Nexeya rewan bdengiy.
Drok: 27 2022
Mijar: Ne



Mizgîn Hesko

Hîn...
Di tariya evan de
Xwe ji himêza te vedidizim
Û tevlî bikojên bêdengiyê dibim
Û mîna stêreke herî biçûk
Berûvajî karwên diçim
Dûr...
Dûr ji rêka kadizê diçim
Û derbasî
Parzemînên mijgirtî dibim
Bi hêminî...
Tevlî giyanê razber ê zemînê
Dibim
Û li wir
Wiha kesk ron didim.


Hîn...
Di tariya evan de
Tiliyên min
Biqasî bejna çiradankên
Ku li joriya asîmên vêketî
Dilkên rûpelên spî
Ji vegotinên evînê re
Gur dikin

Çivîkek ji ronahiyê me
Li her çar aliyên qubletgehên evê
Ji ser lêvên heyveronê
Gulgenimên nexîn
Diçêrim
Û rewanê bêdengiyê
Bêdeng dinexiînim...!

Hîn...
Di tariyê de
Tevlî keservedana Pênûsê dibim
Xelekek...
Ji semaya bê dawî
Bêrgî kûrahî û serxweiyê
Dibim
Û evnema herî dereng
Li ser mijankên Yasemînên xewar çirisandî
Bêrgî...
Mihiraba Xwedawendên bexiandinê Dibim...!

Bûnewerek ji bîrenîgariya
Asoyê me
Û emaloka herî ronîdar
Ji jiyê ronahiyê me...!

Hîn...
Tevlî nimêjên bê dawî
Dibim
Û hîna jî...
Li rexê dilê te me
Li tenita hiê agir
Û nêzîkî
Bîreweriya axê me...!
Û hîna jî...
Ristên min
Girover in..
Ne ew bidûmahî dibin
Û ne jî destên evê
Ji danehevê diwestin..!

Hîna jî...
Li rasta himêza te têm
Û hîn...
Nivitên xuro evînî
Bi wêrekî
Di nav guliyên evê de
Diveêrim
Hezkirin e...!
Û tu dizanî
Çendîn çavên min
Bi te vedibin.


* Tîrmeha 2020.






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5828