Xalid Ibrahîm
Perperîkek ser dîwarê her dilê min xwe di danî
Bi basikên xwey kil kirî di razandim bê gumanî
Mîna sêwyê jar û winda ez dûrî wê xuya dikim
Hedan nayê girîyê min di her çax û her zemanî
Keça rojên minî dawî çi buhayê jînê bidim
Bêje li piþt kîja ewrî tu di mînî perîþanî
Va te kir þevreþ û tarî ji bona te ez jan di dim
Roj di tirse û þerm dike bedewbûna te dizanî
Ew ûjdanê ku di hile ji dûrbûna periya min
Ew sînorên dagir kirî ey asîman êþ giranî
Ey dengê çûk û bilbilan gel qebqeba kewên gozel
Li ser gora min bê dengî rûnê neke bîn vedanî
Min hewl di da ku ez ji nû ji dayik bi bim bêm dinê
Da evînê ez biçînim li bênder û nav gulanî
Tu terwenda mana mine dûr ne keve keça minê
Perperîkê winda nebe li min pir nek êþ û janî