Werin em Rewen Bedirxan Bibr Bnin
Drok: 31 2020
Mijar: Ne



 Konê Re

Roja (01, 06, 2020) (28) sal di ser koçkirina emîre Rewen Bedirxan re derbas be.
 Ew mîna dîdevaneke dîrokî bû li ser gelek bûyerên kurdî û bi taybetî neferên malbata Mîr Bedirxanê Azîzî. Ew kebaniya Mîr Celadet Bedir Xan bû. Di pêvajoya dîrokî de ya ku Mîr Celadet di eniya wê de er dikir, li kêleka wî disekinî û ew barê giran yê ku Mîr dibin de ditewtihî, pêre hildigirt mîna: Weandina kovara HAWARê, RONAHÎ yê û weanên Hawarê digel hilgirtina barê malê û razîkirina mêvanên pir û têvel, ewên ku ji navçe û herêmên kurdan li mala Mîr di bûn mêvan li amê, digel wan jî kurdenasên biyanî hebûn wek Roger Lescot û Pirre Rondot, hem jî dibere karê xwe yê mamostetiyê di dibistanê amê de dikir..


 Rewen Xanim eva ku îro em di dabaa bîranîna 28 saliya koçkirina wê de ne, yekemîn jîna Kurd e, ku bi kurdiya Latînî nivîsandiye, û gazî jinên kurd kiriye û gotiye: (Xuhên min ên delal, her wekî hûn jî di zanin derdê miletê me ê mezin û xedar nezaniye. Nezanî nexweiyeke û dermanê wê zanîne..) Hawar, 27- 1941.
 Vê jina kurd di 16 salan de, ev û rojên xwe bi mîr Celadet re derbaskirine, ta ku di (15, 7, 1951) ê de, Bîra Qederê Mîr Celadet ji nav me revand. Hingê Rewen Xanim jiyana xwe di nav rûpelên Hawar, Ronahî û pirtûkxaneya Mîr de bûrandiye, û pirê Caran rondik li ser perîanî û derbideriya xwe û neferên malbata xwe baran dine.. Rewen Xanim bûye wek simbolekê Ji jinên kurd re di warê zanîn, kurdperwerî, nivîskarî û kebanitiyê re, ji ber vê yekê bi sedan ji gelê kurd navê wê li keçên xwe kirine.
 Di pêgotina bîranînên bavê xwe de wiha gotiye: (Min çi kiribû, ez nizanim, di be ku min xwe razî kiribe, dema ku min xwe ji zarokên xwe re dîl kir, û çendî ez dilrehet bûm, çaxî ku min canê bavê wan razî kir, ew mirovê zor mezin yê ku tev jiyana xwe di ber kêeyekê de xerc kir, baweriya wî pê dihat)
 Belê, ji mafê wê ye ku îro em wê bi bîr bînin, heger em wê bi bîr neynin gelo wê kî wê bi bîr bîne. Rewen Xanim di sala 1909 an de li bajarê Qeyseryê çê bû ye, dema ku bavê wî M. Salih Bedirxan di sirgoniyê de dijiya, xwendina xwe di mamostetiyê de li welatê amê bi dawî aniye û lê mamostetî kiriye. di sala 1935 an de bi kurmamê Bavê xwe Mîr Celadet Bedirxan re zewiciye, kur û keçik ji wan re çê bûne, kur Dr. Cemîd e, berî du salan li Elmanya çûye ber dilovaniya Xwedê, kurekî wî heye navê wî Kurdo ye ew jî wek bavê xwe bijîjke û li Elmanya dimîne û keç navê wê Sînem Xane kebaniya nivîskarê hêja Selah Se’della ye, niha li Bexdê dimîne. Pitî koçkirina Mîr Celadet, ji nû Rewen Xanim ketiye ber pêlên ek û pekên giran de, di nav deryaya kul û xeman de melevanî kiriye, û ji neçarî di sala 1972 an de, mala xwe ji amê Barkiriye Banyas li ser peravê derya Sipî, û rojên xwe yên mayî li wir bûrandine.. Ta ku di berbanga roja 1-6 – 1992 de, Yezdanê Gewre canê wê revandiye jor jor… li ser daxwaza wê, berî mirinê, bisaya kurdperwerên bi rûmet, termê wê di eynê rojê de hat guhestin amê û ew di kêleka bapîrê wê (Mîr Bedirxan û Mîr Celadet) de hat veartin. Ez jî gelê xwe serwextî vê rojê dikim da ku navê Rewen Bedirxan neyê jibîrkirin, sed rehmet li canê wê bin û li canê tev neferên malbata Mîr Bedirxan bin.
 Di roja mirina wê de, min ev helbest li dor Mîr Bedirxan, Mîr Celadet û wê nîvîsand û li ser gora wan min xwend.. Evin çend malik ji wê helbestê:
 Erê Mîro! felek çerx û dewrane 
Rewen Xanim îro li te mêvane
Bigerîne civateke Botanî 
Digel Rewen û Celadet û Xanî
Rewen Xanim wê bide te mizgînî 
Îro er e li Herekolê banî 
Li Cizîra Bavê Têlî, li ernax 
Gelê Kurd mil dane hevû bi yek rex 
iyarbûne êdî nemaye ew xew
Bexwedan û serxwebûne û hew..
 






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5243