiyayê
Kurmênc) berika pêşîn li dijî Fransiyan teqandiye. Li aliyên din yên
Çiyayê Kurmênc malbatên wek malbata Rûtê, malbata Îmir û her wisa jî
Seydoyê Dîkê bi çekdarên xwe va li dijî Fransiyan şerkirine. Êca di nava
gel da tê gotin, ku peyayên Seydo rojekê serbazekî fransî dîl girtine û
ew anîne ba wî. Seydo jêra gotiye: Lawo! Hûn li welatê me li çi
digerin? Hûn ji kûva hatine wêda bicehnimin herin! Peyayên wî ji wî ra
gotine: Axa! Ev Fransî ye, ev bi kurdî nizane. Seydo rabûye gotiye: Çi?
Ev kes bi qaserî kerekî bûye û hên jî bi kurdî nizane! De wî bibin dera
han, mîna kurîbeşkan, berikekî li eniya bidin, bila here; ew hatiye
welatê me, divêt ew bi kurdî deng bike.
2. Dibêjin ku carekê di nava
vê malbatê bi xwe da şerek peyda dibe û di encamê da ji tivinga Erif
berikek li jineka ji malbatê dikeve û dimire. Helbet, Erif gelek li ber
xwe dikeve, lê carekê qezayek bû û bû. Ew ji mal derdikeve û diçe nav
dar û rezan. Gerînendeyê (midûrê) bajarokê Bilbilê vê nûçeyê dibihîse û
tê gundê Qêsim li Erif dipirse; lê Erif ne li male. Ew dibêje: Gava Erif
hat mal, bila were ba min. Gava Erif vedigere mal, tikes newêre ji Erif
ra bêje, ku gerînendeyê Bilbilê hatiye pey te û divêt tu herî ba wî.
Axir çawa dikin ku çareyekê bibînin, radibin kesekî ku jîyê wî (umrê wî)
bêhtirî 60 salî ye peyda dikin ku ew kes ji Erif ra bêje. Gava ew kes
ji Erif ra dibêje ku gerînendeyê Bilbilê hatiye pey te û divêt tu herî
ba wî, Erif bersiva wî bi vî awayî dide: Ev karê nav malbata me ye, em
digirin hevdu û emê li hevdû jî bên. Karê gerînendeyê Bilbilê ewe ku
dema kesek ji dayîk bû, bila navê wî/wê qeyd bike û dema kesek mir, bila
navê wî/wê resît bike; eve karê wî. Di pey ra Seydoyê kal gelek mede û
lomeyan li Erif digire. Erifê payedar vê yekê gotir (tehemul) nake û
radibe bi tivinga xwe xwe dikuje; û wisa bi rastî jî vê arîşeyê
(pirsgirêkê) di nava malbatê da çareser dike.
3. Lê li herêma Çiyayê
Kurmênc ev malbat bûne malmezinên êla Amkan. Ew demekê li gundê Dîkê
mane û demkê jî li Baziyan bûn. Di wê demê da mirovekî Turkuman zordarî
li êla Amkan dikir. Rêberekî ji vê malbatê êriş bire ser wî û ew bi darê
zorê ji herêmê bidûr xist.
Û axaftinên wisa gelek li ser vê malbatê hene. Ka em bipirsin: Gelo ev axaftinên wisa ji kû peyda dibin?
Ka
em hinekê li kok û binyata vê malbatê bipirsin. Ev malbat malmezinên
êla Amka ne. Gava tu ji endamên vê malbatê bipirsî, ev navê „Dîkê“ ji kû
hatiye? Ew dibêjin ku ji peyva „Dîk“ hatiye. Tê gotin ku koka vê
malbatê ji herêma Serhedê, ji herêma Beyazîdê hatine. Bi rastî Emîd
Seydo jî ji min ra got ku koka wan ji Beyazîdê ye. Wî jî got ku navê
malbatê ji peyva „Dîk“ hatiye. Lê belê, bi baweriya min maneyeka din
pêkane (mimkine). Di nav me kurdan da – ji bilî navên kesan – hinde nav
bi leẍem tên gotin. Wek nimûne: Mala Kalê, Mala Kalo, mala Çolêq, mala
Heciyê Kemişî, Mihoyê Ibşaşê, mala Qentaro, malbata Qerehesen û hwd. Ev
navên wek „Kalê, Kalo, Çolaq, Kemişî, Ibşaş, Qentaro, Xoce, Şûrtazî û
hwd.“ ev nav bi leẍem peyda bûne û kesên ji derva – ji ber sedemekê – ev
nav avêtine ser wan. Ev navê „Mala Dîkê“ jî kesên din bi leẍem ji wan
ra gotine.
Ka em hinekê di warê ziman da li gotina „Dîkê“ bikolin.
Ji bilî peyva „Dîk“, peyva „dîke“ di zimanê me da heye. Peva „dîke“ sê
maneyên xwe, yên nêzî hev hene.
a. Gava kesek cot diajo, yan dîke (kûr) diajo, yan jî suwe (hema di ser ra) diajo. Li vir „dîke“ maneya „kûr“ dide.
b. Gava em di kaşekî ra hilkişin, ew kaş yan dîke ye, yan jî ne pir dîke ye.
c.
Gava kesek cegerdar be û ne tirsonek be, em dibêjin: Ew mirovekî dîke
ye. Li vir peyva dike tê maneya „cegerdar, wêrek, ne tirsonek“.
Gelek
pêkane (mimkine) ku di destpêkê da ji vê malbatê ra „Mala Dîke“
gotibin. Lê belê, di ziman da bi gelemperî peyva duwem tê tewandin û
wisa „Mala Dîke“ dikare bibe „Mala Dîkê“.
De here, de here
Lehengê me yî Kurdawo de here
Dagîrkirina Çiyayê Kurmênc
Axa Efrîna rengîn ne bes bû
Ev malmîrata erdhejê jî hat di ser re
Axa warê zeytûnan, warê rezan û fêkiyan
Bi zêr û zêbere
Pîroz û giranbiha ye
Almase û zêrê zere
Îro di bin zora dagîrkeran da dilerize
Cîhan li dor me kor û keře
Te li binaniya gundê Qêsim
Li bin darên merxan serê xwe danî
Seranserê xelkê Çiyayê Kurmenc
Xemgînin di pey te re