Brûsk ÞêxoMin berê jî naveroka wê pirtûkê red kiribû, ku ji aliyê kesên ku xwe wek nivîskar û helbestvan didine diyar kirin, weke yê bi navê Miþeal Osman û hevalê wî Îbrahîm Ebdî, derbarê Mihemed Þêxo û hunera wî de.
Her wiha beriya çend salan min bi Miþeal Osman re pêwendî danî û jê re got ku naverok û babetên pirtûka ku ew dixwaze li ser jiyan û hunera Mihemed Þêxo biweþîne ne rast û durust in, û gelek þaþî tê de hene, û tê de delîl û belgeyên rasteqîne li ser jiyan û hunera Mihemed Þêxo tune ne.
Min jê xwest ku wan þaþîtiyan serrast bike û ji malbatê re
biþîne, da ku berî çapkirina wê naveroka pirtûkê piþtrast bikin da ku,
wekî niha em bi kesî re nekevin tengasiyan, û her yek ji me mafê xwe
bigire, ji bo ku em roniyê bavêjin ser bêtarên ku ji roja wefata Mihemed
Þêxo de tên pêþiya me ji layên kesên wisa ve. Lê mixabin wî
jînenîgariya Mihemed Þêxo jê bir û tenê huner û berhemên wî çap kir, bê
ku rêzgirtina mafê çapê û belavkirin biparêze, û bê ku erêya malbatê û
zaroyên Mihemed Þêxo bistîne. Wê demê îddîa dikin ku Mihemed Þêxo samanê
wan e jî, wek çawa samanê gel e, em înkar nakin û em bi tiþtên ku
Mihemed Þêxo pêþkêþî gelê xwe, û ji bo doz û hunera xwe kiriye jî
serbilind in, lê divê bi kêmanî rêz ji taybetmendiya agahiyan re hebe, û
ji bo ku eynî þaþiyan dubare nebin, pêwist bû li malbatê vegeriya, ne
ku bibe wek tolhildana ji malbatê, û seqetkirina dîroka kesayetiyek
dîrokî ku jiyana xwe ji bo gelê xwe terxan kiribû.
Mixabin em ketine serdema daristanan, û êdî rêz ji maf û ked û taybetmendiyan re nemaye.
Ji
ber wê, û di rûpela xwe ya taybet de, ez vê pirtûkê red dikim, û ezê
karekî qanûnî bidim pêþ û meþandin da ku, kiryarek wisa bê cezakirin, ew
yên ji hin aliyên naskirî ve dilivin, û kî li dû wan mijaraye, û ji bo
ku her kes sînorê xwe bizanibe.
Brûsk Þêxo
Almanya 14.02.2023