Şanoya Kurdî wekî hunerekî Rojavayî
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 23 ÏíÓãÈÑ 2020
Mijar: Nûçe



Niyan Berzencî

Pêşekî: Hunera şano (Theatre) herçiqas ku hunereke Rojavayî tê dîtinê û li despêka peydabûna hevdem digel meşa modernîzmê di Kurdistanê de ye, lê hewceyî gotinê ye ku şano cuda ji wateya xwe ya îroyî, dikarin îşarê bi hindek karên nimayîşên kevin wek lîstok û gemeyên berê an ku yên dikevine helqeya resma devkî bikin ku li tev deverên Kurdistanê, her yek bi awayekî tê xuya.
Lê di vê gotarê de, armanc ji şanoyê her heman wateya “Theatre” e ku li salên derbasbûyî hêdî hêdî geşe kiriye û çend salan carekê karnavel û festîvalên şano bi rê ve diçin û hevdem çendîn şanokar û şanonamenivîsên bikêrhatî yên me di wî warî de hene.


Dîroka şano: Her wekî me berê bas kir, ew huner wekî yek ji hunerên welatên Rojavayî, di despêka derketina xwe de li şaristaniyên kevnar ya Yûnanê û Romayê ve ku xwediyên rewş û şêwazên taybet bi xwe hebûn û digel guherîna serdem û civakên cuda, wê hunerê jî xwe nû kiriye. Ew huner li Kurdistanê li sala 1920an des pêkiriye û bi sedema hejmarek ji xalên bihêz yên siyasî di wan salan de heta sala 1957an dom hebû û piştre wunda bû. Di wî heyamî de nivîskar û rewşenbîrên Kurd bo nûjen û modernkirina tev corên girêdayê civakê cehd dikirin û bi rola rojname û belavokan di wan salan de rengîngtir bû.
Şano li Kurdistanê, wekî hunerekî nîşandanê, di despêkê de bi navên wekî Tiyatroya Ewropî û Temsîla Erebî dihate binavkirin. Lê pêka hindek belgeyan ku li helbestên helbestvanên sedsala 19an yên wekî “Mehwî” ku peyva “Tiyatir” têde xuya dike, em dikarin bibêjin, wê hunerê di wan salan de xwe bi Kurdan daye nasandin.
Dinya Tiyatro ye, meweste tiya biro
Kê mayewe, nebûbê Tiyatro
“Mehwî”
Eva di demekê de ye ku ti helbestvanekî berî “Mehwî”, ti îşareyek pê nekiriye û bo me derdikeve ku li despêka sedsala 20an, Kurdan jî ew huner naskiriye.
Herwisa helbestvanên piştî “Mehwî” yên wekî mamosa “Pîremêrd”, “Zêwer” û … hwd, her bi wan peyvan bas lêkirine; Lê bo cara yekem, mamosta “Goran” li helbesta “Cilweyê Şano” li dîwana “Firmêsk û Huner”ê de li sala 1950an bi cihê “Temsîl û Tiyatro û …hwd” û tev peyvên din yên biyanî, peyva “ŞANO” bikar aniye û piştre hêdî hêdî ew peyve cihê xwe li zimanê Kurdî de digre.
Binyata peydabûna şano di Kurdistanê de: Seha netewî Hatina modernîzma Rojavayî Rojname û rojnamevanî Qahîmbûna pêwendiya Kurdan digel welatên Rojavayî Bajarê “Stenbol”ê wekî pirek li navbera Kurd û xelkê Rojava, bo piraniya diyardeyên modern yên wekî şano, rojnamevanî, sînema û …hwd, rolekî girîng lîstiye.
Rola rojname û kovarên Kurdî yên wê serdemê ku li “Stenbol”ê çap û belav dibûn, tevî ku kêm nebû belkî zêde jî bû heta li ser peydabûna yekem şanonameyên Kurdî rol hebûn ku Kurd bona bi pêşveçûnê han cehd dikir heta ku di dawiyê de şanoya Kurdî hate meydanê.
Yekemîn şanonameya Kurdî
Berî sala 1919an, ti rengek ji şanoya Kurdî nayê dîtin, ew jî di demekê de ye ku gelên derdora Kurdan bi taybet Tirk û Ereb, xwediyê berhemên xwe yên şanoyan bûn û seba wê yekê heta astekî Kurd bi wê janrawa hunerî hatine nasîn.
