Sehribana Kurdî: bi rêya Huner u dengê xwe; dixwazim yekîtîya me hebe
Dîrok: ÇáÃÍÏ 15 ãÇíæ 2022
Mijar: Nûçe



Hevpeyvîn Gulistan Beþir   

1_Sehribana  Kurdi ya Navdar  kîye?
Ez Þehribana Kurdî me.
Ji Navçeya Qoser`ê me. Qoser navçeyeke bajarê Mêrdîn`ê ye.
Bavê min karkerekî þaradarîya bajarê Ýzmir`ê (Turkiye) bu. Ez jî li Îzmîr`ê hatime Dinê. Ev 55 salin malbata  min li îzmîr`ê dijîn.
Ev 29 salin ez li Elmanya ( Germany) dijîm. Zewicîme û dayika 4 zaroka me.


2_Destpêka hatina we ye di nav cîhana hunerî de û bandura  kî li ser te bûye?
Weke ku min di gelek hevpeyvînan de jî anîye ziman min gelekî li hunermendên hêja; M. Arif Cizrawî, Kawîs Axa, Meyrem Xan, M. Þêxo, Tahsîn Taha u hwd. guhdar dikirin. Ez wan hemîyan bi rêz u bi hürmet Biber tînim.

3 _çi zehmetî û astengî te kêþandin Ji malbatê u civakê?
Ya rastî malbata min, ji destpêkê heta vê rojê, di hemî deman de destek dane min, alîkarî û piþtgirîya min kirin u tû carî jibo min nebûne asteng.
Em bixwazin, nexwazin ji derdor u civakê hinek rexne u nerazîbûn dihatin lê, ew nerazîbun u rexne tû carî jibo min ne bûn asteng.

4 _Çi peyama ku hûn dixwazin bi rêya hunerî û stranbêjiyê bidin kesên din?

Berî her tiþtî em miletekî bindestin.  Zilm u zordestî, ji ser me kêm nebûye. Gelê me bûne koçber u li cîhanê belav bûne. Her wisa di navbera Serok, partî u eþîrên Kurdan de yekîtîyeke netewî tûneye. An þerê hev dikin, an jî li kêleka dujminê xwe ne.
Dujminên gelê Kurdistan vala nasekinin; ji hêlekê dixwazin gelê Kurd u zarokên Kurda asîmle bikin; ji hêla din ve jî dixwazin Çand u Hunera gelê Kurd ji holê rakin, an jî wê çand u Hunera gelê Kurd weke ya xwe bidine xuyakirin u nasandin.
Ez jî bi rêya Huner u dengê xwe;  dixwazim yekîtîya me hebe, em ji hev u welatê xwe hez bikin. Em çand , Huner, folklor u dîroka welatê xwe biparêzin u bi Cîhanê bidine nasandin. ......

5_ Gotina dawî ku tu dixwazî ji jina kurd re bêje çi ye?
Berî her tiþtî Ez, jina Kurd, keça Kurd a qahreman silav dikim. Wan ji bo welatekî azad; ziman, Huner, çand u huner a Kurdî wenda nebe canê xwe fedakar kirin.
Pêwîste jina Kurd li van nirxên xwe xwedî derkeve. Xwe li her derê bi rêxistin bike. Zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî , Dîrok, çand ü Hüner a  Kurdî bikin.
Bila jina Kurd stran u kilamên Kurdî bi strên u zarokên xwe jî ferî stran u kilamên Kurdî bikin. Jibo yekîtîya gele xwe xebatê bikin.
Careke din bi hêvîya welatekî azad u yekîtîya gelê Kurd ez, di serî de jina Kurd; hemî gelê xwe bi dil u can silav dikim..
Her wisa xwuþka hêja Gulîstan;
jibo ked u xebata te, te pîroz dikim, hêvîdarim ku her kêfxweþ u serkevtî bî.
  










Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5747