Ehmed Meter
Werger ji Erebî:Dr.Ebdilmecît Þêxo
Min ji destlatdar re got: Te em anîne jiyanê?
Ewî got: Na …. Ne ez im
Min got: Eyan Xweda, tu li ser me kiriye Xwedayek?
Ewî got:Ev ne liyaqî Xweda ye.
Min got: Me ji te daxwaz kiriye ku tu destladariyê me bikî ?
Ewî got:Na !
Min got: Eyan deh welatên me hebûn
Û welatek ji wan balê ye(bi karhatiye) û pêwîstiya me pê tuneye
Û me ew welata daye te?
Ewî got:Eva çê nebûye û çê nabe jî .
Min got: Te tiþtek bi dên daye me?
Eger em dênê xwe ne din te
Tuyê vî erdî li pêþ me winda bikî.?
Ewî got: Na!
Min got:Eger tu ne Xweda bî yan ne bav bî
Yan serdarekî hilbijartî bî
Yan maldar û dayînger bî
Vêca Xêre, ya lawê filan kesî ,tu li me sîwar dibî?
.…..Lê di vir de xewin bi dawî bû
Lêdanên deriya min ez þiyar kirim
Deriyê ji me re veke bêjîyo!
Deriyê ji me re veke !
Xewnek noker di mala te de heye !!!!!!!
Efrîn.22.09.2022
X:Ehmed
Meter helbestvanekî Îraqî ye ,di sala 1954 an de ji dayik bûye,ew niha
li Êngiltera dijî û heft dîwanên wî hene û ew li seranserî welatên
Ereban navdar e.
Çavkanî: Fêsbok