Ken jiyan
Drok: 30 2022
Mijar: Ne



 Dr.Xelîl Omar

Hîna navika Margerêt nehatibû birrîn, waqînî pêket û textor û nûrsan ew ji destekî dane destekî.
  Di wê salê de û di wê rojê de û di wê seet û xulekê de, navika Morê bi meqesa malê hate birrîn û tevî ko wê di cih de kire waqînî, lê rebenê ma weke tejekî re! Te dît xelkên Riwanda ji berê de ne takî berfên in.
  înê jî di vê wextê û vê rojê de ji diya xwe re çêbû, lê demeke dirêj deng jê nehat! Gelo keçikê nexwest serên yên li dora xwe bêîne? ..Gelo nexwest ko di malê de, bibe keça heftan? ..Gelo protesto kir ji bo dûrbûna bavê ji welêt? ..Gelo ermezar dikir ser, ko Zîna "mittirb"¹ jê re bûye pîrik? Gelo ..Gelo…


  Pîtî van mitalên vala û bêçare, înê biryar stend û dengekî bêkêr jê hat û hin bi hin reng lê vegeriya û bi sistayî destikê xwe bir ber bi devikê xwe, qey ta ew jî ji xwe re dinya gewrik bibîne!
- Dîsan keçike ne wisa? Xesiyê pirsî.
- Xulama te be, weke xezaleke werdî ye! Zînê bi kêf lê vegerand û du qerpalkên pak li keçika emze pêça.
- Mizgîniyê bidin Hecî Reo, herî ko bav li çol û pola ye! Xesiyê bi ermezayî got.
- Hemû dana Xwedê ye, çi keç çi kurr! “Nûrsê” baweriya xwe di vî warî de da û keçika wek lepekî da destên diya wê.
- navê wê bikim Gewrê! Dê bi dilgeî got û keçik danî ser doekê pî xwe.
- Navê wê tu dikî Gewrê, navê wê tu dikî Mewrê, ji min re weke hev e! ..Eva în, çê ye ko navê wê înê be! Xesiyê bême''''''''dî xwe got.
- Belkî bibe sebeb û Kawa vegere û warên wan în bibe! Zînê hêvîkir û zîvirî ser jinika çillîn û jê re got: Hela bê tu tiliya xwe nake devê wê, bera keçik fêrî mijandinê bibe û tu jî hinek dimis û rûn buxe.
PITΠ 7 SALAN
  Margerêt li ber neynikeke mezin  hevde-hevde porê zer kinî û hûna û çentekê pemba avêt ser pita xwe, û di vê navê re Roz jê re sendewîa "Hot-dog" pêçabû û çawa dê sendewî danî ser mase, keça malê tê dahat û bibez berî da posta dibistanê.
  *       *       *
  Corc Hamilton li Riwanda raporteke dûdirêj amade dike û qet jibîr nekiriye ko telegramekê  ji keça xwe re bi rêke. Sibe 11 sebtember e, rojbûna Margerêtê ye û ma kullek di dilê wî de: Gelo wê Roz ji êrîna ber dilê wî re "barbie"² kirȋbe? Naherê Roz titên wisa jibîrnake! Corc li xwe vegerand û ma mijûl ser roja sibe, dema ko raport û wêna wî di "Daily Mail"³ de, bê weandin û xweziya wî ma bi wê wextê, gava ko Roz wêna wî anî roniya çavên wî bike.
=  
  Morê, ne çente hebû, ne gore hebû, ne dibistan hebû, lê cengeke giran di navbera eîra wê û eîra Totsî de hebû. 11 sebtember e, Sebellî, li erdê pan bûye û ji pêvî xwînê û tivinga kelanikov û cendekên çend kutiyan kesekî din li dora xwe nabîne! ..Mannê, Kêba, Sayko, Morê çi bi serê wan hatiye? Çi felek li wan geriya ye? Sebellî ji xwe pirsî û bi ê û nalîn, terrîa serê xwe li birîna lingê xwe bada.
=   
  înê berdilka în li xwe kir û demeke dirêj li eh geriya û bêxatir û maçîkirina dê, derî vekir û hêdî hêdî berî da mala Gulê.
=
 Kawa ev dora heyt salên wî ye, ko ji malê derketiye û bê deng e û bê xeber e! Hinek dibêjin ew di errê Libnanê de hate kutin! Hinekî din digotin nedûre ko ew li "Israîl"-ê dîl bûye! Civatên pîrekan digotin: Heye tuneye, mêrik ji xwe jineke "Libnanî" aniye û guhê xwe ji gellek merselan dînc kiriye.
=
 11 Simtember saet 11 û 11 xulek, namake înesor bi pûl û bi mohr, kete destên înê
    Mamoste name ji xwendevana xwe re xwend û xwend  û dawiyê gihît silavan ji bav û dê re û herwisa Safînaz û here xibên xezalan, yek bi yek û nav bi nav, lê mixabin tenê navê înê di nav navan de, ne înkir û ne sorkir.

------------------------------------------------------------
¹ Kesin, ne eîrin û kurd bi çavekî kêm li wan dinerin.
² Bûka zaroka ye navdar e.
³ Rojnamak Barîtniye rojane ye.








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5763