
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi tundî binçavkirin û zindankirina Mamostaya Zimanê Kurdî Zara Mihemedî bi destê rêjîma Îranî ya kurdkuj û dagîrker riswa û þermezar dike û daxwaza bidawîkirina tawanên rêjîma Îranî yên dûr ji hemî yasayên mirovî li dijî gelê kurd dike, bang li rêxistin û saziyên mafên mirovan ên nêvdewletî û herêmî dike ji bo bi fermîkirina Zimanê Kurdî bi hemû zarav û þêwezarên wê ve.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya herdem piþtgiriya hemû hewldanên
parastina nasname û çanda neteweyî ya gelê kurd li her navçeyeke
Kurdistanê dike û herwisa piþtgiriya Kampaniya Zimanê kurdî li Rojhilata
Kurdistanê dike, ku mafekî xwezayî yê gelê me ye, lewra destxweþiyê li
Zara Mihemedî û hemû mamosteyên Zimanê Kurdî dike ji bo perwerdekirin û
fêrkirina zarokên me bi zimanê xwe yê dayikê.
Azadî bo Zara Mihemedî
Bijî kurd
Bijî Kurdistan
Her bijî Zimanê Kurdî
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
Qamiþlo 12.01.2022