Kesayetiya aferêner
Dîrok: ÇáÓÈÊ 01 ãÇíæ 2021
Mijar: Nûçe



Nizar Yosif

Kesayetiya hunerî ew bi xwe zanistiye, zanîna azahiya karanînê ye, çêkirina karane, karên ku jîrîtî û têgihiþtin û dîtin û ramanên dahêner rave dike. Ew kesayetî bi tiþtên piçûk ên li dora xwe ve mijûl na be, lê belê ya jêre giring, dîtina cîhana dilnermiya xwe, li ser wan tiþtan berz bike, û xwezaya hunerî û spehîtayê bi cih bîne, û li ber çavan dayîne. Aferêner, berhem bi pêþdanê de di de, da ku bi guhdarvan re alîkar be, wî bigihîne cîhana guhêzê, di encam de verêja wî ya nuh, ji rexê civakê û guhdarvanan ve cî bigire, û bêt pejirandin.


Bê guman ew kesayetiya delametên avakirina hunerê, di hundire xwe de peyda kirîn, di aliyek yê hunerê re, bi beþek tayet yê wî ve tê naskirin. Weku tê zanîn gelek core yên huner hene, mijara me jî hunerê deng û mûzîkê ye; Huner ê mûzîkê, ji bû biwêjkirina raman û hestên kesên aferênere, ji lêdana giyanê mirov, ji ber nakokiyên dijwar û nerm, û guhertinên di hundirê wî de çê dibin, tête der. Bi pêjna kesayetî, rolên giring têde di lehîzin, nivîskar û helbestvanê Elman Ludwig Tieck* ew tenê “ Mûzîkê wekî raveya herî jor a giyanî ya mirov dibîne”. Jîrîtî û têgihiþtin ên mûzîkî hiþtin, ku mûzîk bi be yek ji derbirînên herî bi hêz ên hunerê, û hosa jî tête hesibandin. Lewma tê zanîn ku mûzîk zimanê herî xumal yê xwezayê ye, ew ji nava dengên wê, yên ku delamet dayîn jiyanê, derketiye. Dema mûzîk bi peyvê ve tê girtin û honandin, ew encama xweþ, dibe berhemek nemir, û tê gotin ew e ya herî aferêner di nava hemî huneran de. Mûzîk wênekêþiya pêjnên giyanê mirovan yên hundire, ew ji çavan ve xuya na be, di guhan re hestan di lêvîne, giyanê kesên di bihîze de di herikîne. Xweseriyekê di aliyê spehîtayî de, di derûniya guhdarvan de datîne. Ji ber vê yekê em dibînin ku aferên ji hunerê mûzîkê yê taybet re tê gotin û li ser tê rawestandin.
Nimûne, hunermend Mihemed Þêxo bi dengê xwe yê miþt hest, û stiranên xwe yên ku janên netewê rave dikin, di guhan re rê digihîne, rehetiyekê di hundirê mirov de çê dike, di derûniyê de li pêþber ciwaniyek birîndar datîne. Bi tevlîbûna hestên herdu rexan- gotin û awaz- û lihevguhertinên pêjndariyê, hiþtiye ev hunerê mûzîk û peyvan, hunerê hunermend M.þêxo, li ser nexþeya kurdistanê bi be çiyayek bilind. Ji serê kopê wî çiya yê bilind, stêra dengê qebe, tîrêjên ronahiya xwe nerm li herçar hêlan de dirijîne, xaka birçî û niþteçî bi rewayê giyan di din.
Aferêner dimîne xwedanê resen û bingeh, yê çêbûna verêja afirandî.
Hunerê mûzîkê ( helbest û peyv ) dema dibin cot, aferên hêzeke bê hempa ji estetîkê, navbera derûniya mirov û xwezayê de dihone.
17.04.21






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5527