Şano bo yekem car ji aliyê “Ebdulrehîm Rehmî Hekarî” ve li sala 1919an li Bakurê Kurdistanê li jêr navê “Memê Alan” ku biserhatî û çîrokeke dîrokî ye, hate berhemanînê û li sala 1920an de li kovara “Jîn” hate çap û belavkirin.
Her wekî me bas kir, “Stenbol” wekî pirekê di navbera Kurdistan û Ewropayê de bû, lewma piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd yên tev deverên Kurdisanê bona xwendin an jî bona dinya dîtinê ber bi wî bajarî ve diçûn û cihê dest û tilî û pênûsa wan di varê rewşenbîrî û pêşketinxwaziya Kurdistanê de hebû.
Di dîroka wêjeya Kurdî de, em dikarin wekî yekem kesê ku şanonamenivîsî aniye li nav wêjeya Kurdî, amajê bi navê“Ebdulrehîm Rehmî Hekarî”bikin û wî pêgeha xwe li sala 1919an de dabîn kir û piştre ji yekem helbestvanên Kurdan e ku cor û şêwaza helbesan bi awayê nû nivîsandine û endam û nivîskarê çalak û bikêrhatî yê kovara “Jîn” bû, ku bi giştî em dikarin bibêjin ku ji nûxwazên Kurd bi taybet li dîroka wêjeya Kurdî de tê naskirin.
Navbirî bilî zimanê Kurdî çendîn zimanên Ewropî û herwisa Tirkî û Erebî, Rûsî û Almanî dizanî û ji hindek peyvên wan zimanan di berhemên xwe de bikar aniye û herwisa em dikarin wî wek yekem hozanê Kurd ku şarezayê zimanên Ewropiyan bûye wî bi nav bikin. Yekem rexne li şanoya Kurdî:
Di dawiya sedesala 19 a zayînî, piraniya rewşenbîrên Kurd bo aliyê Stenbolê ve diçûn, yek ji wan mamosta “Pîremêrd” bû.
Çûna “Pîremêrd” bo “Stenbol”ê wekî xaleke bihêz a mezin di wêjeya Kurdî de tê naskirin, wî karî baştirîn mifahê ji “Stenbol”ê vergire û xizmeteke berçav bo wêjeya netewa xwe bike; “Pîremêrd” bi rêya berhem û kovarên Tirkî ve û berevirdkirana wan digel Kurdan, rê jêre xweş bibû ku bo geşeya zêdtir a wêjeya Kurdî hewlê bide û herwisa bi mifahvergirtin ji cih û pêgeha “Stenbol”ê bona bidestveanîna berhemên Ewropî û naskirina zêdetire wan, rewşeke cuda ya kultûrî û nû jêre afrandibû; Piştre tevlîbûna wî bi kovarên Kurdî re û naskirin û hevaltîkirina hejmarek zaf ji şanonamenivîsan û rewşenbîrên Tirk û di bin karlêkeriya kovara “Serveta Funûn”, karî piştî zivirîn bo Silêmaniyê, dest bi nivîsandina şanonameyan bike û wê hunerê bi civaka Kurdî re bide nasandin ku hevdem digel şoreş û serhildana “Şêx Mehmûd” bû; Piştre li 2 rojnameyên Jîn û Jiyan li bajarê Silêmaniyê ku xwe avakerê wan bû, bas û gotaran li ser şanoyê binivîse û belav bike.
“Pîremêrd” di despêkê de bi nasandina hunera şano wekî yek ji hunerên Rojavayî, berî her nivîserekê dinê karî pencereyekî nû bo xwaziyarên wê vebike û piştre digel rewşenbîrên Kurd yên Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk, Musil û Bexdayê, digel her yek ji wan nivîseran û rewşenbîrên wê serdemê yên wekî “Huznê Mukriyanî û Husên Nazim, rexne ji şanoname û şanogeriya Kurdî bigrin.
Mamosta “Pîremêrd” bo cara yekem li sala 1927an li rojnameya “Jîn” rexne li ser şanoya “Nîron” ku ji aliyê girûpa qutabiyên bajarê Silêmaniyê ve hate nîşandanê girt û piştre rexne li ser şanoya “Serbazê Aza” li bajarê Silêmaniyê nivîsand, bi vî awayî nivîsandin û rexneya wêjeyî li ser şano (berê ji aliyê Şêx Nûrî Şêx Salih ve rexneya wêjeyî bi taybet li ser helbest, hatibû baskirin), tîne meydana wêjeya hevdem a Kurdî. Di rastiyê de em dikarin bibêjin “Pîremêrd” yekem rexnekarê şanoya Kurdî ye.
Rojnameya Agirî 388






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5389