Zewaca nûjen
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 06 ÃÈÑíá 2022
Mijar: Nûçe



 Dr. Xelil Omar

   Pîrê ji bêkesî û kalo ji bênefsî, herdiyan li hev pirsîn û meheke di wê navê re neçû, bûk û zavê govendeke giran lidarxistin. Ji aliyekî de dahol û zurne bû û ji aliyê din ve girî û hêsrên herdû keçên Kalo bû; çawa wê bav bizewice û hîna deh sal di ser mirina diya wan re neçû ye.
- Heger  min nehiþt  ko takên porê wê, yên mayî bibin hirî, bera navê min ne Xecê be! Keça Kalo ya mezin got.  
 - Heger  min nehiþt  ko ew sêrê xwe jibîrbike, bera ez ne ji piþta bavê xwe bim! Keça Kalo ya biçûk got.
- Xwelî li serê min be, ko ev hedû sêwiyên ber dîwaran, ji min re bibin kêþ e! Pîrasêr ewê jî ji xwe re got.


 Li balefirgeha "Frankfort"-ê melkesa pîrê danî û çawa xwe ji polîs û gumrikê azadkir, berê xwe da teksiyekê li dera han û navnîþanek da destê þifêr.
*   *   *
  Li kolana "Gottê" li ber deriyê bara "Pontê", herdû xortên kurd pêþwaziya mêvana xwe kirin û ew vexwendin hundur ser "bekaleke”¹ bîra bavarî! .."Bekala" pêþîn bi pirsên ser rewþa welêt xelasbû, bi vexwuarina bekala diwem ; pîrê û herdû xort bi hev re gihîþtin peymanekê û qelenê herdû keçên Sofî birrîn û ji wêderê jî, jinika sihirdar, koma "mark"-an² transfêrî hesabê xwe yî swêsrî kir.
*   *   *
  Serê sibehê ye, roja înê ye, roja ko pîrê tê de bi tu deveran de naçe û xwe ji Remlê û mitalan re vala dike û heke girîng bû, ew dikare roja mêrik jî lê bike jar.
- Wê mêvanên me bên û va tiþtek di destên wan de ye, gelo buxçike gelo sellike? Pîrê got û serê wê ma daqûl li ser Remlê.
- Gelo ew ji riyeke dûr ve tên? Sofî jê pirsî û destê xwe avêt herdû taken  riha xwe.
- Hela wêde, Xwedê ji te razî! Pîrasêr bi zilamê xwe re xeyidî û ew ji xwe wêde kir.
*   *   *
- Yadê pîrasêr, ins e an cinn e?Lawikê cîrana, ji diya xwe pirsî.
- Pîrasêr mirov e, ew jî weke me ye, dizewice û dimre, lê tenê
zarok jê re çênabe! Dê lawikê xwe liberxist û berê xwe da bîro û
neynikê.
- Yanî pîrasêr  ne pîrebok e? Lawik dîsa ji diya xwe pirsî.
- Pîrebok cinn e! Dê lê vegerand û mûçing avêt orta herdû biruwên xwe.
- Wê rojê diya Þemso digot: heger  mirov derziya çelokan di ber pîrebokê re rake, ew pîrebok nema dikare xwe ji ber çavan bixe û bi vî rengî bapîrekî wan ji xwe re yek ji wan girtibû û jê re hemû karên wî dikir! Lawik ji diya xwe re got.
- Serbextê diya Þemso be! Dê mizicî û mûçing ji dest xwe danî û “pomad”-a  sor di ser lêvên xwe re bir û anî.
*   *   *
- Miriyekî me di qulekê de nehiþtiye! Dê û bavên me biriye firingekî,wextî cîran ji ber me barbikin,agireke û em têdene! Ez di bextê te de, bê tu çarakê ji me re nakî? ..Tiþt nema û me nekir! ..Lê me axa ûcaĝ Koro li ber derî belavkir, lê me berbejin û tiberk ji mala þêx Meqsûd jê re anîn, lê me devgirêdan jê re li cem “Ezra”³ çêkir! Hemû weke ava, ko tu berra binê bêjingê de! ..Tu ji min re nabêjî ev çiye?..Min hîna televiyonên wisa bi gellek biþkok nedîtiye? Jinika cîran ji gilî û gazinan hate pirsê.
- Ev kempyûter e, keçên zilamê min ji Elmaniya ew jê re þandine, te dȋ pêwendî di riya "skype" re bê pere ye! Pîrasêr jê re þîrovekir.
- Her mirov dimîne her ecêban dibîne! Jinika cîran got û herdû destên xwe danîn serhev.
- Ji bo bûka te, ezê ji te re li malpera Valintayn binerim û hemû pirsên ko di “ankete” de hatine,divê tu bersevên wan yek bi yek bidî! Pîrasêr jinik li berxist û xwe vemalt.
- Cima tu ji min re li Remlê nanerî! ..Ma Remil jî xeradibin? .. Bibuhur xaltîkê bi Xwedê eva han nakeve serê min û bi rastî jî, ez nizaim bê tu qala çi dikî! Jinika cîran baweriya xwe di merselê de da.
*   *   *
  Piþtî ko sofî Kitik fêrî kempyûter bû, her roj bi se''''''''etan bi herdû keçên xwe re “çat” dikir û gava ko pîrê ne li mal ba, radibû bi karê wê jî û biser kullan de bê pere xizmeta xelkên dûr û nêzîk dikir.
*   *   *
- "Kurmê þîrî ta pîrî!". Nanê min li vir nema! ..Bera jê re bimîne, serê wî buxe! Heger ko ez vê jara han biþkînim jî, ewê cegenên wî yeke din jê re biþînin! ..Du tiþtên þaþ min di jiyana xwe de kirin: Ya yekem, ko min evê han kir! Ya diwem, ko min ew fêrî kempyûter kir! Pîrê ji xwe re got û bê zengo li melkesa xwe swarbû û bê fîtêz û dibiryac, weke rakêtê bi hewa ket.
----------------------------------------------------------------------------------------------------
¹ Qiideeke mezin e.
² Pere yên Elmanya bûn, berî €.
³ Mirovekî Cuhû bû, li Qamiþlo devgirêdan çêdikir.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5725