Dema mirov dest bi xwendina romanê dike, hêj di rûpela yekem de
herweke ku mirov helbesteke hunerî dixwîne. Romannivîserên ku berê
helbest nivîsîne û paşê derbasê romannivîseriyê bûne, bi zimanê xwe ê
lîrîk û helbestkî romanên serketî dinivîsîn. Ez çend helbestvanên hêja
ên ku nas û dostên min in dizanim ku wan pêşî helbest û paşê romanên
serketî nivîsîne.
Di destpêka romanê de diyalogek ku kî bi kê re
diaxife nediyare heye. Ev dialog li gorî şêweya rêbaza herka hiş yan jî
herikandina hiş hatiye nivîsîn. Ji xwe li gor zanîna min, fikir û
ramanên min, romana Ezîz Xemcivîn “Zêro” romaneke herkandina hiş e û li
gorê stîla şêweya helbestroman hatiye nivîsîn. Zêro hem navê romanê ye û
hem navê lehengê romanê ye.
Zêro ji xwe re xwe bi xwe re diaxife.
Qala cure tiştan dike, êtîmî û sêwîtiya xwe rave dike. Dê û bavê wî
mirine. Ap û jinapê wî ew xwedî kirine, mezin kirine. Roman bi giranî ji
axaftinên di hişê xwe de û ji diyalogên hundirîn pêk hatiye. Zêro di
trênê de rêwî ye, lê ji xwe re di hiş û eqilê xwe de xwe bi xwe diaxife,
qala tiştan dike. Ji ev cure berheman re berhemên herka hiş dibêjin.
Di
nav edebiyata cîhanê de gelek berhemên wêjeyî li gore teknîka herka hiş
hatiye hunandin hene. Herikandina hiş re bi tirkî “bilînç akişî” û bi
ingilîzî “flow of consciousness” dibêjin. Joyce, Wîrgînîa Wolf, Faulkner
û di nav nivîskarên tirkan de jî Bîlge Karasu vê şêweya herka hiş bi
kar tînin. Hinek berhemên post/modern û bi taybetî jî berhemên ku bi
herka hiş hatine nivîsîn giranin. Berhemên Joyce, Wîrgînîa Wolf,
Faulkner û Bîlge Karasu giranin. Di kurdî de jî ev cure berhem kêm in,
hindik in. Mirov dikare bibêje ku hêj nû çend nivîskarên kurd dest pê
kirine û bi vê şêweyê, bi vê teknîkê dinivîsin, berhem diafirînin. Çend
nivîskarên kurd jî vê teknîka nivîsînê bikar anîne. Wek mînak ez navê
çîroknivîs û romannivîsekî bibêjim. Pirtûka kurteçîrokan a birêz Şêxo
Fîlîk “Bêbavî” û romana Îbrahîm Seydo Aydogan “Leyla Fîgaro” herdu
berhem jî li gorê teknîka herikandina hiş hatine nivîsîn.
Pirtûka
kurteçîrokan a birêz Şêxo Fîlîk “Bêbavî” û romana Îbrahîm Seydo Aydogan
“Leyla Fîgaro” û romana Ezîz Xemcivîn “Zêro” ev hersê berhem jî di nav
vê kategoriyê de ne û bi norm û forma post/modernîzmê, bi şêweya herka
hiş hatine afirandin. Helbet post/modernîzm û herka hiş eynê/heman tişt
nîn in. Nivîskarên ku bi teknîka herka hiş û bi form û metodên
post/modernîzmê dinivîsin bi vê teknîkê ji modernîzmê cuda dibin û
teknîka ku ew bikar tînin dibe her weke rexneya modernîzmê.
Post/modernîzm ekoleke ku piştê modernîzmê derketiye û berferehe. Herka
hiş di nava wê berferehiyê de teknîkek e. Ev teknîka herka hiş teknîkeke
ku post/modernîzmê bikar aniye. Herka hiş beriya post/modernîzmê yanî
di dema modernîzmê de derketiye, ew dem hebûye lê ji bo ku li modernîzmê
rexne girtiye weke teknîkeke post/modern hatiye hesibandin.
