Bajarê xewar
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 26 ÃÈÑíá 2022
Mijar: Nûçe



Wehîd Keleþ

Tenê bê hiþ di rê de di wê cada dirêj de diçû û gavên wî ew direvandin û ew  jî ji xwe direviyan.
Çixara xwe dikiþand û dû yê wê jî ji sînga xwe ne derdixist ew dûmane jî bi janên dilê xwe re dadiqurçand.
Di vî bajarî de mirov gelek êþ û derdan dadiqurpînin ji roja bûnê ta roja çûnê her jan ewe Jane ewe  ewe eewwee.
Baran dibariya û tariya wê cadê mîna tarîbûna dilê wî bû na mîna tarî bûna li hawîrdora çavên wî bû. Dengê wê baranê tiþtek anî bîra wî. Di nîva wê cadê de rawestiya, lerzekê canê wî guvaþt û pêteke germ di pozê wî re hilkiþiya rayên serê wî. Serê xwe hilda jor qîreka bi þewat bi  dengê xwe yê aza berda :
-Kanî çavên te bêrîvan k..an..î.. ç…a…v..ê…n…te b..ê…r…î…v…a…n


Vedenga dengê wî di wê þevê de lê divegeriya tenê ew bûbû þivanê þevên reþ.
 
Ev çend salin baran dibare?. Ev deh salin baran nemîna baranê dibare û ev deh salin li van cadeyan li bihina Bêrîvanê, li çavên Bêrîvanê digere ew Bêrîvana di  vê cadê de  windabûyî.
Ev deh salin bandike û dengê wî, sêwî li wî di vegere.
 
Baran dibariya ta gincên bin cilan jî þilbûbûn lê ew serxwþbûbû bi tiþtekî hest ne dibû hew bi baranê û bi xwena Bêrîvanê ve  mijûl bû.
 
Gavên giran, þil û westiyayî ew gihandin goristana bajêr. Li ber kêla gorê ji kundikave rûniþt. destê xwe li her du kabên xwe pêçan û serê xwe mîna landikê di bir û di anî û çavên wî bi nivîsa wê kêlê ve diçûn û dihatin. Destê xwe kir di berîka qapûtê xwe de çixara dawî bû ji pakêtê kir di
nava wan lêvê xwe yên þil de، ji serma destê wî bangerê ste ne digerand, çend hewildanên pûç lêxistin ji berî ste werê vêxistin.
Wê çixarê ronahiyek di wê tariyê de vêxist çixara xwe bi dawî anî, ronahîbelav bû, dîsa bû tarîstan. Xwe bi serhev de guvaþt, ji niþkêve ronahiyek ji bakurê goristanê ve hat, mîna çirayekê  bû li ser goristanê digeriya. Rawestiya ji xwe re got :
- ev mîna Bêrîvana mine, lê wekî dûmanê ye, na wekî ronahiyê ye.
 
Bêrîvana wekî  dûman û ronahiyê  destên xwe divekirin û bi dengekî bi ken bandikir, de were min bêriya te kiriye de were lo .
 
Bêrîvana ji dûman û ronahiyê yarê xwe hembêzkir û ronahî belavbû dîsa li goristanê bû tarîstan. Dem hêdî hêdî derbasdibû, þev derbasbû û bajad hîn bê beng bû û di xewê de mabû.
 
Bi banga elendê re mele bankir :
- Remo çû ber dilovaniya xweda yê xwe, li wî bibûrin xweda li we bibûre.
 
Wê þevê koça Remo dîno bû. Wî çaxî sê çariyên mirovên wî bajarî hîn di  xewa giran de bûn, ji bilî min û te, gelekan ne dizanîn sedem çi bû? yan  çîrok çi ye? Girînge? yan ne girînge ji mirovaniya mirovên bajarê  me re.?








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5740