Çadirgeh
Dîrok: ÇáÎãíÓ 13 ÃßÊæÈÑ 2022
Mijar: Nûçe



Sakar Kamil / Şariya

Qonaxên jiyana Êzdiyan dikarim bêjim hemû bi firman û qirkirin û nehametiyan re derbazbûn, dîroka Êzdiyan bikole zemenekî kêm jî nabînî jiyaneka tena û aram Êzdiyan derbazkiribe.
Dawî fermana Êzdiyan li 3 yî tebaxa 2014 an de li Şingalê qewmî ji aliyê dewleta bi nav îslamî (Da`iş)ê, di vê fermanê de Êzdî rastî cînosîd, komkujî, derbiderî, nehametî û tawanên regezî û bedenî bûn û ji hemûyan nexweştir keç û jin hatin revandin û firoştin di sûkan de weku her tiştekê din yê kêm buha.


Di vê cînosîdê de li pey amarên berdest bitir ji 350 hezar ji Êzdiyan aware û penaber dibin, awereyî herêma Kurdistanê û xwecihî kampan bûn, Eve heşt salên rebeqin di çadirgehan de jiyana xwe dibine ser ji neçarî li ber tava Rojê li Havînan, Serma û Befir û Barana Zivistanan.
Çadirgeh bo zemenekî kêm dihêne çêkirin û piştî asayîbûna rewşa şeran dîsa ew penaber vedgerine ser mal û halê xwe, Lê rewşa Şingal heta niha jî tevliheve û alozî hene, û jimareke hêzên çekdarî lê tevdigerin eve jî egerekê aşkiraye xelkê Şingalê yê di çadirgehan de venegerin Şingalê, Nakokîyên siyasî yên navxweyî, herêmî û navdewletî jî egerekê din yê serekeye.

Rêkxistiyên nehikumî jî hêdî hêdî xwe vedikêşin ev yeke jî wê barê awareyan girantir û rewşa wan aloztir bike ji aliyê jiyarê ve.
Xelk jî bi omêde rewşa Şingalê asayî bibe û êdî dergehê çadirgehan qepatbikin û vegerine ser mal û halê xwe li axa bav û kalan, û dûrbibin ji bûyerên sotin û agirên çadiran û nefeseka hênik ji bayê sarê Êvaran tijî hinavên wan be û hest bi êmnahî û aramiyê bikin.
Êzdî bi xwe jî ji astê kesayetî, civata rohanî, berpirs û saziyên mîrî û nemîrî û rêkxirawên navdewletî yên mafên mirovan karbikin û fişarê li hikumeta herêmê û Bexda bikin û daxwaz ji civaka navdewletî bikin rewşa Şingal êdî aram bibe û dawî bi nakokiyan were,
Fere civaka navdewletî jî her çi zûtire rewşa Şingalê asayî bike ji aliyê siyasî, êmnahî û herêmî ve û dawiyê bi awareyîya Êzdiyan bîne û ola kevnara Êzdiyan biparêze ku rehên wê vedgerine kûrtirîn kûrahiyê di dîroka însanetîyê de.
Lê eger rewş bi vî awayî bimîne wê civaka Êzdiyan rastî mirineke Sipî bibe û buhayên însanetîyê binpê dibin ev yek jî dibe sedem civaka Êzdiyan pirt û belav bibe û di vê rewşa aloz û nelibar de niqo bibin.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5837