Helbet
nehemû, lê hinek berhemên herikandina hiş û herweha berhemên
post-modern giranin, xwendina wan zahmete, bi zor û zahmet têne xwendin
û mirov zû bi zû ji naveroka wan zêde tiştek fêm nake û herweha mirov
zû bi zû tê nagîşe bê meramê nivîskar çiye? Û dixwaze çi bibêje, çi
pêşkêşê xwendevan dike. Lewre jî xwendina berhemên weha giran dimeşe,
ango herîkbar nîn e. Naveroka wan bi şêweyeke kelecanî nîn e, tê de
heyecan tune, tevliheve, lêbelê tê de gelek tiştên tevlihev, tiştên din
hene ku bala xwendevanan bikşîne.
Ezîz Xemcivîn romana xwe li gorê
teknîka herka hêş nivîsiye û di naveroka wê de rastî û xeyalan lihevûdu
hunandiye. Vebêjê romanê bi şêweya herkandina hiş û bi mentalîteya
zaroktiyê rastiyê radixe ber çavan. Lehengê romanê Zêro qala bêbavî û
bêdayikiya xwe, sêwîtî û êtimiya xwe dike. Di jiyana rasteqîn de, di
rastiya jiyana malbatî de bêbavî jiyaneke zor û zahmete. Herweha sêwîtî
jî zor e, dil û kezeba mirov bi sêwiyan, bi êtîman dişewite. Zêro hem
bêbav û hem bêdayik mezin bûye.
Zêro ji malê direve û bi trênê diçe
bajarê Helebê. Ew di trênê de rûniştiye, lêbelê ji hezar kaniyan av
tîne, qala gelek tiştan dike, xwe bi xwe bi Apê xwe re diaxife, pê re li
ser gelek tiştan xeber dide, mijara berdêliyê qal dike, di hişê xwe de
bi Zînê re pevşabûnê pêk tîne û sahneyek erotîkî raveyê xwendevanan
dike. Di hêla sahneyên erotîzmê de jî Zêro romaneke serketî ye. Ew
Seydoyê hevalê xwe bera ser jinên areban dide.
Zêro bi trênê diçe
Helebê, Dîmeşqê/Şamê û ji wir jî diçe Beyrutê. Ew li ser Beyrutê tiştên
nebaş ên negatîf dibihîse. Dibêjin; Beyrut cihê serseriyane, cihê
serxweşane, li Beyrutê Ketayib, Xaçperestên Marûnî, partiyên mirovxwer
hene. (Binêr; rûpel 25).
Dema min di romanê de van rêzan xwend, dema
ku ez li Beyrutê bûm (sala 1982) û tiştên ku min bihîstibûn hatin bîra
min. Pêşî ez vê bibêjim; Beyrut bajarek xweş e, weke Parîsa rojhilata
navîn e. Bajar gelek li xweşa min çûbû. Dema ez li wir bûm, arabên
filîstînî bi propagandên derew û ji bo ku dijminahiya
xaçperestan/xirîstiyanan dikirin, digotin: “Li alî wiyalînê “xeta kesk”
kafir/gawir hene, ketayib in, flanjîst in, faşîst in, xwînxwar in,
mêrkuj in. Herêma wan a wiyalînê xeta kesk xeter e.” Ew dem di nav
Beyrutê de xeteke kesk hatibû xêz kirin û li wiyalîn xirîstiyan û
viyalîn misilman, filîstînî, xizbullah û kurdên durzî hebû. Çûyin û
hatina wiyalîn û viyalînê xeta kesk qedexe bû. Lê ez rojeke ji ber
meraqa xwe bi dizî, qaçaxî çûm wiyalîn, aliyê xirîstiyanan.
Belê, ez
çûm lê ez çi bibînim! Weke ku mirov ji cîhanek/dinyayek here cîhaneke
din. Ew alî pak bû, kuçeyên wan paqij bû, însanên wan modern/nûjen bû,
dikanên wan luks bû, avahiyên wan wekî ên ewropiyan bû û li wir kerxane
jî hebû. Jinên kedkarên seksê bi şêweyeke azad li wir kedkariya seksê
pêk dianî. Alî/hêla arebên misilman pintî bû, gendel bû, kuçeyên wan
qirêj bû, sergo lê hebû. Şer û pevçûn, teqêna çekan, bombeyan herroj li
alî areb û filîstîniyan diteqiyan û bûyerên nebaş pêk dihat. Partî û
rêxistinên filîstînî serûgohê hevûdu dixwarin, teqereqa wan bû, bi hevre
şer dikir in.
