Barzan bi Nrgizan pwaziy li mirov dike
Drok: 07 2021
Mijar: Ne



Idrîs Hiso

14 Adarê bû, me biryar da ku em biçin Barzan, li ser mezargehê nemiran fatiheyekê bixwînin. Li Kurdistanê Buhar e, çiya, det, newal û gelî devlikenin, ava rûbar û kaniyan li gel darên gulpikivî û ew darên ku gulên wan dixwazin bipikivin, ciwaniyekê dide çavên mirov, çavên mirov ji vê sirûta ciwan têr nabe.
Keriyên bizin, çêlek û golikan, û yek carinan çavê mirov li keriyên pezkofî û mamizan jî dikeve, jixwe heger çavên te bidîmenên hespan di nav wan mêrgên ciwan get, nasbike k utu bextewerî . Ev jî dîmenên van û gund û bajarokn ciwantir dike.


Lê yek ji dîmenên gelekî ciwan, ku ez dixwazim di vê nivîsa xwe de behsa wê bikim, ew e, dîmena wan gênc û zarokan e ku bi gulên Nêrgizê pêwaziya mêhvanan dikin.
Mirov dema dighê deverên axewanî (Çiyayî), li rexê rê dikare hejmarek ji xort û zarokên qijzêrîn, çavîn û rûqemirî bibîne.
Ew zarok û xort bi êweyekî ciwan bi çepelyên gulên Nêrgizê girtine, xwe birêz hinekî ditewînin û wan gulan beramber hinek pare pêkêî mirov dikin, ew gulfiro in.
Li seanserî rê ew têne dîtin, û ciwaniyeke zêde dixine ser ciwaniya sirutê.
Min ji yekê ji wan gulfiroan pirsî; aya navê te çi ye? Gotî navê min Perwîn e
Perwîn tu ji seet çend tê ser eqamê jibo gulfiroiyê?
Min le gel hawrêyanim, le beyanî dêmewe, taku bitwanim lêre gul difroim.
Min du destegul ji wê kêça ciwan kirîn û bi rêya xw ve çûm, lê kên û hêviyên di çavên wê de, li gel pikîvîna gulên daran, xuxua ava rûbaran û fîxana tilûr û balindiyan hêviyeke mezin di dilê min de afirand û bi adî me geta xwe qedand.






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5536