
Lokman PolatRomana Azad Ehmed Elî a bi navê ”Berxikê Kesk” di nav ”Weşanxaneya Hîro” de, bi alîkarîya dezgeha ”Semakurd” hatîye weşandin. Pirtûk 170 rûpel e. Romannivîser Azad Ehmed Elî romanê di navbera salên 1992’an – 1994’an de li Qamişlo nivîsîye û wek pirtûk di sala 2008’an de hatîye weşandin. Di pirtûkê de li ser nivîskarî agahdarî tunene. Herweha li ser ”Weşanxaneya Hîro” jî ti agahdarî tune. Ji bo ”Semakurd” di du rêzan de hatine nivîsîn ku, ”Dezgeha Semakurd ya çand û huner Dubaî / Îmarat arabîya” Ji vê kurteagahîyê dîyar dibê ku ev dezgeheke kurdan e û li Dubayî ye.
Romana ”Berxikê Kesk” romaneke xwezayî ye, tê de dîmenkişandina
xwezayê bi şêweyekî berfereh hatîye ravekirin. Ji xwe roman bi
dîmenkişandina bajarokê Dêrikê dest pê dikê, paşê bi dîmenkişandina
gundê Mezirayê didomê. Milet li Dêrikê (Ev Dêrik ne Dêrika Çîyayê Mazî a
li Bakurê Kurdistanê ye, lê belê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye) li
xwendekarên xwe, ên ku bawernameya Bakaloryayê bi dest dixin, bi şahî û
govendê pîroz dikê. Piştî şahîya pîrozkirinê çar xwendekar diçin gundê
Mezirayê. Di nav xwendekaran de yek bi navê Kûvî heye. Kûvî kurê şivanê
gund e û dibistan xwendîye dixwaze bibe doktor. Li gorê gundiyan ew bûye
doktor jî. Hemû gundî paşgotinî, galegalî û gotegotî dikin, dibêjin ku
kurê şivanî xwend û bûye doktor.
Nivîskar/vebêj bi berferehî
dîmenkişandina gund û gundîyan û çemê Dicle û sînorên di navbera Tirkîya
(Bakurê Kurdistanê) û Sûrîya (Rojavayê Kurdistanê) dikê. Min li jor got
ku ev romaneke naturalîst e. Di nav ekola wêjeya cihanê de bi navê
”ekola natoralîstîyê” ekoleke wêjeyî heye. Li gor rêbaza şêweyê vê ekolê
bi sedan, belkî bi hezaran berhemên wêjeyî /roman, çîrok, helbest,
şano,../ hatine afirandin.
Damezînerê Naturalîstîyê Emile Zola ye. Wî
prensîbên xwe di pirtûka xwe a bi navê Romana Ezmûnî de rave kirîye.
Di Naturalîzmê de Realîzmeke tund heye. Romana Azad Ehmed Elî ”Berxikê
Kesk” de jî di gel Naturalîzmê, realîzmeke xurt heye. Ji bo ev ekola
wêjeyî, Naturalîzm baş bê têgihiştin, ez dixwazim çend gotinên din jî
pêşkêşî xwendekaran bikim.
Natûralîzm tevgereke wêjeyî ye ku di
sedsala 19’an de li Fransa dest pê kirîye. Ji tevgera realîzmê pêştir
çûye. Birêveberê tevgera Natûralîzmê nivîskarê navdar Emîle Zola ye.
Natûralîzm û realîzm wek hev tên hejmartin. Lê di hinek waran de jî jê
cudatî nîşan didê.
Li gor natûralîzmê, mirov - wek bûyerên xwezayî -
hebûnên hoyên pêwîstî ye. Divê nivîskar kesa/ê ku digirê destê xwe, bi
kûrî binirxînê. Rewşa jîyana wî a civakî vekolê. Divê nivîskar gava
tîpên kesayetîyên ku diafirînê ji rastîyên zanistî sûdê werbigirê. Ev
ekol di hêla fêlosofîyê de li ser bingehê materyalîzm û determînîzmê
bilind bûye û hetanî dema me hatîye domandin.
