rokek Ji Folklor Kurd; Ez dinim tu dine ma w k bixwe?!
Drok: 11 2023
Mijar: Ne



Konê Re

    Ji sala 1980î û vir de, her ku ronakbîrekî kurd dihat Qamilo min xwe digihandê û li gor xwe alîkariya wî dikir.. Di encam de min sûde ji îret û serboriya wan werdigirt.. Di Havîna 1982an de dema ku Prof. Celîlê Celîl ji bo danheva zargotina Kurdî hat Sûriyê, bajarê Qamilo, min xwe pê ve gîhand û wek xelkên din alîkarî pê re kir.. Alîkariya min, min dengbêj, çîrokbêj û kalemêrên rîhspî jê re hazir dikirin wek: Demir Elî, Silo Koro, Hizniyê Selîm, Zêdan Bavê Ferîd û gelek ji kalemêrên folklorî..


Di encam de eqa zimanê Kurdî bi min re mezintir bû û ez jê fêrî danheva folklorê kurdî bûm.. Bi demê re, carcara min çîrokek, gotinek pêiyan, mamikek bibihîsta, di derhal de min dinivîsand. Ev çîrok jî yek ji wa ye. Rewa ku îro em têde dijîn ev çîrok anî bîra min, min jî xwest ji we re bêjim. Min ev çîrok di roja 15/9/1984an de ji devê apê xwe Silo (Silêmanê Xelîl) girtiye:
  Di odeya gund de Hemo û Evdê ra û tevdîra xwe kirin yek ku ya dinî rojê, bi berbanga sibê re herin Nisêbînê Aê Kanîka. Ji ber ku gundê wan dûrî Nisêbînê bû, divîbû di tariya berbangê de berê xwe bidin Nisêbînê Aê Kanîka, da ku di vegerê de dereng nemînin û berî re têkeve erdê vegerin gundê xwe.
  Bi berbanga sibê re, azana melê re Evdê û jina xwe ji xew iyar dibin.. Pitî ku Evdê tatêya xwe dixwe, ervanê xwe li ser pita kera xwe diidîne û berê xwe dide taxa Jorî mala hevalê xwe Hemo.. Li ber derê hewa wî bang dike: Hemo Hemo ka tu hazirî.. Dereng e em herin.. Nû Hemo ji xew iyar bibû.. Hemo lê vedigerîne: Ha ha.. va ez haziriya xwe dikim.. Hema çariyekê ez tatiya xwe bixwim.. Û bang kebaniya xwe dike; Keçê! Ma ka ew nîska te kel pê nehat, nekeliya lê..! Da ku çend kevçiyan têxim ber dilê xwe de? De va ez û Evdê emê ervanê me barkin û li ser pita kerê biidînin, ta wilo tu jî çend hesk nîsk têxe sîtilê de ez bi rê de bixwim, nanekê du nanan ji bîr neke..
   Wiha herdu avanî li ser pêta kerên xwe siwar, ji gund derketin û berên xwe dan Nisêbînê Aê Kanîka.. Ji lez û bezan re Hemo sîtila nîskê bi qoa kera xwe, ji rexê destê rastê ve girêdide û li bayê meê nanekî ji paila xwe derdixîne, bi herdu destan hûr dike û diçîne nav satila nîska ku bi qoa kerê ve girêdayî ye..
  Di wê navê re qelaçek dikeve pêiya wan de, bi hilkiandina bi qelaç ve, sîtila nîska Hemo di qoa kerê re diemite bin teriya kerê û ji zora re bi ser satilê de rêx dike.. Hay û bayê Hemo ji emitandina sîtilê bin teriya kerê û rêxa wê nîne, her ew bi herdû destên xwe nan hûr dike û diçîne nav satila nîskê.. Pitî ku qelaç derbas dikin, destê xwe li sîtilê dipelîne ku nanê di destê xwe de biçîne nav, sîtilê li cihê wê nabîne, mêze dike ku sîtil çûye bin teriya kerê, xwe ditewîne û sîtilê li cihê berê vedigerîne, dibîne ku nîska wî û nan û rêxa kerê tevlîhev bûne, bûye kusp.. Darê xwe li kerê dixe û di ber xwe de dibêje: Ço kero ço! Ez diçînim nav û tu diçîne nav, ma wê kî bixwe!.









Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5877