Vanês HacîBê guman xak, gel,dîrok û Ziman, çend pêkhateyên sereke yên miletan e, yên avakirin û damezirandina civak û dewletan e, dîroka miletê Kurd pir dewlemend e, ji ber ku Kurd yek ji kevintirîn miletên Rojhilata navîn in, miletê Kurd xwediyê Þaristaniyeka herî sipehî û kevnar e, roleke pir mezin di Þaristaniyên herêmên de leyîstiye.
Ziman mezintirîn û diyartirîn nasnameya her miletekê ye, lewre her miletek bi Zimanê xwe tête naskirin, hîç guman tê de nîne ku mana her neteweyekê, ya girêda ye bi mana Zimanê wê netewê ve, ji ber wê yekê jî mîr Celadet Bedirxan, mîrê Zimanê Kurdî gotiye :
Ziman mercê heyîna mileta ye, yekbûna Kurdan bi Yekîtiya Zimanê
Kurdî çêdibe, Yekîtiya Ziman jî bi Yekîtiya tîpan destpê dike.
Her
weha di vê serdema taybet a ku Zimanê Kurdî tê re derbas dibe, ev
serdem a ku neyar û nehezên vî Zimanî, bi hemî hêz û þiyanên xwe hewl
didin, ku Zimanê me winda û tune bikin, ji ber ku Ziman giringtirîn
sitûna gelan e.
Zimanê me dîroka me ye, dîroka me di Zimanê me de ye, ji ber ku Zimanê me hebûna me ye.
Her
wusa îro roj Ragihandin, Rojnamevaniya kurdî, Nivîskar, Helbestvan,
Rewþenbîr, Zimanhez û Zimanzanên Kurd tev berpirs in di ber parastina
Zimanê dayîkê de, lewre pêwîst e ku di hemî cih û deman de, em berhevbin
ji bo parastina vî Zimanî, ji ber ku em ne xwedî welatekê serbixwe ne,
lê belê em xwedî Zimanekê serbixwe, resen û dewlemend in, ji ber vê yekê
jî pêwîst e ku em vî Zimanî biparêzin, da ku em bigihine Armanca bi
dest ve anîna welatekê serbixwe û azad, ji ber ku alavê misoger kirina
her welatekê serbixwe û azad Ziman e, lewre divê em li Zimanê xwe xwedî
derkevin, ji ber ku þoreþa herî mezin, jiyandina Zimanê zikmakî ye, ji
bo wê yekê jî heger em bixwazin, di nava gelên Cîhanê de cihê xwe
bigirin, divê em bi Zimanê xwe biaxivin,bixwînin, binivîsin, biramin.
Vêca
xwestek ew e, ku em tev li Zimanê xwe xwedî derkevin, ji ber ku
parastina Zimanê dayîkê, erkekî Netewî û Niþtîmanî û herî pîroz e, li
ser milê her kesî ye, lewre gerek e em roja 15 ê gulanê weke roja Zimanê
Kurdî bi kar bînin, ez vê rojê li we û li gelê Kurd û Kurdistanê pîroz
dikim, û di heman dem de, em sipasiya wan kesan dikin, ew ên ku þev û
rojên xwe ji bo Zimanê dayîkê terxan kirine.
Bijî Kurd bijî Kurdistan
Her û her bijî Zimanê dayîkê.
15 - 5 - 2021 Z