Daxuyanî: Bîrûya pêwendiyên giþtî Þepêla pêþeroj a kurdî li Sûriyê
Dîrok: ÇáÎãíÓ 19 íæáíæ 2007
Mijar: gotar



Bîrûya pêwendiyên giþtî civîna xwe ya normal li darxist û li ser bûyerên herêmê rawestiya, nemaze ku diyarbûneke reþ di encaman de heye, ji ber tevheviya doseyan û her yek leystikvanên wê yên herêmî û navnetewî pirin.


Doseya newewî îranî û çareserkirina wî, hatiye girêdan bi Xezê û Iraq û Libnan û Sûriyê û adeyên Imaratî, wisa jî doseya libnanî yê ku di hûndirê xwe de gelek doseyan vedhewîne û heke doseyên herêmê lihev badayî ne û çareserkirinek bingehî ji wan re gereke, ji xwe rewþa hûndir ya Sûriyê xizanî û birçîbûn têde diyarin û nexweþî û tergezên civakî jî li ber cavanin, tev ku rijîma parastinî þelûpêla bi rikbûn ji civaka Sûrî re dike, çi ji layê geþpêdan û keysên kar û çi ji layê azadî û zordariya berdewam û rizwabûna civakî bi tevayî û wargehên kirziyê di navbera binkokên civakê de di çîne, ku tevna civakê bêtir ji hev bixe, tev ku berê civak jihevketî û xerabiye.
Vê yeka ku diyare di rikbûna mejiyê nijadperest de, ku temamkirina projeya cihgirtinê di herêmên kurdî dike û ew jî dûmahiyeke ji projeya kembera erebî yê sala 1974an rijîm dest pêkir bû, li ser dirêjahiya sînorên parêzgeha Hisiça bi dewleta Tirkî re, ango ji bo dabeþkirina kurdan di parçên kurdistanê de bike.
Di derbarê vê rewþê de, berhingariya vê projeyê û xistina wî, kardariyeke netewî ye, lewma jî amûrên lihevhatî dixwaze û wisa ji komîta sazînkirinê tête xwestin ku hemû pijartiyên xebatê berçav bike, nemaze di derbarê rikbûna rijîmê li ser berdewamiya rêbaza xweseriyê û lêkeriya miþixtkirinê yê ku hasten kînê û cûdahiyê zêdetir dike, bê ku mejiyê nijadperest têbighêje ancam çiye û bandore wî li ser rewþa Sûrî bi giþtî çiye..
Ji xwe karê ku cîgirê berpirsê werzên Hisiça de, di raporta xwe ya ku ji þahyariya petrolê re hildabû ku tê de kurdan tawanbar kiribû ku bi zimanê kurdî di axifin û diziyên ku di sazûmanê de dibin vedþêrin, lewma pþniyar kiribû ku karmendan ji dervê parêzgehê bênin û kurd tu car nekin karmend, ji xwe ev rapor kina nijadperestiyê diyar dike û ew bi xwe xalek biçûke di derya kîn û nijadperestiya ku partiya Ba''''as kiriye çand û reftar di civakê de.
Wisa civak li ser danûstandinên damezirandina encûmaneke netewî ( çavkanî) li ser bikoka peydakirina gotebêj û helwesteke kurdî yekane rawestiya û di derbarê vê yekê de nameyeke hate hinarti ji herdû partiyên hevbend, Yekîtî û Azadî  ku xalên cûdabûna me têde bi nivîsandin hatin tomarkirin, yên li ser bawernameya sêyasî ji layekî û paldera netewî yê ku hiþt em çarçoveke netewî bipijirînin ku hebûna netewê biçesipîne weke gelek li ser xaka xwe a dîrokî dijî û hevpariyek rast û tekûz bi hemû binkokên civaka sûrî re dixwaze.
Em di þepêla pêþeroja kurdî xebat ji bo dimoqrasiyê û bidawî kirina talkirtina partiya Ba''''as ji civak û seriyan û kelîjê re bînin, wisa jî danasîna bi hebûna gelê kurd û nasnameya netewî jê re, helbet ev xebata me li ser giranbûhayên serhildana avdarê paldide, lewma jî ji bo parastina xebata komîta sazînirinê û yekêtiya helwesta kurdî weke armanc û amûr, me dît ku avabûna çavkaniyeke kurdî armanceke em jê re amadene û dixebitin û her wisa jî nerînên me yên sêyasî û cuda dimînin taybetiyek þepêlê, lê em nakin kelem di ber damezirandina encûmaneke netewî.

12-7-2007

Bîrûya pêwendiyên giþtî
Þepêla pêþeroj a kurdî li Sûriyê







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=582