BAV SNAN
Drok: 23 2022
Mijar: Ne



Dr. Xelîl Omar

  Dengê reyandina Tûjo ji hewa baûr hat û pê re dengê Eliyê Kele hat:
– Malê, ma qey kesek tuneye, ko vî kûçikî ji min raqetîne?
– Tîdî mîrato, ma tu bavê Sînan nasnakî? Nofê ji hundur derket û bi kûçik re xeyidî.
– Ev ne kûçik e, ev gurê har e, nahêle ko rêwî bi rêwîtiya xwe di vir re derbasbe! Bavê Sînan bi nerazîbûn got û hey bi gopêl kûçik ji xwe diqewrîne.
– Fermo kirîbo, wextî Hecî ji ê bê, fermo derbasbe, serçavên xwe bio û firreke ava cemidî vexue! ..Xêre, vê qiyalê, tu ketiye rê? Kevaniya malê ji bavê Sînan pirsî û kurtêlkeke nan avêt ber Tûjo.


– Mane îro xuya malê ji min tê xwestin! ..Sînan pîreka xwe biriye amê ser  textor û Xwedêda jî li ingalê ma, qey kirîba te Zeko nedihat dikanê? Elî sedema "vîzîta" xwe da xuyakirin û bi serê gopêl deriyê odekê vekir û nêzîkî pencerê xwe berra erdê da û pita xwe sipart dîwêr.   
– Bi serê Seydo û bi serê Sînan, doh bû Hecî qala te dikir û digot: gelo xêr e, nema bavê Sînan xuyadike? Gelo ne nexwe be? Erê bi Xwedê tu ji bîra wî nediçû? Nofê dostanî û babûna mêrê xwe ji kirîb re da xuyakirin û bi sûnd û zorê kulav li bin raxist û Cemîla jî, ji alî xwe de misîn û legan li ber bavê Sînan danî.
– Mane vê demê ez çûbûm ingalê! ..Li wêderê dinya xerabûye! ..Elî xwest hinekî li ser ingalê bipeyive; lê Nofê gelekî jê re nevalabû û bê "pardon" ji odekê derket û berê xwe da pînê.
 *  *  *
– Tu ji min re nabêjî li ingalê çi rewa xelkên me bû? Dibêjin li wêderê hikûmeta Îraqê bi darê zorê Kurdan koçber dikin? Hecî yê ko nuh ji ê hatiye, ji bavê Sînan pirsî û cê xwe li himberî wî çêkir.
– Erê bi Xwedê; "be''''''''sî" li wan bûne agirê sor! Xortan digrin û wan nebedî dikin, xaniyan wêrandikin û bi erdê re rastdikin, ter û malên wan talan dikin û li ûna wan, ereban bi cî û war dikin! ..Ji xwe li aliyê Soran û Behdînan bi topên napalm wan topbarandikin û gelek gund û bajarok li
wêderê ewitandin û xelkên navçê  koçberkirin!  Bavê Sînan rewa baûrê Kurdistanê ji kirîb re îrovekir û bi kerb qûncika çigarê ji nav tiliyên xwe avêt ber devê derî.
–Xwedê ji wan re nehêle, ne li vê dinyê û ne li wê dinyê! ..Lê guh medê birako; giya dibin keviran de namîne! Hecî li kirîb vegerand û destê xwe avêt  tasa vala û bankir:
– Ma hûn li ku ne lawo, ma hûn ketine kîjan qulê? ..Mirov li vî hundurî ji tîna bieniqe, kesek tuneye ko firreke av jê re bîne û tasa vala ji dest xwe virvirand.
– Ez dibjêm hîna tu û xalê xwe nelihevin? Bavê Sînan ji kirîb pirsî û kir ko hayê wî ji titekî tuneye.
– Lihevhatina çi ciwamêr! ..Mêrik nayê ber tu rayê û weke ko tu dizanî; em jî ji mafên xwe danakevin û ka vî kerî di vî buhurrî re derbaske! Hecî Kermo doza bêçareser danî ber destê kirîb.  
– Tu ji min re nabêjî: gelo lawê Ferso hîna wî beranî difroe? Bavê Sînan ji Hecî pirsî û xwest mijara gotinê biguhere.
– Haylo tu hîna li berên dipirsî! ..Lawê Ferso ji berî mehekê de, ew kire mûlid û li ser ruhê diya xwe da! Aqilê min ew beran nexwebû! Hecî pîjikek di ber bazara wan î kevin de rakir.
– Ba bû gidî, ko em ne weritîn û me nekirrî! Mêrikê êzidî bi tirs got û guhukê destmala xwe bi iniya xwe xist.
– Hesîna! ..Cemîla! ..Kî ji we, li wêderê ye lawo! ..Ecele çayeke bi darçîn ji kirîbê xwe re çêkin û bera diya we jî jibîrneke ko firavîneke dujîn ji me re amadenbike! Hecî Kermo bi dengekî bilind bankir kufletê malê û rahit misînê sor û çû destmêja nîro bigre.

  >>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5759