Lazgîn dêrunî
Keça kurda serî hilde
Porê berde çavan kilde
Serî rake bilind li jor
Bila berba bibe ew por
Serî veke porê þeke
Cilên ciwan li ber xwe ke
Bi azadî jiyan xweþ e
Bi serbestî mirov geþ e
Zilf û biskên Mahsa hejar
Ji bo dijmin bibin sêdar
Kezyên Mahsa bibin du mar
Xwe bipêçin stuyê neyar
Evîn jîn e jiyan eþq e
Jin bixwe ronî û þewq e
Jin bo jînê tam û xwê ye
Jîn bê jinê tim kelê ye