Keyhan MihemedînijadCizîra Botan yek ji bajarê kevnar ê Bakurê Kurdistanê ye ku di wî bajarî de gelek mîr, egîd û hunermendên navdar hilkevtine.
Bajarek ku malbata Bedirxaniyan şaristaniyeta moderin, netewîbûn û nîştimanperwerî anî tê de. Her di wî bajarê kevnar de, hunermendek navdar ê gelê Kurd hildikeve ku ev jî “Mihemed Arif Cizîrî” yan jî “Cizrawî” bû.
“Mihemed Arif Cizîrî” di sala 1912`an de li bajarê Cizîra Botan hatiye dinê.
Mihemmed Arif di demekê de ji dayîk dibe ku hevçax bûye digel şerê
cîhanî yê yekê û qirkirin û kuştina bi kom a Ermeniyan ji aliyê
Împiratoriya Osmanî ve.
Bavê Mihemed Arif jî bi zorê mîna gelek
Kurdan bo şerê cîhanê yê yekê hatiye şandin, êdî ew venegeriyaye û heta
niha jî cihê wî hêj nediyar e.
Ew yeka bo Mihemed Arifê piçûk pir nexweş bûye û ew bi sêvîtî mezin dibe.
Mihemed
Arif Cizîrî wek tev zarokên Cizîra Botanê, ji bav û kalên xwe, hînê
çîroka Memê Alan û serboriyên Mîr Bedirxan û kurên wî bûye.
Mihemed
Arif Cizîrî bixwe kesek netewî bû û bi hestên netewî mezin dibe. Piştî
têkçûna desthilata Osmaniyan û hatina ser kar a Komara Tirkiyê bi
serokayetiya Mistefa Kemal, û destpêkirina serhildana 1925`an bi
serokayetiya Şêx Seîd Pîran û piştî midehekê ku ew serhildan jî hate
temirandin û îdmakirina serokên wê serhildanê û herwisa girtina bikom a
welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Kemalîstan ve, yek ji wan xortan jî ku
hate girtin û kevte girtîgeha Diyarbekirê, “Mihemed Arif Cizîrî” bû.
Ew
wê demê ku hate girtin tenê 13 sal temen hebû. Wê demê gelek xortên
Kurdan li ber çavên Mihemed Arif hatine îdamkirin. Lê bi sedema
piçûkbûna wî li sala 1929`an ber efûyê kevt û hate berdan. Ev wê demê
xortek 17 salî bû.
Êdî hizrên wî têne guherîn û hisa wî ya neteweperweriyê çend hember zêdetir dibe.
Dema
ku ew ji girtîgehê tê berdan çend mehekê kedkariyê dike. Di hemen demê
da jî dest bi gotina stranan dike, ew mehta gernasan dike û di heman
demê de jî xirabiya kesên xwînmij û sitemkar eşkere dike.
Di wê demê
de ku gelek mêrxas û xortên Kurdan ji aliyê hêzên dagîrker ve dihatine
azar û îşkencedan, Mihemed Arif dikir bi helbest û dianî ser ziman.
Dayîka
Mihemed Arif dengbêjek navdar a Cizîra Botanê bû, ew her ji zarotiyê ve
Mihemed Arifê kurê xwe hînê stran û dengbêjiyê dikir.
Mihemed Arif
zêdetir li ser şopa diya xwe bû û di dawet û şahiyan de li cem diya xwe
stran distriyandin û wî mifahên baş li diya xwe werdigirt.
Ew her zû kevte nav dilê evîndarê xwe û wî kul û derdê civatgeha xwe dianî ziman û her lewma xelkê deverê pir jê hez dikirin.
Jiyana
Mihemed Arif Cizîrî wê demê bi sedema givaşên hikûmeta Tirkiyê li ser
xelkê û bi taybet li ser wî gelek baş nebû, êdî ew bi neçarî ve li
destpêka sala 1930`an berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û li bajarê Zaxo
bi cih dibe û li wir dest bi hunermendiyê dike. Wê demê bajarê Duhokê jî
yek ji wan bajaran bû ku hunera Kurdî têde zêde geşe dikir. Ew diçe
Duhokê û li wî bajarî karê hunerî dike û strana dibêje. Wî hevdem bi
gotina stranan kar jî dikir û di dawiyê de wî li bajarê Duhokê
xwaringehek vekir. Wî bi roj di xwaringehê de kar dikir û bi şevan jî li
cem heval û dostên xwe stran digot.
Wî ji bo pêşxistina çanda Kurdî
ya hewce ba dikir, ew gund bi gund digeriya û stran digot, ew her roj
hînê peyvên nû yên Kurdî dibû û di nav stranên xwe de wêjeya Kurd
zêdetir dewlemend dikir.
Ew di sala 1947`an de, ber bi bajarê Baxdêyê
ve diçe û li wir jî di Radiyoya Bexdayê de karê hunerî dike û ew di wir
nêzî 350 stranan tomar dike.
Mihemed Arif di radiyoya Bexdayê de,
bi Almas Xan, Hesen Zîrek, Tahir Tûfîq, Nesrîn Şêrwan, Îsa Berwarî, Eyşe
Şan, Meryem Xan û Elî Merdan re dikeve têkiliyê. Radiyoya Bexdayê
qonaxek nû ji jiyana Mihemed Arif bû û navê Mihemed Arifê Cizîrî li tev
Kurdistanê belav dibe.
Di nav stranên Mihemed Arif Cizîrî de folklor û gelerî, evîndarî û şerê egîd û mêrxasan, camêrî û dîroka Kurdan tê bihîstin.
Di
wê demê de ku zimanê Kurdî ji aliyê dagîrkeran ve hatibû qedexekirin,
wî gotinên Kurdî yên resen peyda dikir û ew gotin di tûrêkê xwe de
diparast û tovê wê di nav gel de direşand.
Mihemed Arif di sala
1973an de, bi Gulbahar û Îsa Berwarî re diçe Lubnanê û li wir dibe
mêvanê Seîd Yûsifî û di konseran de stranan dibêjin.
Mihemed Arif
Cizîrî bilbilê çiyayê Botan û Badînan bû. bi saya wî gelek stranên Kurdî
ji wundabûnê hatin parastin û gelek Kurdên stranbêj jî dane ser şopa
wî.
Dengê Mihemed Arifî ne tenê di Kurdistanê de, belkî di gelek welatên din de jî hatiye bihîstin.
Pêka
hin çavkaniyan Mihemed Arif Cizîrî 100an stran û 60 kasêt tomar kirine.
Beşek ji straên wî jî ev in: Xezal, Xirabo, Swaro, Pismamo, Yardilo, Ez
Xezal im, Bêrîvanê, Befr barî, Babê Fexrê, hesenîko, Çiyayê Şengalê,
Koçerê, Gulê Mehromê, Şevên Nîsana, Diyarbekir, Çiyayê Kurdistanê û hwd.
Mihemed
Arif Cizîrî di sala 1979an de diçe Hecê. Dema ku ew ji hecê dizivire
her dîsan dev ji tembûr û hunera xwe bernade. Ew di van salan de, bi
Eyşe Şanê re diçe Duhokê û bi hev re gelek strana tomar dikin. Di 17-12-
1986an li bajarê Duhokê diçe ser dilovanîya Xwedê û wî ji hunera Kurdî
malavayî kir û li goristana Şaxkê bi axê hate spartin. Lê nav û dengê wî
ti carî nayê jibîrkirin û hertimî di nav dilê evîndarê xwe de ye.