
Þeva borî di / 19 - 20 / 11 / 2022an de careke din artêþa Tirkî poeresyoneke nû di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir di bin navê ( Kulabê þûr) de li seranserî herêmên Kobanî - Þehba û Til Rif`et - Dirbêsiyê - Dêrîk , di encamê de hejmarek pakrewan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn û binesaziya van herêman hilweþiyan.
Ev destwerdanên ku Tirkiyê dike armanc jê terorkirina welatiyan û peydakirina rewþeke ne aram di herêmê de , bi behaneya poeresyona terorî ya ku di kolana Teqsîmê de li Istenbûlê rûdaye.
Em di herdu partiyan de "Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li
Sûriyê" (YEKÎTÎ) û "Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê"
germtirîn sersaxiyan arasteyî xudiyên pakrewanan dikin û tîmarek lezgîn
ji birîndaran re dixwazin , û em van kiryarên ku li dijî razûrewazên
navdewletî yên ji aliyê hikometa Tirkiyê û binpêkirinên wan ji serweriya
Sûriyê re þermezar dikin , herwiha em bang li civaka navdewletî dikin û
di destpêka wan de Rûsiya û Amerîka yên ku lihevkirin û peymanên wan di
derbarê Sûriyê de bi Tirkiyê re hene ji bo fiþarê bikin da ku Tirkiyê
êrîþên xwe li ser gelê kurd û li ser welatê me Sûriyê bi tevahî
rawestîne.
Qamiþlo / 20 / 11 / 2022
Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ)
Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê
Werger ji Erebî : Hiþmend Ebdilmenan Þêxo