Sedîq Mella
Dibêjin:
Þivanek Hebû her roj pezê xwe dibire çolê, li ser (Þikêreke Keviran) dirûniþt û dest bi bilûre xwe dikir, û herî awazên xweþ jê derdixistin.
Rojekê dema wî li bilûre xwe dide dît go marek ji wê þikêrê derket û li ber bilûra wî dans kir (reqisî) û bi dawiya rojê re (zêrek) ji yê þivan re avêt û kete qula xwe de.
Weha dostaniya Þivan û Mar berdewam kir.
Piþtî demekê þivan berê xwe da mala Xwedê (Hecê) û qewitî li kurê xwe kir û çiroka xwe û Mar jê re got û ber bi oxira xwe çû.
Kur
jî wek bavê wî jêre gotî ew jî çû ser wê þikêrê rûniþt û dest bi bilûra
xwe kir, dît go marek derket û li ber bilûra wî dans kir (reqisî) û
dawiya rojê (zêrek) jêre avêt û kete qual xwe de.
Roja dî jî bi wî hawî qedand, roja sisyan (temayî) jêre çêbû û ji xwere got :
(ez nikarim her roj li benda wî bim heta zêrekî ji min re bavêjê ...!!!.
Ezê
wî bikujim û bicarekê (xezîna zêra bibim) dema dest bi bilûra xwe kir
Mar derket û wî (þûr) avête serê Mar, li mixabin Mar birîndar bû û dûvê
wî hat birîn ewî jî yek ser bi kur ve da, di cîda ew kuþt û pez bê þivan
vegerya malê.
Piþtî demekê bav ji (Hecê) vegeriya , dema kurê xwe ne dît, jêre gotin çiroka kurê wî ..
Þivan piþtî demekê pezê xwe bir û li ser þikêrê rûniþt û li bilûra xwe de, Mar derket zêrek jêre avêt û got :
(Hevaltiya min û te niha bidawî dibe, ji ber go:
(( Ne ti kurê xwe ji bîr dikê, û ne ez dûvê xwey qutkirî ji bîr dikim))
((Temayî bira kuje))