Kampanya Azadî
Roja sêzdehê îlonê, polîsê “exlaq”ê ku berpirsê lixwekirina žerpê ne li Îranê , ev saziya ku mîna desteya Hisba ya DAIŽê û Komîsyona “ El-Emir bilmerûf we El-nehî en El-minker” . keça Kurd girt.
Jîna Emînî (Mahsa Emînî) 22 salî, bi hinceta “nepabendîbûna wê bu hîcaba Îslamî” pižtî çend saetan ji desteserkirina wê, di bin îžkenceyê de li yek ji midûriyeta polîsan a paytexta Îranê Tehranê jiyana xwe ji dest da.
Kužtina Jîna Emînî (Mahasa Emînî), bûyera Frinaz Xosrewanî bi bîra jinên kurd û miletê Kurd ve anî, Firînaza ku di sala 2015ê de xwe ji qata çaremîn ya hotêlekê li bajare Mehabadê avêt, di dema reva wê ji destdirêjiyeke endamê istixbaratê Îranî, û wê demê protestoyên tund li dijî rêjîma Îranî li çend bajarên Kurd derketin, lê pir berdewam nekirin.
Li hemberî vê tewana ku dermafêî keça kurd hat kirin, li Îranê
xwepêžandanên berfireh ên jinan û gel hatin gûrkirin û xwepêžanderan
dirûžmên “Bimre dîktator”, “Kurdistan goristana fažîstan” bilind kirin.
Jinên
din ji bo žermezarkirina vê tawanê porê xwe kurt kirin û žemalên xwe
žewitandin, û bajarên Îranî û Kurdistanî yên Îranê li hemû bajar û
parêzgehan veguherî qada xwepêžandanên berfireh ên gel li dijî rejîma
Îranê.
Rejîma Îranê bi gulebaran û girtinê bersiv da; Zêdetirî 5
kesan jiyana xwe ji dest dan, di nav wan de jinek temenmezin, û bi sedan
kes jî birîndar bûn, her wiha girtî jî, di demekê de ku hêj xwepêžandan
û grevên gižtî berdewam in.
Em tev dizanin ku Jîna “Mehsa” û Firînaz
ne qurbaniyên bi tenê ji vê rêjîmê re, û wê ne yê dawî bin jî, her ku
hebûna wî girêdayî hicab û porê jinan be û biskên porê wan ta vê astê
wan ditirsîne.
Lewra ev rêjîm tundîtiyê li dijî jinên dijîberê wî
bikar tîne, da ku jinên din bitirsîne ji ber ku ew giraniya dengê jinan
baž dizane, û di mêjûyê de her jin pirsgirêkek bûn jê re.
Ku ji dema
derxistina yasaya qedexekirina lixwekirina hicabê di sala 1936an de
derket, û sizakirina her kesê ku ji mala xwe derkeve, di serdema žah de,
û pižtî žoreža îslamî ya Îranê ku ji sala 1979an ku hicab vegrandin û
jixwekirina wê hate qedexekirin li xwe kiriye, Jin rastî jiywazkirinê, û
tundîtiya fizîkî û devkî, dûrxistin, bindestî û zora olî û binpêkirinên
giran hatine kirin, ev yeka ku ticarî liveke navnetewî berovajî wê
derneketiye.
Berxwedana femînîst a ku ev du roj in ji aliyê jin û
keçên Kurd û Îranî ve li dijî rejîma welayeta feqîh û tewanên wê
derketiye holê, asta hêz, hižmendî û biryardariya jinên hilgirê guherîn û
pažverûtiyê nîžan dide. hêza žorežê ya li welatekî ku ji aliyê
teokratîka olî ya baviksalarî ve tê birêvebirin, ku hebûna jinê red dike
û ji jiyanê dûr dixe.
Em vê berxwedan û têkožîna jinên Kurd û Îranî
li Kurdistan û Îranê weke îlhamek ji bo xwe dibînin û îradeya me ya
berdewamkirina daxwaza mafên jinên Kurd, pižtgirîkirina wan û rûbirûbûna
hemû pêkanînên tundiyê yên li dijî jinên Kurd bilind dike.
Em
rêxistinên sivîl û çalakvanên sivîl ên femînîst û jinan ên ku vê
daxuyaniyê îmze dikin, sersaxiyê ji malbata Jîna Emînî re dixwazin û di
heman demê de hevxemiya xwe ya tevahî bi jinên Kurd û Îranî re di
rûbirûbûna rejîma zordar û sitemkar ya wilayeta Feqîh de radigihînin.
Emê
pižgiriya têkožîna wan a rizgarîyê ji vê rejîma pažverû ya ku ev çil
sal in li ser sînga wan e, em têkožîna wan silav dikin û pižta wan
digirin da ku azadî û wekheviyê bidset bixînin, û em kampanyaya
parêzvanî û pižtgiriyê ji bo jinên kurd û Îranî radighînin, birêya
hejmareke çalakiyên ku wê birêya posterên taybet bêne belavkirin
radighînin.
Bijî berxwedana fêmênîstan
Bijîn jinên Kurd
Bijî jinên Îranî
Bijî Kurdistan