Amed Spor
Dîrok: ÇáÃËäíä 06 ãÇÑÓ 2023
Mijar: Nûçe



Ezîz Xemcivîn

Li Rojavayê Kurdistanê 12 adara 2004an Tîma Dêra Zorê û hogirên wê bi hemû kîna xwe berê xwe dan bajarê Qamiþlo, di kîjan bajarê Kurdan re dibuhirîn ji Kurd û serok û nîþanên Kurdan re xiber û dijûn didan..
Li lîstgeha Qamiþlo hogirên herdu aliyan pevçûn, sê Kurd pakrewan bûn..
Roja din ji Dêrika Hemko heta bi Kobanî û Efrînê hemû bajar, bajarok û herêmên kurdî rabûn ser xwe û xwepêþindan û girseyên herî bi hêz û tund pêkanîn..
Rojava hemû vêket di encamê de bi dehan Kurd pakrewan bûn..


Li Rojhilatê Kurdistanê jî herwisa bû, Jîna Emînî bi seba servekirina xwe nijadperestan bi behaneyên olî bi lêdanê ew kujtin, piþtî spartina laþî bo xwedanên wê, Kurd bajar bi bajar, gund bi gund rabûn ser pê û bi mehan li kolanan man, li dijî rêjîma dîktator xwepêþindan kirin, bi dehan pakrewan bûn û bi sedan birîndar bûn û heta nuha jî qelenê wê xwîna canê xwe didin..
Amed Spor jî heman rewþ e, nijadperestan Kurd êþandin, bi dijûnan, bi lêdanê û bi siloganên kirêt li dijî Kurdan bikar anîne!
Gelo li Bakurê Kurdistanê em ê piþtgiriya Amed Sporê bi xwepêþindanan bibînin an wê mijar bêdeng vemire?

06.03.2023








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5903