Seîd yûsif
Hesen Hižyar Sêrdê. (1907_1985).Gelo ezê çi bibêjim!?
Li hember kesayetekî, weke Hesen. ew mirovê mezin bi nav û deng, û afrendêr. ziman tê girêdan, pênûs xwe paždixe, derûn û can saw digre.tirs û fediyamin, ji van çend hevok, û gotinên kurt, li ser jiyanaeke, demdirêj û dagirtî, bi bûyer û serpêhatiyan, û ked û berheman.... ger û xebat û žer û nivîs û kar..ev aliyek ji aliyê jiyana însane, aliyekî ber bi çave û zor giringe. Lê belê aliyek heye, ew aliyê derûnî (saykolojî). ew ne diyare, vežartîye, xwedî kesayet bi tenaxwe pê zane. û ew bixwejî pir tižtan ji bîr dike, û winda dike. lê belê tu çare nîne.! ji bilî nivîsandin, û ziman, bo em jiyana mirovan tomarbikin, û bidin xuyakirin.
Heger mirov, têkûžerekî leheng be, yan jî serkirdeyekî mîdanî
be, yan xebat kare siyasî be, an jî nivîskar û hunermend û ristivan be,
an dîroknas û ciyografî be, û civaknas û isnolojî û arkîolojî be...dibe
mirov yek van cûran be, an du û sê û..lê dema ku ev kar û xebat û pîže
hemî kom bibin di kesayetekî de, bi rastî ev asteke di ser asta isanan
re ye. Ev mirovekî sopermane weke peyva feylesûfê almanî nîtžê.
Hesen
Hižyar : di sala( 1907)an de. hatiye jiyanê, li gundê sêrdê yê bi ser
amedê ve tê girêdan, li bakûrê kurdistanê. mezindibe di hembêza
malbateke, netewî, bi nav û deng. malbateke derîyê wê vekirî li hember
rêwî, û mêvandaran, xwedî ode, û bi nan û xêr, û bêr.
_______________________1___________________
Hesen,
bi çûkanî dest bi karê siyasî dike, beždar dibe, di žoreža, Žêx Seîd
sala(1925)an de. weke žervanekî, dûre dibe serekê grûpek çekdar. di
žerekî de brîn dibe, û tê girtin, dikeve destê dujminan. dadgeha ležgerî
ya ataturk, biryara darvekirinê lê dibire, lê ji ber temenê wî biçûk,
ew ceza dibe bi /15/sal zindan. pižtî sê salan, biryara, berdana wî tê.
sala (1928)an.
Lê belê Hesen aramî di jiyana wî de tuneyê.
Vê
carê berê xwe dide žoreža, Agirî ya bi sergirdayetiya Ihsan nûrî paža.
(1927)an. ji sala (1929_1933)an.lê mixabin agirê žorežê vemirî, û dunya
li Hesen teng dibe, çare namîne, berê xwe dide, Roj avayî kurdistanê, û
karê siyasî berdewam dike, weke endamekî rêzdar di komeleya, (Xweybûn).
û dest bi karê Rojnemevanî, û giringiyê dide kultûr û zanyarî, û
lêkolîn û nivîsandin.
Bi vî awayî Hesen jiyana xwe berdewam dike, ta ku diçe ser dilovaniya xwedayê mehrîban.
Tu
hêz, tu qewet Hesen ne xist ji bilî, mafê mirinê. ewjî çare jêr tunne
ye. di sala (1985)an.14_meha eylûlê. Hesen tê vežartin, di goristana,
gundê, Dugir yê bi ser tirbe sipiyê tê girêdan, li Roj avayî kurdistan.
pižtî dirêjbûna 50 salaî, ji kar û xebat bo kurdistaneke serbixwe û
azad.
Gelek cara di çûm, Dêrika Hemko, bi basê û min di xwest çavê xwe pîrozbikim bi dîtina gora Hesen...
2
__________________________________________
Hesen bi serbestî, zimanê, erebî, turkî, farisî zanîbû, ji bilî, zimanê kurdî, bi hemî zaravan.
Gotar
û têst, di nivîsîn, ji bo sê kovaran : Hawar û Rojanû, û Ronahî. û him
di nivîsî bo kovara Wijdan û Hurîyê, di navbera salên (1953_1957)an.
Di sala, (1956)an. Komîta "zanîn û alîkariya kurdî". damezrand, bi abone ya jimarek rewženbîrên kurd.
Di sala(1966)an.bi tenaxwe, kovara : " Agahî". Amade dikir û /19/jimar derxistin.
Hesen
li dû xwe hižt gelek, berhem, û kitêbên režnivîs, lê ez gumandikim ku
nuha, kar dibe ji bo çapkirina wan. Berhemên Hesen evin:
1_pênc cild ser dîroka kurdî.
2_pênc cild ji bîrhatinan.
3_dîwanên ži''''''''''''''''r:"zeredežt û ronî". "Bûza û Konbfožyos".
4_Felsefa berxwedana nižtimanî".
5_ Bang û hewar. Di navbera Zagros û zara.
6_pêžingehên kurdî.
7_kirasê sipî û destê rež.
8_" Deh name"bo serkirdeya žoreža êlûlê.
9_Bîrhatin".ser žoreža žex seîd û žoreža ararat.
10_Wergêrkirina, "bîrhatinên qedrî can beg.
Ev
tore û kenzê giranbuha, ew nuha mal û mafê miletê kurde, kevnetorê hemî
kurdaye, tê xwestin, ku lêveger û kolan jêre çêbibe, û bê çapkirin, ji
bo em sûd û bercewendiyan jê bigrin.
Dilovaniya xwedayê mehrîban û mezin li giyanê te be ey qehreman û nemir: Hesen Hižyar
Nivis : Seîd yûsif_gulan/2020/