Emer ismayîl
Nivîskarin ji bu hebunê li Karin
Þev û rojan li hespê xwe swarin
dîrok nasin bihiþ mendî dinêrin
Ji bu Azadîyê herdem þîyarin
Hemî çerxa bizav û ramîyarin
Xameyame himber topê nearin
Þevên tarî dikin ruhnî ji gelra
Ji bu jînê û surþtê gulbharin
Nivîskarin û çavnêrê welatên
Bi Armanca hebunê ceng civatin
Ji bu rastîyê dipîvin û dirêsin
Pîvanên nerx wekî nexþê welatên
Bizanistî hemî rengî dinvîsin
Çîrok û helbestên þêrîn dihunin
Rexnevanin û lêkulîn û gutarin
Parêzvanin mafê gelê hejarin
Giran barin nivîskarên me kurda
Mixabin îro ewjî bune prçe
Hinek ji buna gelê xwe destubarin
Nifþek ji bu neyar her melevanin
Nivîskarin Evîndarê welatin
Wekî bazin liserdara çinarin
Dijî zorê bi dengê her bilindin
Ji bu gelê bindest her hevalin
Bi tîp û ristê zêrînin her û her
Ji bu gel û welatê xwe ferhengin
Ziman zanin di þoreþa zimanda
Ji bu sexwebunê bi sed zimanin
Nivîskarin li hemî waran digerin
Li welat yan penaberbin dikolin
Erkê rojê li ser qadê hildigrin
Name ya rêzgarîyê radgehînin
Nivîskarin wek pêþmerga li Karin
Bixem barî bê xwen bê hedarin
Dewlemendin bi evîna miletê xwe
Wekî stêran li asmana þîyarin .
14 /5/ 2022