Rêwiyo Xatir Nexwaze
Dîrok: ÇáÎãíÓ 31 ÏíÓãÈÑ 2020
Mijar: Nûçe




Þiyar Silêman

Rêwiyo xatir nexwaze
Xembaro xatir nexwaze
Bila çavê me nankoran
Þev û rojan qet neraze


Civakek bê ser û ber e
Serfirazî ne gengaz e
Em þayistên vê rewþê ne
Çermê me wek yê beraz e
Ji serboran em hîn nabin
Bilindiyê ji me nexwaze
Rêwiyo xatir nexwaze
Pêncî salî te berhem dan
Beste û awazên ciwan
Tev hejarî û kul û derdan
Li ber avê me tev berdan
Rêwiyo xatir nexwaze
Keryê pez ê bê þivan in
Piraniya me nezan in
Nêçîra gur û dizan in
Wateya jînê nizanin
Rêwiyo xatir nexwaze
Þivanên me bêjimar in
Dijî hevdû her li kar in
Bê biryar û tar û mar in
Li gora dilê neyar in
Rêwiyo xatir nexwaze
Van qeþmeran em pîr kirin
Xwîna di damar tîr kirin
Bextê me reþ wek qîr kirin
Bê ra û bê tevdîr kirin
Rêwiyo xatir nexwaze
Hunera te pir bilind e
Dê bimîne her di dil de
Roniya te mûm û find e
Gel bi te tim serbilind e
Rêwiyo xatir nexwaze
Vehêse dilsozo raz e
Huner bi te serfiraz e
Cihê te yê murxê baz e
Evîna te di dil saz e
Rêwiyo xatir nexwaze
26 /12/2020







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5395