Komeleya Kurdî-Elmanî (Þilêswîg-Flenisburg) hate damezirandin
Dîrok: ÇáÃÍÏ 29 íäÇíÑ 2023
Mijar: Nûçe



Di 27ê rêbendana (Çilê Paþî) 2023an li bajarê Þilêsvîg - Elmanya damezrandina Komeleya Kurdî-Elmanî Schleswig-Flensburg e.V. hate ragehandin.
Komele ji aliyê siyasî, nijadî û olî ve bêlayen e.
Armanca komeleyê piþtgirîkirina Kurdên ku li Elmanyayê li herêma Schleswig-Flensburg dijîn.
Vekirina waneyên zimanî, civînên hevpar, çalakiyên perwerdeyî û danûstandinên li ser jiyana Elmanî-Kurdî, pêþvebirina çanda Kurdî, alîkirina giþtî ligel komeleyên Herêma Kurdistanê (yên bê qezenc) ji bo baþtirkirina rewþa Kurdan li seranserê cîhanê ye.
Li bajarê Þilêswîg ev yekem car e Komeleyeka Kurdî-Elmanî bi beþdarbûna kesayetiyên Kurd û Elman hate damezirandin..


Civîna ragihandinê ji bo xwendina rêbaza sereke ya komeleyê bû, danûstandin li ser xalên di rêbazê de hatine û nerînên corbicor li ser cîbicîkirina bendên wê..
Desteya birêveberiya Komeleya Kurdî-Elmanî ji heft kesên sereke (Kurd û Elman) û ji du kesên yedek pêk tê.
Komele karên xwebexþî dê bike û tu qezencê beraber nawergire..
Di evê derfetê de destê dostanî û birayetiyê dide hemû komeleyên civakî, rewþenbîrî û hunerî li herçar parçeyên Kurdistanê û li Elmanyayê, ji bo danîna pêwendiyan tako digel hevûdin biþên rajeya (xizmet) miletê Kurd bikin.

29.01.2023
Beþê Ragihandinê
Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.
…………………………………..





Wêne: Rêbaz Elî Namiq







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5885