Di romanê de pêş hetanî paş di şûna peyva “ku” de “ko”
bikaraniye. Ez zanim di Hawarê de û Celadet Bedirxan bi xwe jî “ko”
bikar aniye, lê di dema me de di nivîsan de, di gotaran de karanîna “ko”
nayê bikaranîn, di şûna wê de “ku” tê bikaranîn. Ku di lîteratura kurdî
de cihê xwe girtiye, rûniştiye û bûye standard. Loma jî bi min êdî divê
nivîskarên kurd peyva “ku” bikar bînin. Naveroka romanê baş e, lêbelê
berga wê û mîzanpaja wê nebaş e. Mîzanpaj bi amotorî hatiye çêkirin.
Diyare edîtorî û redaktoriya pirtûkê jî nehatiye kirin. Dosya çawa çûye
berdestê weşanxaneyê hema bi wê şêweyî, bê kontrol, bê raçav kirin
weşandine.

Zêro û hevalê wî Seydo li Beyrutê têr û tije digerin.
Herçiqas vebêj navê mahleyan nade, nabêje ku li kurê Beyrutê geriyane,
lê ez di hişê xwe de li Fakhanî, Hamra û Zeytûnê geriyam. Ez çûm di alî
pêş avahiya Kemal Canpolat (bavê Welîd Canpolat) ketim nav bahrê/deryayê
û min soberî kir.
Di romanê de vebêj/nivîskar bi van sê peyvan rewş û
karekterên însanên rojhilata navîn pir baş û xweş rave dike. Ev hersê
peyv “seks, xew û xwarin e.” Jiyana wan li ser van hersê peyvan şikil
digre. Tembelî, tiralî, bêkêrî, nezanî û paşvemayî şikl û rengê jiyana
wan e. Arebên kulîxwerê sahrayan ji xêra Îngilîzan re bûn dewlet û ji
xêra petrolê re bûn dewlemend, lê dîsa jî paşverû, nezan û hov man.
Beyrut
herçiqas bajareke xweşe jî, lê ew xweşî li Zêro naqunce. Ew ji hevalê
xwe Seydo re dibêje : “Seydo! Bawer bike ev welatê xweş ji min re nabe!”
(Binêr; rûpel 42).
Seydo ji Zêro re li Beyrutê karekî dibîne.
Xwediyê karxanê jinek e. Lê piştî demeke hêzên ewlekariya
Suriyê/muxaberat mêrê jinikê digrin kes nizane ew kuve birine. Jinika
karsaz vê bûyerê ji Zêro re qal dike û ji Surîyeyiyan lome dike. Dibêje:
“Hûn xelkên Suriyê xêrê di mirov de nahêlin.” Libnan ew dem di bin
desthilatdariya Suriyê de bû û leşkerên artêşa Suriyê li wir zilm û
zordariyê dikirin, talan û wêrankirin dikirin. Libnaniyên reben newêrabû
li hemberê wan derkevin.
Zêro ji jinika xwediyê kar re dibêje:
“Xanim, wek hûn ji destên wan ev çend sal dibînin, yê me bûye çil sal ev
rewşa me ye…Ji xwe bi taybet em kurd ji destê wan bi hezaran êş û derd,
êşkence, lêdan, girtin û zindankirina bi dehên salan me ji destê wan
ziyan dîtiye!..” (Binêr; rûpel 45 û 46).
Dema rojekê Zêro ji kar tê,
çend kes wî dişopînin. Paşê wi digrin, dibin û dikine zîndanekê di nav
mixareya şkevteke kuntara/kendalê çiya de. Paşê berpirsiyarê wan tê.
Piştî lêpirsînê, wî berdidin.
