Çime roja zimanê Kurdî - Xeleke-1
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 27 ãÇíæ 2020
Mijar: Nûçe



 Dr. Mehmûd Ebas

Kêmasîne giran û ber fereh, di warê ziman de, di nav me de cih girtine. Û  mixabin, deme ku em armanca şahiya xwe; bi roja zimanê Kurdî girêdidn wek hêviyêkê ku pirsgrêkên me serast bibin, em jibîr dikin ku çalekên têne kirin di vê rojê de pir lawaz û kêmin hemberî estengên li pêşiye zimanê me hene, problem ne dûrpêçkirina bi gelekbûn yan kêmbûne kesên bi Kurdî dinivîsênin û dixwênin, bivê şêweyê em problêmên zimanê xwe ên sereke ku bandore wê li ser pirsgirêken milet derdiketin jibîr dikirin.


Pir kêmin likolinerên zimanê Kurdî a ku nivîsandine yan dinivîsênin, yan jî sazînin bi kar anine ji bo pêşxistine ziman di ware kultûrî de, yan ji kî ji van likolînere an saziyan; karekî berdewamî dikê; ji bo nizîkbûnekê di navbere diylokên me de avabikin, da bibê destpêke derketina zimanekî sereke li ser cuxrafiye Kurdistanê bi tevahî .
 Gelo çi çalekî têne kirin di vê rojê de, da ku zimanekî kultûrî berferh li ser hemû çarçovên Kurdistanê bê xwendin û têgihiştin, û ew ziman di dibistane de bibê zimanê perwerdekirinê ji zarokên Kurdistanê re.
 Mêtûdên ku cejna roja zimanê Kurdi pê tê pêşkêş kirin, didê xuyakirin ku kar tê derbaskirin bo dûrpêçkirinê  li ser civaka koçberan, de zimanê xwe jibîr nekin, û hayij xwe û nifşên li pişt xwe re hebin, çi di werê nivîsandinê de, yan jidi warê axivtinê de.
 Raste ev yek ji pirsgrêkên giringin, lê gereke nekevê wê redeyêde ku bibê pirsgirêke herî sereke li pêşiye likolîneran û kesên ku xabatê dikin li ser pêşketina ziman.
 Pêwîste em zanibin ku zimanê Kurdî ji zûde ji çarçove habûn û nabûnê derbasbûye, û wek milet gereke dikê em heû bitirsin ji wenda kirine zimanê xwe, zimanê Kurdî ji demek dûrva derbas bûye ji wî warê ku heya bê jibîrkirin, yan wê winda bibê wek zimanên miletên ku windabûn di nav zimanê Islamî- Arebî de. Lê ji ber ku hê zimanê me di astengînan de di likumê, giringe ne bes di rojkê de em zimanê xwe bibîr bînin, û hin ji van estengiyan ji evin:
1    kî ji zimanvana lêkolîn kirine, yan jî civakeke rewşenbîrî bi dar xistine; û ki zimanvanê Kurd rawistiye; yan ji rexnekir;  yan ji şirovekir, karê Rêveberiye Navxweyê bi darxist bû beri 9 sala di Roj Ava ê Kurdistanê de, di warê zimanê Kurdî de?! û  wek pirs çime zimanê Kurdî kirine zimanê yekamin di hermê de? gelo kêmasiyê wê hatine şirovekirin, yan jî qencên wê hatine bercev kirin?
2    Çiqas kar tê kirin li Başûrî Kurdistanê, de herdû diyalok nêzikî hev bibin di were xwendin û nivîsandinê de, yan ji li ser avakirrine zimankî wêje. Di vî warî de midiya Kurdî li seranserî Kurdistanê ya yekemîne ku karekî bi pîrozbahî pêşkêş dikê, û ew cihê rêzdarê ye.
3    Di roja zimanê Kurdî de, çend lêkolîn hatine pêşkêş kirin ji bo tîbên Kurdî bibin yek?
4    Çi çalekî ji saziyên zimanê Kurdî derketine di warê avakirine zimanekî geştî de; ku bê têgihiştin li seranserê Kurdistanê, û di nav miletê Kurd de bê xwendin wek zimanê wejeyî?
5    Ka dezgiha ku karekî pîroz kiriye de ferhengeka teybet ji bo hemî zeravên Kurd re?
6    Çend civîn hatine danin di roja zimanê Kurdi de, di navbere rewşenbîrên her çar zeravan de?
  Di dema ku miletekî wek miletê Areb zimanê xwe pîroz dikê, di 18 heyiva disemberê de ji sala 1973 ê ve, li ser ve pirsgirêke hew dirawistin,  ji ber ku zimanê wa bû yek ji zimanên cihanî ên sereke di Dezgiha Welatên yekbûyê de U.N.. yan jî ku em girantir herin, û em xwe li himberî zimanê Englîzî bigrin ku di 23 ê Nisanê de, roja hebûne Nivîskarê bi nav û deng Şikspîr pîroz dikin, û li ser ku zimanê wan bûye zimanê herî teyibet di U.N. hîn jî em dibînin ku roje zimanê xwede bi civatke berfereh pîrozdikin, û li ser rewşenbîriya xwe disekinin. Û wek nemûne ku em ji wan hînbibin, yan jî ji radeya ku zimanê me têdeye, di vê roja pîrozkirinê de, gerek dikê em bêhtir li  ser astengeyên zimanê xwe rawistin û bixebitin.
  Raste pir sedem û cûdebûn di navbera pêşketina zimanê Kurdî û Arabî û her weha Englîzî de heye, çi ji aliyê dirokî ve û çi jî ji aliyê piştgiriya siyasî ve, emê li ser vê xalê naskinin, ji ber ku mijareke cûde ye û ber fereh e, lê pir piwîste em li ser sedemên paşketina zimanê xwe bisekinin; ku ji deme hêrvandina Imbratoriye Sasanî ve ne. pêwîste em li ser pêşketne zimanê Arebî û Englîzî û zimanên miltên din û sedmên sekeftine wan rawistin, ji ber ku em çi qizncbikin ji dîroke wan wê bibê ronahî  ji rewşenbîr û lêkolînerên me re ên ku bi nakokên ziman mijûlin.
 Mijarke berfereh û dilêş e, lê ku em li ser nexebitin wê bibê dilêşayke girantir. Û mixabin bi riyên ku em zimanê xwe pîroz dikin tê wê wateyê, ku em hîn bi kêmasiyên rewşenbîrî dihisin, û bi teybet di werê ziman de, lê ev derd wê neyê rastkirin dema ku em bi gurbûn pîrozbahiyê di vê rojê de dikin û pêre em jibîrdikin yan jî em dixwazin jibîrbikin; ku ji me tê xwestin em girêdanekê di navbera tikoşîna tevgera siyasî û pêşketina ziman de bikin, da pîrozbahiye me ji zimanê me re bibê karê me ê roja ne.  
Gelo çima ne hemû roj wê roja zimanê kurdî bin?
 Çima em kar nakin da ku zimanê me bikevê nav zimanên civaka U.N. Wek ku em kar dikin ji bo azadiya welate xwe, da ku êdî bibê zimanek ji zimanên navnetwî.
  …
Li peyî …hijmar-2

Dr. Mehmûd Ebas
U S A
mamokurda@gmail.com
15/5/2020







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5239