Laþên pînekirî
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 23 ÃßÊæÈÑ 2020
Mijar: Nûçe



Zîlan Hemo

Min xwe dabû piþt dîwarekî ji kevirên reþên çeqmaqî, qasî min bi kerb destê xwe li dîwar quveþtibû xwînek henarî diniqutî nav her du lingên min ên ku ev sê sal in xwîn di wan de neherikiye, lêvên min dilerizin...qirika min dêþiya...dilê min bi min diþewtî bihtirî dilê min bi wî zarokê ku beriya çend rojan pêlî mayînê kirî biþewite,  wî jî weke min her du lingên xwe hûnda kiribûn lê hîna dilê xwe hûnda nekiribû.
Min digot xwezî  dema ez  weke te zarok bûma min lingê xwe hûnda bikirana , xwezî min meþ taim nekiriba, xwezî min xweþiya bazdana nav zeviyan nedîtiba, xwezî min xeyal nekira wê rojekê ez bi destê wê bigirim û di daweta xwe de serê govendê bigerînim, xwezî beriya min dilê xwe daba min her du lingên xwe ji destdabana, xwezî dilê min jî weke dilê te bi kirîna kursiya astengdariyê kêfxweþ biba, nizanim çawa dilê zarokekî pêlî mayînekê kirî dikare bi kursiyeke astengdariyê kêfxweþ bibe, wekî ku bavê wî jê re lîstokek kiriye bi kursiya xwe re dilîze û xwe ji hevalên xwe bextewartir dibîne ji ber ku kursiya wî heye û yên wan tenê pêlavên wan yên qetiyayî hene.


Ev sê salên min in êdî çongên min riziyane her ku ez xwe di nav erd û zeviyên gundê xwe de bikþînim û bixwiþînim, çiqasa gundiyan hewl da bihêlin ez jî vê kursiya neiletî bi kar bînim min qebûl nekir.
Ditirsim...ji ber hîna hêviya min nemiriye, û ez li benda wê rojê me ku careke din ev lingên xwînsar bimeþin, lê hêviyên nayên, xwediyên xwe biqasî derengiya xwe dikujin.
Niha ez di dilê xwe de diaxivim û hûn tenê dibihîsin, xwezî min kariba biaxiviya, ezê biqêriyama û bi dengekî ji dengê dîkê me bilintir...na bi dengekî ji dengê kuçikê mala wê bilintir min biqêriya û bila gotin jî derneketa tenê ewtiniyek ba, tenê min kariba bigota êþa dilê min îro ji êþa teqîna wê mayînê xerabtir e.
Kerasekî spî li xwe kiriye, dihesim kefena min e li xw gerandiye...bayekî tuj tê, mûyê laþê min dilerizîne, dihesim sorka serê wê ji serê wê difire û tê li dora stûyê min digere, dikim bifetisim û qirika min diþewite.
Hêsrên wê yên di bin sorka wê de dilop dilop ser birînên min yên kevin de tên  û birînên min kêl bi kêl vedikin.
Ji niþkevê de dengê daholê tê di guhe min de dibe dengê teqîniya wê mayînê û dengê tilîliyên jinan dibin wek çizgîniya bêdengiya piþtî teqînê.
اavê min li wî zarokê li ser kursiya astengdariyê dikeve, dibînim çawa bi dawetê kêfxweþe û bi kursiya xwe li kêleka bûkê re diçe, ger min qebûl bikira ez jî ser kursiyekê bijîm wê îro negotana hiþên wî jî bi lingên wî re çûne? Ma ewê îro ez li þûna zava tevî kursiya xwe ya hesinî ber bûkê bama?
Ger lingên min hebana minê serê dîlanê bigirta û bireqisiyama, wekî dayîkeke zaveyekî xwe binax dike minê bi dilekî þewitî û bikerb bilîlanda.
Ji  zava dihesidim ku lingên wî hene, diya zava çavþînkek bi qemîsê wî de kiriye, çima du çavþînk bi her  du lingên wî de nekirine?
Wekî dîmenekê ber çavê min çê dibe: Zava dimeþe...pêþiya bûkê direqise...pêlî mayînekê dike...her du lingên wî jê dibin...na na bila bimire... zave dimire û bûk jî...na na dûr be, tiþtek bi bûkê nayê lê... lê êdî ew jî nas dike ku mayîn ne tenê dijminên min in, mayîn wê her evîndarekî dil bikeve wê, bikuje, dilê mayînan ketiye te bûkê, lewma zaveyên te yek bi yek dikuje.

19.9.2020








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5331