“Di nav çavên beybûnekê de
Min û te konê germahiya dilê xwe ava kir.
Ey evînê, zeviyekê li ber rebeniya dilên me veke.” (Binêr; rûpel 60).
Ji
xwe re li van hersê rêzên jorîn binêrin. Dema mirov dixwîne her weke ku
pirtûkekê helbestan dixwîne. Di tevahiya romana Zêro de zimanê serdest,
zimanê helbestkî ye. Ezîz Xemcivînê helbestvan, romana Zêro bi zimanê
helbestê nivîsiye. Zimanê helbestkî bandora xwe daniye ser romanê. Rêzên
nivîsînê, hevok û peyvên ku bi kar anîne weke rêbaza hunera helbestê
ye. Berhem bûye wek helbestroman. Xwendevanên ku ji helbestan hez dikin,
romanên weha helbestkî ku bi zimanê lîrîk, poetîk hatine nivîsîn dê bi
dilxweşî bixwînin.
Xwediyê karxaneyê dibihîse ku Zêro hatiye revandin
û berdan, loma jî ew wî ji kar diavêje. Zêro karekî din dibîne û di wê
navberê de keçeka kurd ku navî Darîn e nas dike. Di navbera wî û Darîn
de têkiliyên germ dest pê dike. Darîn keça malbateke kurd e ku ew sî
salin li Beyrutê bi cih û war bûne. Beyrutî bi piranî xwenda ne, (bi
taybetî jî xirîstiyanên wir û kurdên wir xwenda ne.) Darîn jî xwendiye û
keçek rewşenbîre, zana ye, xwedî çandeke dewlemend e, kulturî ye.
Di
nav pêvajoya demê de dilê Zêro û Darîn dikeve hevûdu, ew dibine aşiqên
hev, evîndarên hev. Di romanê de gelek baş û xweş behsa kuçe û kolanên
Beyrutê, xelkên wir, suk/çarşiya wir û li ber deryayê/bahrê xwe
dirêjxistina keç û jinên tazî û di nav bahrê de avjêniya/soberiya wan tê
qal kirin. Ji bo ku min tevahiya/hemû derên Beyrutê dîtiye, ez jî bi
leheng û fîgurên romanê re li wan deran geriyam.
Ji sala 1983ê pê ve
hersal havînan min digot ez ê vê havînê herime Beyrutê
betlaniya/semestera xwe li wir derbas bikim, lêbelê şert û ziruf dest
nedida, hesabê malê û sukê li hev nedihat û ez nediçûm Beyrutê. Lê, ev
hesreta çûyina Beyrutê hêj jî di dilê min de ye. Ez hêvîdarim ku beriya
mirina xwe careke herime Beyrutê û li wir careke din xortaniya xwe a
bîst salî bijîm, herime nav baxçeyên mûzan, têkevim nav deryayê avjênî
bikim, biçim diyarê Namê li Beyrutê temaşe bikim û di bar û pavyonên wan
de temaşeyê dansa wan a gobekavêtinê bikim.
Roman 25 beş in.
Destpêka hemû beşan bêîstîsna bi gotinên helbestkî dest pê dikin.
Herweke ku mirov pêşî helbest dixwîne û paşê derbasê xwendina romanê
dibe, ango vebêj ji mirov re çîrokê, serpêhatiyê ango mijara ku di
romanê de tê rave kirin, pêşkêş dike. Lewre jî min vê berhema edebî bi
sernavê “helbestroman” bi nav kir. Weke ku çawa “bîranînroman” heye,
hinek roman jî hene ku bi zimanê lîrîk ê helbestkî hatine afirandin û
bandora zimanê helbestkî siya xwe daye ser tevahiya romanê. Li gor bîr û
raya min, fikir û ramanê min, zanîn û baweriya min romana Ezîz Xemcivîn
“Zêro” romaneke weha ye û ez vê hêla wê jî serketî dibînim. Li gor min,
di esasê xwe de afirandina ev cure roman di lîteratura kurdî de ji bo
pêşveçûn û dewlemendiya romana kurdî pêngaveke baş e, giranbiha ye,
pêşveçûneke bi nirx e, bi qîmet û bi rûmet e.
