Bona pitgirkirina hewldann fermkirina Ziman Kurd
Drok: 15 2022
Mijar: Ne



Daxuyanî

Pitî ku ji aliyê Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ve, ji 3ê heta 21ê çileya 2022ىلاan ji bo helbijartina dersên bijarte yên kurdî bi herdu zaravên Kurmancî û Kurmancikî "Zazakî" hatiye destnîan kirin, ku xwendevanên polên navendî yên kurd dikarin navên xwe ji bo xwendina dersên Kurdî tomar bikin, di heman demê de ji aliyê sazîyên taybet bi Zimanê Kurdî, mamosta û akdamîsyenên kurd, rêxistinên civaka sivîl û heta hin partiyên Kurdî li Bakûrê Kurdistanê, kampaniyek bona helbijartina dersên kurdî hatiye ragihandin.


Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê Sûriya, di heman çarçoveyê de, pitgiriya hemû hewl û bizavên bona parastina nasname û hîmayên neteweyî li tevaya Kurdistan û diyaspora dike û pitgiriya xwe bo vê kampaniyê radigehîne, tevî ku wê wekî gavek biçûk dibîne, ku nayê bi wateya bi fermîkirina Zimanê Kurdî.

Dewleta Tirkiyê bi salên dûr û dirêj, bi hemû hêz û iyanên xwe ve, kar ji bo asîmilsyona gelê kurd, guhertina demografî, tirkirina nav û panavên kurdan û qedexekirina zimanê kurd kiriye, herwisa bi sedan komkujî, koçbarkirin û wêrankarî li ser destê dewleta Tirkiyê ya dagîrker li dijî gelê me hatine pêkanîn, di nav de tawanên dijemirov û er li dijî gelê kurd li Rojavayê kurdistanê jî û dagîrkirina Efrîn, Bab, Cerablis, Girêspî û Serêkaniyê.

Em hêvîxwazin ku ev kampanî serbikeve û bigehêje armanca xwe û bibe derfetek ji bo bifermîkirina Zimanê Kurdî, herwisa bibe havênê yekrêziyê û bilindbûna hestê neteweyî yê kurdî li Bakurê Kurdistanê, û bidestxistina mafên neteweyî yên rewa û daxwazên zêdetir.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
Qamilo 15.01.2022








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5680