Niha em vegerin
naveroka romana ”Berxê Kesk”. Gotineke bav û kalan heye, dibêjin: ”Berxê
nêr ji bo kêrê ye.” Şivan gundîyan vedixwînê xwarinê, lê goştê berxan
nadê wan, goştê bizinan didê wan û ji wan re dibêjê :”Kurê min Kûvî
nahêlê ku em berxan şerjê bikin, loma min goştê karikan da we.” Herçendî
gundîyan paşgotinî kiribin û gotibin kurê şivan bûye doktor, lê na ew
nebûbû tiştek jî. Wî bakelorya qedandibû û diçû bajarê Helebê ku li wir
xwe li zanîngehê tomar bikê.
Di romanê de di beşê ”Bajarê Hema” de
dîmenkişandina bajêr, bi berferehî tê kirin. Kûvî li zanîngehê pisporîya
seytar hilbijartîye. Kûvîyê ku li bajarê Hema xwendekar e, pêşî tenêtî
dikişînê, ji bajêr hez nakê, lê paşê di nav pêvajoya demê de ji bajarê
Hema hez dikê. Ew ji ber ku ji dewaran jî hez dikê, wêneyên dewaran di
mala xwe de, di menzelê/odeyê de daldiqînê.
Navê lehengê romanê
”Kûvî” ye. Min di jîyana xwe de nebihîstîye ku kurdekî navê kurê xwe
Kûvî lê kirîye, yan jî navê kurdekî Kûvî ye. Nivîskar ev nav li kur
dîtîye, ji kur anîye, çawa hatîye hişê wî? Mirov dimînê şaş û matmayî.
Kûvîyê
ku ereb jê re ”Kufî” dibêjin, sê mehên ku di kolejê de xwendekar e,
dixwînê. Rojekê Birêveberê dibistanê bang wî dikê û jê rê dibêjê: ”Tu ne
welatîyê Sûrî yî, tu di nifûsê de ne qeydkirî yî, nikarî di dibîstanê
de bixwînî.”
Li Rojavayê Kurdistanê kurd li ser axa xwe bûbûn wek
bîyanî. Dewleta dagirker a Sûrî ew nedikirin welatî û di nifûsê de qedya
wan çê nedikir. Ew li wir wek tune dihesibandin. Ti mafê wan li wir
tunebû, nasnameya wan tunebû.
Li Bakurê Kurdistanê dewleta dagirker a
Kemalîst digot: ”Hûn tirk in, tirkên çîyayî ne.” Anku hûn hene lê wek
tirk hene, ne kurd. Li Bakur jî wek kurd ti maf li ser navê kurdîtîyê
tunebû, lê wek tirk hebû, wek tirk welatî bû. Li Rojavayê Kurdistanê
dewleta erebên Baas ji kurdan re nedigot hûn ereb in, digot; ”hûn
tunene, hûn bîyanî ne, ne ereb in, ne welatî ne.”
Kûvî ji dibistanê
diavêjin û ew ji bajarê Hema korpoşmanî vedigerê gundê xwe. Paşê ew diçê
bajarê Lazkîyê. (Ev bajar bajarê navenda Alewîyên Sûrîyê û malbata Esad
e. Çi sosret ku di şerê navxweyî ê li Sûrî de li vî bajarî qet şer
derneket, pevçûn çê nebû. Dîyar e ku runiştvanên bajêr ji sedî 90 alewî
ne, alîgirên Baas û malbata Esad in, loma li wir şer pêk nehat.)
Kûvî
li Lazkîyê li Enstîtuya dewaran dixwînê. Xwendevanên ku di vê dibîstanê
de dixwînin dibine doktorê dewaran ango dibine beytar. Lê mamosteyê wir
ê ereb nijadperest û faşîst e, dijî kurdan e. Ew mamoste li hemberî
kurdan bi kîn û nefret e.