Helbestvan û
romannivîser Ezîz Xemcivîn romana xwe bi hest û ruhê kurd û kurdayetiyê
nivîsiye û di nav rûpelên wê de bal kişandiye ser mijara pêwîstiya
kurdîaxaftinê. (Binêr; rûpela 91 û 92). Di berhemên edebî de girîngiya
kurdî axaftinê rave kirin, girîngiya wê destnîşankirin mentalîteyeke
kurdewariye, baş e û hêjayê pesnê ye.
Di romanê de derbarê Libnanê de
bi gelemperî û derbarê azadiya çapemenî û weşangeriyê de agahdariyên
baş hene. (Binêr; rûpel 126). Zêro romaneke wek deryayê ye. Tê de
agahdariyên gelek berfereh derbarê “bihara areban” de û di piraniya
welatên areban de ku di encama serhildanên gelêrî de guhertinên ku
çêbûne yeko yek tê qal kirin. Ji Tunusê heta Lîbyayê, Misirê, Yemenê,
Suriyê û herweha têkçûna dîktatorên desthilatdar ên hinek welatên areban
tê qal kirin. Herweha behsa Emîratên dewlemend ên areban jî tê kirin.
Ev beş bûye wek înformasiyon/agahdarî û ragihandinê. Nivîskar van
agahdariyên berfereh bi devê lehengê romanê Zêro dide gotin, dide qal
kirin. Zêro jî hema çi tê heşî dibêje. Di derbarê zilma desthilatdariya
partiya Baas a li Suriyê jî gelek agahdarî hene. Gelo pêwîst bû ku ev
ewqas tişt di romanê de hebana û bihatana qal kirin? Bi min ev tişt,
rave kirina “bihara areban” û serihildanên li hinek welatên areban hinek
ji çerçeveya romanê derketiye û ji rêbaza hunera romanê dûr ketiye.
Evîna
Zêro û Darîn a romantik didome, xweş dimeşe. Zêro ji Darîna xwe re
dibêje “Gulşeng”a min. Di romanê de evîna wan wisa xweş tê rave kirin ku
mirov dibêje çiqas evîneke pak e, ji dil e.
Tesadufî/rasthatin çêbû,
dema min pirtûka Mahmud Derwîş xwend û qedand, pirtûka birêz Ezîz
Xemcivîn kete destê min û li pey wê min ew jî xwend. Di herdu pirtûkan
de jî behsa bajarê ku ez jê hez dikim, Beyrut û xweşiya bajêr tê rave
kirin. Ev jî li xweşa min çû. Mahmud Derwîş helbestvanekî navdar î
filîstîniyane û dibêjin dostê kurdan bûye, ji kurdan hez kiriye. Çend
pirtûkên wî li tirkî hatine wergerandin, min ew kirîne û xwendiye.
Navê
pirtûka Mahmud Derwîş bi arebî: “تذكر المنسي tadhakar almansi / Zakîra
lil Nîsyan /,Tirkiya wê “Unutulani Anmak”, Kurdiya wê jî dibe “Bîranîna
Ya Jibîrkirî” yan jî “Yên jibîrkirî bi bîr bînin.”
Mahmud Derwîş
dibêje: “Piştî 34 salan ez dîsa hatim Beyrutê.” Ê min bu 39 sal ku ez
neçûme Beyrutê. Ez di sala 1982 de li Beyrutê bûm. Heger ez sala bê, di
sala 2022 de herime Beyrutê tam dibe 40 sal paşê ku ez dîsa diçime
Beyrutê.
Wek gotinên dawî ez vê bibêjim; Romana Ezîz Xemcivîn “Zêro”
romaneke bi hest û ruhê/giyanê netewî hatiye xemlandin û bi fikir û
ramanên kurdayetiyê, welatparêziyê hatiye dagirtin û afirandin. Lewre jî
romanên weha xwedî naverokên kurdayetiyê re mirov dikare bibêje
“romanên netewî kurdî.” Bi hêviya ku ev romana hêja li bakurê Kurdistanê
were weşandin û têkeve destê xwendevanên kurdên bakurê Kurdistanê.