Agah
Drok: 17 2023
Mijar: Ne



Bavê Zozanê

Berî her titî ez cejna Newrozê li dost û heval û tevahiya gelê xwe pîroz dikim li welat û li dervî welat .

Lê li  Europa li welatê penaberiyê titê herî balkê ku merov matmayî jê dimîne ew e ku li va welatan her girûpek  her komelek her tîmek her komek her partiyek her saziyek evê cejna pîroz ne di roja wê de lidardixin.

Bi mehna karê milet heye ,dibîstana zaroka heye û gelek eger û çîrokên pûç û vala,çime ez qurban qê li welat karê milet  nîne yan jî dibîstana zarokan nebû???


Bi rastî em tev dizanin bê di bin çi zor û setemê de û li hember çi deselatê milet newroza xwe di 21 avdarê de li dar dixist, ta digha pêpelûka hin xortan tilîka xwe birîn dikirin qene wek neçûneke rewayî  yan jî rêdaneke yasayî ji rêvebirê xwe yê dewletê re pêkê bikin û ji cezabûnê xwe biparêzin.

Wisa jî agirtên dibîstanan yê navendî û bijor de, afatî li ser destê rahênerê lekeriyê didîtin, digha qewtandina wan ji dibîstanê  yanî cezakirina mewdanî û pir titê din…

Wisa jî em dizanin ku ji bo vê cejna pîroz ku di 21 meha avdarê de timî li welêt li dar diket ,gelek cangorî wisa jî qurbanî wisa jî nemir jiyana xwe ji dest dan, li ser serê wan pakrewanê hêja Silêman Adê ku di pêendana Newroza amê de sala 1986an de li ser destê deselata Ba''''''''''''''''s û bi fîekên tuxumperesran canê xwe ji dest da.

Hêve ji we hemyan dikim bê ku ti kesî bi nav bikim,ku vê cejna pîroz nexin rengê dawetan yan ahiyan çi roj werê bîra we hûn herin bikin cejna Newroz ê ji ber ku ev cejn hatiya naskirin ji hezarên salan ve ku di roja 21 yê avdarê de ye ,ne jiyan disekine û ne jî goka zemînê wê xurtir bizivire heger hat û newroz di roja xwe de lidarket.
Karê me li Ewropa ne giring tire ji karê welat û zarokên welat jî ne kêmtirin ji yên Europa ..

Dost û hevalên hêja:
Li welat me eva 20 avdarê agirê newrozê vêdixist û roja din 21ê avdarê  li çolê me Newroza xwe li dardixist…
Liberketin û alîkariya we cihê rêz û baweriyê ye.






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5911