Neteweperestî, nîjadperestîya neteweyên
serdest ku Kurdistan dagir kirine, tirk, faris û ereb, her sê jî li dijî
kurdan in, li ser kurdan dijminî dikişînin. Tirk li dijî kurd, ermenî û
cihûyan in, ereb li dijî kurd û cihûyan in, faris li dijî kurd û
cihûyan in. Lê neteweperestîya kurdan ne li dijî wan e. Kurd dijminîya
tirk û ereb û farisan nakin. Di hêla neteweperestîyê de kurd ne miletî
ne, gerdûnî ne. Kurd wan wek birayên xwe dibînê, lê ew kurdan wek dijmin
dibînin. Neteweperestîya miletê serdest û bindest cuda ye. Di
neteweperestîya kurdan de şoventî û nijadperestî û kîndarî tunene,
hêleke demokratîk heye. Lê di neteweperestîya miletên serdest ên
dagirker de şovenîzm û faşîzm û nijadperestî hene.
Kûvî li dibistanê
çav berdidê keçeke çavkesk. Ew ji Kûvî re wek berxika kesk e. Ji xwe
Kûvî dibê evîndarê wê keça çavkesk û roman navê xwe ji wir werdigirê. Lê
belê divê li gor zayenda nêr û mê, nav ”Berxikê Kesk” ne ”Berxika Kesk”
ba. Evîndara wî keça çavkesk ereb e, alewî ye.
Roman bi giranî li
ser xwendekarîya Kûvî, û ku havînê kar û xebata ji bo lêçûnên xwendina
xwe derxê tê ravekirin. Kûvî ciwanekî çavnebar e. Barhilgirîyê dikê, bar
ji kamyonan vala dikê, bar li kamyonan dikê, gelek karên curbicur dikê û
çar hezar lîreyê Sûrî qezenc dikê. Ew ji bavê xwe re dibêjê ku wî bi
cefaya xwe 4.000 lîre qezenc kirîye. Du hezarî didê bavê xwe û jê re
dibêjê; ”Mî/mêşin, berx bikirê, du hezar jî ji bo lêçûnên xwendinê besî
min e.”
Navê evîndara Kûvî Zihûr e. Vebêj carinan Zihûr û carinan jî
Zuhûr dibêjê. Êdî ev herdu nav bi erebî ne, têne çi maneyî ez
nizanim.(*) Zihûr ji Kûvî re dibêjê ku kurapê wê dixwazê bi wê re şû
bikê, lê ew wî naxwazê. Dibêjê: ”Ez û tu bi rastî dikarin jîyaneke
hevpişk damezrînin? Gelo hezjêkirina me dê me bigişînê şikirinek durist?
” (Binêrin rûpel 90.)
Belê, evîndara Kûvî, Zihûr keçeke ereb e.
Malbata wê ji kurdan hez nakin. Kurapê wê di îstixbarata Sûrî de
dixebitê û li dijî kurdan e. Li gor wan û pirîya ereban, kurd ”sîyasî
ne, qaçaxçî ne, dijwar in, serhişk in, mêrkuj in, hev dikujin, ..” . Bi
kurtî û kurmancî; gelek gotinên nebaş li ser kurdan dibêjin.
Di
romanê de xortekî kurd ku bi dilgermî dixwazê bixwînê, bibê seytar û di
pêvajoya xwendinê de çi astengî derdikevin pêşberî wî tê dabaşkirin, tê
ravekirin. Bêdewletbûn weha ye. Kurdên reben ji destê dagirkerên xwedî
dewlet çi dikişînin!
Maye 5 roj ku Kûvî dibistanê biqedînê, dîsa wî
ji dibistanê diavêjin. Sedem, ji ber ku kurd e, bîyanî ye. Birêveberê
dibistanê dibêjê: ”Biryar Emnî ye, ferman ji Emin Elsîyasî (*) hatîye,
wan biryara berdana te ji Enstîtuyê daye.”
