Kulîlk bi giranî diçelmise
Dîrok: ÇáÃÍÏ 06 ÏíÓãÈÑ 2020
Mijar: Helbest



 
Mehmûd Badilî

Li berfirehîya evê jiyana li ser xwe gulolkî dibe
çi di kirasê giyanê xwe de teng dibim
li wî piyê rê kulîlkek li min dinêre
di bin mijankên min de sawîra tîpin nebînahî dinexþe
li ber bayekî ku nema bêhna tiþtekî dikim


di nava xwe de serûbin dikelim
bê tîn destê min disûrike nihêla sînga þevê
li ber dîdara çirayeke girsronî 
dîmenên xwe yên reþzerhimî dipelînim
cokek êþ tême ristin 
bi avlêkirina stiranekê tevizandina alîyên xwe dixapînim
lêtêm û lehîyek bê ronî her tiþtên çak û kirêt didim ber girîyê xwe
di xelweta pêvedanên valahiyê de 
di taqa xwe ya biçûk re li wê dûrahîyê hizir dikim
bi giyanekî miþt bêhrî û siberên þikestî 
awirên xwe li dîwarên sar bidarvedikim
ma dê çi xunçe di hala min de were
þev mista arezûyê dixurîne
sibeh her carê, xwe di xêlîya xwe de jibîr dike.
Ez nema bêhna lewenta te ji alîyan dikim
na, nema bêhna te dikim
ji roja ku min,  ew kulîlk li ber derîyê te danî
û derî li ser xwe girtî ma, min jî hestwera bêhna bi te ve wenda kir
nuha di nava xwe de li hev dikevim 
û ewr çirîska di çav de mayî dileyîne
hest dibim ku dikim cihanê bi tevayê di devê xwe re bavêjim
lê kenê min nayê
her ez kumlikê aramîyê li bejna bahozê dikim
avê li toza rêyan dikim
ev çi asîman e, te bi henaseya xwe dipêçe
ev çi tarîping e, rûdêmên xwe li te kiriye
ew çi kulîlk e li wî piyê rê bi giranî diçelmise
þewatek ji birînê kûrtir li kûrahiya min bilind dibe 
rîpên bengîniya xwe bi tilîyên nepenî dijene
xiþexiþa pelikên kulîlkê ji rûyê berfirehîyê dadiwerive
de li wir be ha
ji perestgeha xwe nelebite
bila baran li ser lavijên te bicivile
bila ez berdewam
di sîbera berfa te de
biherifim.

20.11.20









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5376