Piştî derxistina ji
dibistanê, Kûvî pelûputên xwe dikê telîsekî, nivîna xwe digirê û ji
Lazkîyê diçê Helebê. Lê li Helebê ji bo razanê otêl wî nagirin,
napejirînin ji ber ku nasnameya wî tuneye û ew bîyanî ye. Belê li bajarê
Helebê ”kesî ew li hotelê nerazand, bê nifûs bû, ji bo raketin û razana
bê nifûsan gerek bû îzîn/îcaze û destûr ji çend alîyên ewlekarî yê bê
xwestin, muwafeqa Emnî gerek bû.” Kûvî ji bo dîtina cihê razanê li
çareyekê digerê, ji kurdekî ji Dêrikê ku xwedîyê otêlekê ye ji ye fêr
dibê, diçê wir û bê ku di lênivîsa otêlê de bê tomarkirin, li wir bi
dizî, bi qaçaxî radizê.
Di dema xwendina romanê de min arezû dikir;
ka gelo evîna Kûvî û Zihûrê çi pê hat? Rojekê Kûvî ji hevalê xwe Mendo
nameyek wergirt, di nameyê de tê gotin ku Zihûrê mêr kir. Bêbextîya
ereban di hêla evînê de jî xwe nîşan didê.
Piştî demekê Kûvî dibê
”Mielimê wekîl” (fêrkerê demkî), dezgeha perwerdeyê wî dişînê gundekî
dûr ê ereban. Gund nêzîkî sînorê Sûrî û Îraqê ye. Rojekê Muxaberat tên
Kûvî digirin, li Qamişlo di cihê avahîya Muxaberatê de pê şkence dikin.
Wî bi damezrandina partîyeke bi dizî sûcdar dikin. Xwedêgiravî Kûvî
damezrînerê wê partîyê ye. Jê re dibêjin ”We partîya kesk damezrandîye.
Tiştê te kirîye hemû tev nivîsandîye…hûn di partîyek kesk de dixebitin,
ev partîyên han ewin yên ku Cihûwan li Ewropa damezrand ne…rastîyê
bibêjê, yan tu ne ma ronahîya rojê bibîni..” (Binêr rûpel 155)
Piştî
şkenceya çend rojan Muxaberat Kûvî berdidê. Lingên wî werimî ne. Ew diçê
gundê xwe lê ji bavê xwe re nabêjê ku Muxaberatê ew girt û pê şkence
kirine. Lingên wî baş dibin, dîsa diçê gundê ereban û di dibistanê de
fêrkerîyê dikê heta ku dibistan serê havînê tên girtin. Ew jî diçê gundê
xwe ê li ber çemê Dicle.
Kûvî li gundê xwe ye. Rojekê diçê ser çem,
du zarokên piçûk baz didin tên ser beravê û jê re dibêjin: ”Leşker hatin
pirsa te kirin.” Kûvî tê digihêjê ku ew Muxaberat in. Kûvî cil û bergên
xwe derdixê dikê buxçeyekê, digirê destê xwe û xwe bera nav avê didê.
Dema ew xwe diavêje nav çem ji dûr ve mêrên Muxaberatê ew dît û berê
guleyan dan wî. Ew guleyan bera wî didin lê ji bo ku dûr e gule
nagihêjinê, lê nakevin. Kûvî avjênîyê dikê, di nav çem de ji mêrên
Muxaberatê û ji gund dûr dikevê, ji ber çavan wenda dibê. Ew diçê li
cihê ku çemên Dicle û Xabûr dibin yek û av hîn bêhtir dibê, dikevê ber
şîpa avê, ”laşê wî tevizî, canê wî qerisî, dilê wî hate guvaştin…xwe bi
avê re berda, çeng di ser pêlan re hildida jor, her tişt di laş û canê
wî de ditevizî bû…devê wî qerisî bû..di nav babilîskek tarî de diçû
xwar, li ser gerava nedîyar di fitilî, newalek bê deselat ew dikşand,
kûrahîyek bê binî bû…ew hêdî hêdî di vexwar.. ’’ (Binêr rûpel 172 / 173)
Ji
ber ku termê Kûvî nayê dîtin û êdî ti nûçe jê dernakevê, piştî
wendabûna wî, ew dibê efsane. Gelek çîrok û gotin li ser wî tên gotin.
Hinek dibêjin: ” Kûvî li berava Dicle li bajarê Mûsilê hatîye dîtin…
Kûvî li çîyayê bêxêr e… Kûvî zû ava Dicle û Xabûrê Zaxo derbas kir û
gihişt Pêşmergeyan…Kûvî li cem serok Mesûd Barzanî dimînê…Kûvî bûye
zabitekî mezin ê Pêşmergeyan…”(Binêrin rûpel 174)
Di romanê de
sahneyek erotik a baş û xweş heye. Dema Kûvî û Zihûrê diçin beravê
derya, Zihûr dikevê nav avê, paşê herdu li ber deryayê tazî li cem hevdu
dirêj dikevin, dîmenkişandina xweşikbûna laşê Zihûra çavkesk, pêlên
şahwetê ku xwe li hest û gîyanê Kûvî radipêçê, di hiş û mejî de daxwaza
wî a pevşabûnê û hwd, baş û xweş hatîye rave kirin.
Romanên
romannivîserên Bakurê Kurdistanê ji hêla ravekirina erotîzm û sahneyên
erotik de qels in, hişk in, ziwa ne. Pirîya romannivîserên Bakur
muhafazakar in, hinek olperest in, hinek di nav qeyd û zincîrên partî û
rêxistinan de neazad in, îdeolojîk in, û hinek jî wek Hesenê Metê şermok
in. Hesenê Metê jin û mêrik dikê hundir û êdî li paş derî çi dibê şerm
dikê, nabêjê. Di vê hêlê de romanivîserên Rojavayê Kurdistanê nûjen in,
serketî ne. Bi taybetî jî romanên Helîm Yusif û Bavê Nazê di hêla
sahneyên erotîk de, di ravekirina hunera erotîzmê de berhemên serketî
ne, hêjayê xwendinê ne.
Di romana Azad Ehmed Elî a bi navê ”Berxikê
Kesk” de jîyan, serpêhatî û serborîyên dramatîk ên kurdekî ciwan tê
ravekirin. Sedema drama Kûvî û sedemên wendabûna wî wek çarenûsa hemû
kurdan e ku kurd jîyanên dramatîk dijîn, lêdanan dixwin, şkenceyê
dibînin, tên kuştin…Belê sedem bêdewletbûna kurdan e. Bê xweserî,
bêparmayîna ji mafên neteweyî û demokratîk e…
Bêdewletbûn e ku lew re
jî kurd ewqas sitem û zorê, tehdan û şkenceyê dibînin. Ew ji ber ku
kurd in jîyanên dramatîk dijîn. Dema min ev romana hêja xwend û qedand
gotinên kurdekî li Helebê ku min ew nas kir hat bîra min. Wî kurdî ji
min re got : ”Muxaberatê ez girtim, deh sal di hebs û zindanê de razam,
min nizanî sûcê min çi ye? Ji bo çi wan ez girtime û bi çi tawanbar
dikin? Ez hêj jî nizanim.”
Min jî jê re got : ”Ji ber ku tu kurd î tu
girtin, ji ber ku kurd bê dewlet in, kurd bê parêzer in, ji bo ku mafên
kurdan tunene, loma wan tu girtin. Ji bîr meke, kurdbûn û bêdewletbûn,
bersiva her tiştî ne. Çareserî jî dewletbûn e, serxwebûn e.”
Romana
Azad Ehmed Elî a bi navê ”Berxikê Kesk”, romaneke naturalîst û realîst
e, hêjayê xwendinê ye. Ez hêvîdar im ku ev romana hêja rojekê li Bakurê
Kurdistanê jî werê weşandin û bikevê destê xwendevanên Bakurê
Kurdistanê.
Piştî vê romana Azad Ehmed Elî (anko piştî sala 2008 heta
îro) wî romaneke din nivîsîye lê weşandîye, neweşandîye ez nizanim. Bi
hêvîya ku ew romannivîserîya xwe bidomînê.
(*) Ji bo ku ez bi arebî
nizanim min ji dostê xwe î hêja birêz Ferhad Şîrîn pirsî. Li gor
agahdariya ku wî da min; Zihûr pirjimara peyva ”Zehra” ye. Zehra bi
kurdî ”Kulîlk” e.
(*) Emîn Elsiyasî beşek ji muxaberata Suriyê ye.